Berxwedana li Amedê di roja 10’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya ku bi pêşengiya parlementer û hevşaredarên HDP’ê li dijî qeyyûm hatibû destpêkirin, di roja 10’an de didome.

Di 19’ê Tebaxê de desthilatdariya AKP û MHP’ê şaredariyên bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê desteser kiribû. Li hemberî vê desteserkirina çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin û ev çalakî di roja 10’an de didome.

Çalakiya rûniştinê ya li Amedê dîsa li Rêya Lîseyê dest pê kir. 4 kolanên ku diçin ba qada çalakiyê ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Çalakger di destê sibehê de hatin qada çalakiyê û sloganên ‘Amed ya me ye û rûmeta me ye’ berz kirin.

Parlementerên HDP’ê Ahmet Şik, Remziye Tosûn, Hasan Ozguneş, Tayyîp Temel, Salîha Aydenîz, Feleknas Ûca û Mûsa Farisogûllari jî tevlî çalakiyê bûn.

Tê payîn ku wê serokên giştî yên Partiya Keskan û Partiya Şoreşger jî tevlî çalakiyê bibin.

Şaredariyên HDP’ê yê bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê di 19’ê Tebaxê de ji aliyê hêzên rejîmê hatibûn desteserkirin û qeyyûm li şûna wan hatibû peywirdarkirin. Li gelek bajaran jî 400 kes hatibûn destgîrkirin. Li sê bajaran çalakiyên protestoyê didome û polîs jî êrîşî çalakgeran dike û rojnamegeran asteng dike.