'Berxwedana Heftanînê wê faşîzma Osmaniya nû hilweşîne'

Ji fermandarên HPG'ê Rizgar Êrsî diyar kir ku Cenga Heftanînê bi artêşa dewleta Tirk re sendromek çêkiriye û destnîşan kir, ev berxwedan wê faşîzma Osmaniya nû hilweşîne.

Ji Fermandarên HPG’ê Rizgar Êrsî têkilî Cenga Heftanînê, şikandina artêşa Tirk û berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiya Kurdistanê axivî. Êrsî got, ‘’Gelek Çalakiyên bi bandor li ser dewleta Tirk hatin kirin. Bi taybet şerê Şeşdara mînakên berxwedaniyê pir mezin in. Dîsa li Xantûr bi rihê Şehîd Rûstem Çawa xwe bi zinarên çiyayên Kurdistanê davêje ji bo dîl nekeve destê dijminê xwe ev mînak in. Li tû cihî nayên jiyîn. Ancax mirovên bi azadî, hevaltî û doza gelê xwe ve girêdayî dikarin vê seknê nîşan bidin. Di nav gerîla de teslimiyet nîne. Heger çend gav paşda biçe ji bo piştre derbe li dijminê xwe bide paşde diçe, ne ji bo heremê berde.‘’

Fermandarê HPG’ê her wiha got: ‘’Ji Heftanîn gelek ders hatin derxistin. Ew dizane ku heger li vir darbên giran xwar û nekarî pêş de biçe heger bikeve heremeke din wê hilweşe, wê bişkê. Jixwe bi artêşa dewleta Tirk re weke sendromek çêkiriye. Yê xwe nexweş dike, yê xwe davêje. Heger li heremeke din dewam bike di artêşa fermî û yê bi para wê şikandinekî çêbibe. Ew plana ku ji bo me weke çokdanîn behs dikirin, wê vê carê were serê wan.’’

‘GERÎLA LI HEFTANÎNÊ TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DIKIN’

Bi berfirehî nirxandina yek ji Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî wiha ye:

‘’Êrsî wiha got, ‘’Li ser pêngava 15’ê Tebaxê 36 sal me derbas kir, Em ketin sala 37’an. Bi vê wesîleyê em Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li Rêber APO, gelê me yê welatparêz û gelê Rojhilata Navîn û tevahî hevalan re pîroz dikim. Di kesayeta fermandar Egîd de hemû Şehîdên şoreşê bi bîrtînim. Dîsa em dikevin saleke din li ser êrîşên dewleta Tirk a Dagirker ên li ser Herema Heftanînê. Par di 23’yê Tebaxê de dijmin êrîşek anî ser Heftanînê bi navê Penç. Di dîroka me de li ser herema Heftanînê gelek operasyon Pêk hatin, lê hemû Operasyonên wan bê encam man û bêgav man ku vekişin.

Piştî 2016’an dijmin jî taktîkên xwe guhartin, li ser esasê ku bikevin cihekî û lê bimînin taktîk danîn. Ji ber vê sala 2016’an li çiyayên Cîlo, Zagros, heremên Ertûş û Avaşînê operasyonên berfereh kirin. Piştî wê di sala 2018’ an de li Xakurkê operasyon kirin. Lê nikarîn encam bigrin. Ji bo ku rojeva cîhanê û Turkiyê biguherin vê carê operasyon birin ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet li ser Afrînê. Di sala 2019’ an de jî him li Xakurkê li ser hinek heremên nû, û him li ser Heftanîn operasyon dan despêkirin. Heman demê li Girêspî û Serêkaniyê operasyon dan despêkirin. Îsal jî operasyona xwe ya li ser Heftanîn dewam kirin. Ango ev salek e li ser herema Heftanîn operasyoneke berfereh heye. Par hedefa wan ew bû ku heya 30’î Tebaxê encam bigrin. Ji ber ku tê zanîn 30’ê Tebaxê weke cejnekê serkeftinê bi nav dikin lê belê rastî berxwedanekî mezin ya gerîlayan hatin. Gerîla li herema Heftanînê tekoşîneke bê hempa kirin. û di wî şerî de gelek hevalên me yên hêja Şehîd ketin. Di şexsê Heval Rûbar, Zagros û Bêrîtan de, îsal jî di şexsê Fermandar Zelal, Esmer, Nûcan, Rûstem, Memyan û gelek hevalên di berxwedana Cenga Heftanînê de Şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînim. Hemû hevalên li hember vê dagirkeriyê tekoşiyan û li ber xwe dan silav dikim.

