Berxwedana li Wanê di roja 10’an de ye

Berxwedana li Wanê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 10’an de ye. Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay di çalakiyê de axivî û wiha got; “Em we vedixînin têkoşîna bi hevre ya li kolanan. Em ê bi berxwedanê serbikevin, bi teqez em ê serbikevin.”

Çalakiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li dijî tayînkirina qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di roja 10’emîn de dewam kir. Li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeya Rêya Armûşê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Şevîn Coşkûn, Huseyîn Kaçmaz, Abdullah Koç, Habîb Eksîk, Dîlan Dirayet Taşdemîr û Pero Dundar, Serokê Giştî yê  Partiya Azadî û Mirov Mehmet Kamaç û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Beriya çalakiya rûniştiêê Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û wiha got; “Tifaqa AKP-MHP’ê welat ber bi îflasê ve dibe. Li welat divê sîstema perwerdehiyê, bêkariya zêdetirî 5 mîlyon kesî, komkujiyên jinan ku her roj çêdibe, têgiha dewletê ya desthilatdariya zilam, şewatên daristanê, Çiyayên Kazê, Heskîf û Mûnzûr were axaftin lê mixabin em li beramberî rojeva ku zexta li dijî îradeya gel, tune hesibandina îradeya gel re rû bi rû ne. Li Tirkiyê demek nêz de pratîka hilbijêr û hilbijartinê hate kirin. Di hilbijartina 31’ê Adarê û hilbijartia 23’ê Hezîranê de ku bi awayî bê hiqûqî hate dûbarekirin dersek mezin ji bo bloga faşîst a AKP-MHP’ê hate dayîn.”

Kemalbay diyar kir ku mafê hilbijartinê ya gel û îradeya gel hatiye desteserkirin û wiha domand; “Em li dijî vêya ne. Darbeya qeyûm ya li Wanê heman demê darbeya qeyûm a li Waydinê ye. Li Aydinê ji bo parastina mafê hilbijêr û hilbijartinê ya gel tu nikarî li kolanan bimeşî. Azadiya ramanê tu nikarî bikarbînî. Bi awayekî keyfî bi biryara Walî bi awayekî li dijî qanûnên destûra bingehîn mafê xwe îdadekirina gel tune tê hesibandin.”

‘DIVÊ HÊ BÊHTIR XWEDÎ LI HEVSEROKÊN JIN WERE DERKETIN’

Kemalbay banga têkoşinê li jinan kir û got; “Divê hê bêhtir xwedî li hevserokên jin were derketin. Divê her kes li gel hevşaredara bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û hemû hevşaredarên jin be. Divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê cihê xwe bigrin.”

 ‘TÊKOŞÎNA MIL BI MIL’

Kemalbay got dema bi hev re îtiraz bikin û bi hevre têbikoşin çi dibe bila bibe bi teqez ew ê serbikevin û wiha got; “Em alîgirên demokrasî û aştiyê ne ji bo li gel hevserokan bin vedixwînin vir. Em vedixînin têkoşîna bihevre. Em ê bi berxwedanê serbikevin, bi teqez em ê serbikevin.”

Piştî daxuyaniyan HDP’yiyan çalakiya rûniştinê lidarxist. Çalakiya rûniştinê bi klamên dengbêjan û bi stranên berxwedanê bidawî bû.