Berxwedana Nasir Yagiz di roja 81’ê de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 81’ê de didome. Her diçe rewşa tenduristî ya Yagiz giran dibe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz di roja 81’ê de didome. Her diçe rewşa tenduristî ya Yagiz giran dibe.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bi koma 41’ê dewam dike. Greva Nasir Yagiz jî tevî rewşa tenduristiya ya giran jî di roja 81’ê de ye.
Mizgîn Arî di merasîma dewrgirtinê de axivî û diyar kir ku çalakî ketiye qonaxekî nû û diyar kir ku bi hemû biryardarî çalakiya Yagiz di roja 81’ê de ye.
Arî anî ziman ku bi vê çalakiyê derfetek nû ketiye destê gelê Kurd ku rabe û dawî li tecrîdê bîne. Arî banga piştgiriyê li gelê û saziyên Başûrê Kurdistanê kir.
Her wiha rojan e serdanên ji bo çalakiya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî dewam dike.