Berxwedana xwendevanan li Başûrê Kurdistanê mezin dibe

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwendevanên zanîngehan di serî de Hewlêr û Silêmanî li gelek bajaran mezin dibe û didome.

Beriya 2 rojan xwepêşnadanên xwendevanên zanîngehê li Başûrê Kurdistanê destpêkir, îro li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Raperîn, Germiyan, Koye û Soran didome.

Çalakiyên xwendevanên xwendina bilind û zanîngehan yên li hemberî nedayîna xerciyên mehane destpêkiribû di roja 3’an de ye. Duh li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê êrişî xwendevanan kiribûn, gelek xwendevan birîndar bûn û beşek ji wan jî hatin destgîrkirin; li ser vê yekê xwendevanan diyarkirin ku ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Xwendevanên zannîgehên bajarên Silêmanî, Raperîn, Germiyan û Koye careke din daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Xwevndevan ku li ber Zanîngeha Silêmaniyê hatin cem hev ragihandin ku heya daxwazên wan tên bicih anîn ewê çalakiyên xwe bidomînin.

Xwendevanên Zanîngehên Soran û Koye jî dest bi çalakiyê xwe yên protestoyî kirin.

HEWLÊR

Li bajarê Hewlêrê jî ji ber nedayîna xerciya mehane xwendevanên zanîngehê ji bo xwepêşandana protestoyî lidar bixin daketin qadan. Xwepêşandan li ber Serokatiya Xwendina Bilind hat lidarxistin.

Li wir xwendevanan di çarçoveya xwestina mafên xwe dirûşme berzkirin.

Di saetên sibehê de li Hewlêr, Soran Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê xwendevan daketin qadan û daxwaza mafên xwe ji hikûmetê kirin.

BI HEZARAN TEVLÊ XWEPÊŞANDANAN BÛN

Xwepêşandana xwendevanên zanîngeh û peymangehan a li Silêmaniyê didome. Bi hezaran xwendekarên ku bi dirûşmeyan berê xwe dane Deriyê Sera û di meşin, hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê êriş kirin.

Ji ber bombeyên gazê gelek xwendekar birîndar bûn û nefestengî bi wan re çêbûn.

Aloziya di navbera xwendekar û polisan de didome.

DR. GULPÎ: JI BO PIŞTEWANIYÊ AMADE ME

Dr.Fayeq Gulpî ku pisporê neştergeriya giştî ye û li Silêmaniyê dijî, li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belavkir û got: “Heta kabîneya nehem a hikûmetê reforman dike û xerciya mehane ya xwendekaran tê dayîn, ez amademe rojane bê beramber kontrola pizîşkî ji pênc xwendekaran re bikim. Eger pêwîstiya wan bi neştergeriyê hebe amademe mehane bê beramber neştergeriyê ji pênc xwendekar yan jî malbatên wan re bikim.”