Berxwedana ji bo çarenûsa xwe

Di nav tevgera PKK’e de her pêkhateyek dikare nûnertiya xwe bike. Li çiyayên Kurdistanê şervanên Ereb, şervanên Kurd û şervanên enternasyonalist jî ji bo azadiya xwe gerîlatiyê dikin.

Gerîlayê HPG’ê Redûr Agir, li ser beşdarbûna xwe ya di nav tevgera PKK’ê de axivî û got; “Navê min Rêdûr Agir e, ez ji Bajarê Minbicê me. Min 2016'an tevger nas kir. Dema hemleyê Minbicê çebû, ez di wê pêvajoyê de tevlê bûm. Tevlêbûna min li ser esasê helwestê bû, hêrsa min li hember çeteyên DAÎŞ'ê hebû, ji ber ku her tim qatliam, îşkence, zilm û zordariya ku li ser me dimeşandin, bi vê armancê tevlê bûm. Destpêkê min tevger xweş nasnedikir. Piştre hedî hedî min nas kir. Piştî wê pêvajoyê, min biryar girt ez werim çiyayên Kurdistanê. Beriya vê min hinek pirtûkên Rêber Apor xwendin û min hinekî nas kir. Bi rastî jî ser min pir bandor kir. Hîn zêdetir meraqa min çebû û xwestekê min a legerînê wiha çebû. Fikir û felsefeya wê çawa ye, jiyana li serê van çiyayan çawa ye, însanên kû li sere çiyayan dijîn çawan in, rastî meraqa min pir çebû, min dest bi lêgerînê kir. Min perwerdeyekî bingehin dît.

Di rojên destpêkê de hinek zehmetî çêbûn. Bi alîkariya hevalan ez fêrî gelek tiştan bum. Dema mirov bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne, rastî jî mirov fêrî jiyanê dibe. . Ev hemû bi fikrên Rêber Apo çêbun. Disa him şoreşa Rojava hem jî şoreşa gelan bi vî awayî pêk hat. Ev hişt ku ciwan, jin, xort, civak, pêkhateyên ku li Surîyê dijîn, bi ramanê Rêber APO şiyar bun.’’

Gerîlayê HPG’ê Rêdûr Agir diyar kir yekbûna gelan encax bi têkoşînê dikare pêk were û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi şoreşe Rojava cara yekemîn kêmar, netew bi hev re dijîn û ev jî bi tevgera PKK’ê çêbû. Îro derket holê kumînakê herî mezin li Rojava û Bakurê Surîyê ye, li Rojava şoreşê gelan û biratiya gelan heye, ev şoreş bi armanca hemû netew, hemi gel di bin siwanekî de kom bibin xwe saz dikin. Bi hev re hêza xwe ya cewherî ava dikin, hêzên derve naxwazin hêza gel ava bibe. Gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Sûryan, gelê Aşûr gelên berê bindestî jiyane, bi hêza xwe xwedî li hebûna xwe derdikevin. Disa hêzên dagirker ji ve hêzê tirsiyan û roj bi roj erîşê gelên heremê dikin. Li rojava û li Rojhilata Navîn yên ku beramberê ve dagirkeriyê disekine, tevgera PKK’ê ye. Dema mirov ve parçêbûyînê dibînê û li xwe dinere, şerê gerila, berxwedana gerila, tiştekî bivênevê ye. Pêwîst e mirov pergalê, hêzên serdest baş tehlîl bike. Niha, em dixwazin, bi ramanê Rêber Apo, gerilatiyê û pêşengtiya civakê bikin. Rojava ji bo çarenûsa xwe li ber xwe dide."