'Berxwedana Leylayan wê rê li ber serketinê veke'

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed li ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê axivî û got, "Leyla Guven şopdara jinên Kurd ên berxwedêr e."

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed ji radyoya Dengê Welat re axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Amed got, "Bi tecrîdkirina Rêbertî re êrîşên li ser Kurdan û jinan zêdetir bûn. Faşîzmê bi girankirina tecrîdê re rûyê xwe yê herî qirêj nîşan da."

Amed bi bîr xist, çalakiyên grevên birçîbûnê ne tenê ji bo başkirina şert û mercên li zindanan tê kirin û got, "Armanc ji çalakiyan bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo ye. Çalakgeran gotin, heta ku tecrîd neyê rakirin wê çalakiyên xwe neqedînin. Eşkere kirin ku jiyaneke bêyî Rêbertî wê ti carî qebûl nekin, wê tecrîdê qebûl nekin. Li cihê ku teslîmiyet hebe, xiyanet heye. Li cihê berxwedan hebe, serketin heye. Ev yek bi berxwedana Mazlûman, Kemalan îspat bû. Li ser vê bingehê em pê bawer in ku sala 2019'an wê bibe sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd."

'LEYLA BÛ ŞOPDARA SAKÎNE CANSIZ Û JINÊN BERXWEDÊR HEMÛYAN'

Amed anî ziman, berxwedana niha dewama berxwedana 14'ê Tîrmehê ye û berxwedana Sakîne Cansiz a li zindana Amedê bi bîr xist: "Berxwedana gel û jinên Kurd, şînbûna tovên 14'ê Tîrmehê ye. Ew ruh mezin bû û xwe gihand vê rojê. Berxwedana Sakîne Cansiz û hevalên wê, xeta berxwedana jinên Kurd zelal kir. Leyla Guven jî bû şopdarê Sakîne Cansiz û jinên Kurd ên berxwedêr hemûyan."

Amed diyar kir, divê jinên Kurd armanc û mesaja Guven baş fêhm bikin, li gorî wê bikevin nava liv û tevgerê û got, "Divê dengê xwe li ber faşîzmê bilind bikin. Bi rengekî topyekûn êrîş tê kirin, wê wextê divê berxwedan jî bi rengê topyekûn be."

'EGER CPT Û DMME BI RASTÎ JÎ MAFÊN MIROVAN DIPARÊZIN, DIVÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ'

Di dewama axaftina xwe de berpirsyarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û got, "CPT, DMME û saziyên mîna wan ji bo mafên mirovan hatine avakirin. Li her derê êrîş li dijî gelê Kurd tên kirin, xaka wan hatiye dagirkirin, sûcên şer li dijî Kurdan tên kirin. Rêber Apo rêberê gelekî ye. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mafên mirovan hatine binpêkirin, lê belê van saziyan helwestek nîşan nedan, gavek neavêtin.

Ev yek jî nîşan dide ku ev sazî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin. Eger ev sazî bi rastî jî ji bo mafên mirovan bin, divê li gorî wê tevbigerin. Girîng e CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê."

Amed di dawiya axaftina xwe de berxwedêrên zindana silav kir û got, "Berxwedana wan dîrokî ye, dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Em ê biryardariya xwe rê li ber serketinê vekin. Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê nesekinin. Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Ev yek ji bo me wezîfeya mirovatiyê ye."