Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 250’î de didome

Malbata Şenyaşar a ku AKP’yiyan ew kuştibûn, berxwedana xwe di roja 250’î de didomînin.

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de dest bi Nobeda Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê di roja 250’î de didome. Ji ber ku dawiya hefteyê bû, malbatê çalakiya xwe ya nobeda edaletê li mala xwe ya li Sirûcê domand.

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 250’î de didome. Sedema ku dolar bûye 10 lîre ne rêveberiya xerab e. Ji ber bêhiqûqiyê sermaye diçe derve. Yan edalet yan îstîfa!”