Berxwedana Mêrdînê di roja 15'an de didome
Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î li Mêrdînê cara 15'an çalakiya rûniştinê hate kirin.
Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î li Mêrdînê cara 15'an çalakiya rûniştinê hate kirin.
Piştî ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, hilbijêrên HDP’ê ku ji parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan pêk tên 15 rojin çalakiyên rûniştinê didomin. Li Mêrdînê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP'ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa Parka Karayollari dorpêç kirin û destûr nedan welatiyên din tev li çalakiyê bibin. Koma HDP'ê ya parlamenter û hilbijêr di navde piştî dest bi çalakiya rûniştinê kirin stran gotin û çalakiya xwe berdewam kirin.
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir, ku gel di 1'ê Îlonê de nerazîbûna xwe nîşanî tayînkirina qeyûm da û got, "Li Tirkiye hiqûqa serbixwe û daraza serbixwe tune ye. Me berê jî got, rejîma yekperest a li Tirkiyeyê, darbeya li dijî vîna gelê Tirkiyeyê ye. Di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Ev darbeya li dijî vîna gel e."
Îpekyuz, anî ziman ku destpêkê Tirkiye bi rejîma yek zilamî bi rêve birin û niha dixwazin bajar bi rejîma yek zilamî bi rêve bibin û qeqûm tayîn dikin. 15 rojin li Tirkiye nelirêtî û diziyên ku qeyûm kirine tên axaftin. Têkoşîna me ya demoratîk wê her dem bidome. Em natirsin. Em aştiyê diparêzin. Em li her derê demokrasî û hiqûqê diparêzin. Em bêdeng nabin û em natirsin."
Koma HDP'ê piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û “Mêrdîn ya me ye” heta avahiya HDP'ê ya Mêrdînê meşiyan.