ENCAMA ÊRÎŞÊN WAN A SALEKÊ, BINKEFTINA WAN E

Armanca dewleta Tirk dagirkirin Kurdistanê tevahî ye. Ev rewş ji alî her kesî ve baş tê zanîn. Lê berxwedana gerîla rê nade wan. Bi rastî par dema operasyon dest pê kir di roja dûyan de bi pêşengtiya Heval Zagros de li girê Partîzan derbên pir cidî li dewleta dagirker hat xistin. Heval ketin gir. Derbên giran li dijmin dan û bi selametî vegeriyan. Dîsa bi pêşengtiya Şehîd Merwan êrîşên dijmin pûç kirin. Piştre li girê Konferansê çalakiyekî bi bandor kirin. Jixwe piştî wê rêzeçalakiyên gerîla her dewam kirin; çalakiyên sekvanî, çekên giran, çalakiyên taybet, heta ku ketin nav dijmin. Ser vî esasî dewleta Tirk a dagirker fêm kir ku nikare pêş de were û gelek cihên xwe yên par girtin berdan û hêzên xwe li cihên din kom kir. Ji ber dewleta dagirker fêm kir ku ne hêsan e ku bikevin qadên ku gerîla lê ne. Esas dema dewleta Tirk şikest, jixwe di demên dawî jî hat dîtin, dema dişke raya giştî bi rêya şerê taybet dixweze li ser lingan bigre. Nexwe lı kûderê operasyon kirine, operasyona bi ser neketine, dawiya wan tim têkçûn e. Nexwe armancê wan ne girtina çend giran e. Jixwe girên li ser sînorên Bakur û Başûrê Kurdistanê ji berê ve ango ji salên 97’an û şun de gelek gir girtibûn. Ango xetek ji mayîn, kelekol û parastin ji xwe re çêkiribûn. Hinceta ku gerîla bi ser Başûrê Kurdistanê diçe bakur ew dereweke pir mezin e. Raste gerîla li hemû beşên Kurdistanê heye û ji bo wî beşî têdikoşe. Ji ber ku gerîlayê Apoyî ji bo tevahî Kurdistanê şer dike. Ji ber vê dewleta dagirker a Tirk dizanin ku heta gerîla bêbandor neke ew serkeftina ku dixwazin nikariin bi cih bînin. Jixwe hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo wan hedef e lê astenga sereke gerîlayên Kurdistanê ne.

Ji bo wê jî dema par operasyon dan despêkirin, demek diyar kiribûn ji bo îlankirina serkeftina xwe, lê dîtin ku nabe, gerîla heremên xwe berneda, li berxweda û her darbe lêde, çalakî bir ser û heya biharê çalaki hîç ranewestiya. Lê planeke wan a dagirkirna Başûrê Kurdistanê di rojeva wan da ye û çiqas di zemanekî kurt de vê planê pêk bînê ewqas ji bo wan baş e. Esas armanca wan di nav çend salan de sînorên Mîsak-î Milî bixê bin kontrola xwe. Ango armancê nû ya rêveberiya faşîst a Tirkiyê ev e. Lê vê yekê ji bo raya giştî eşkere nake. Di planê xwe ya dagirkeriyê dide eşkere kirin lê dema ku bixwaze Başûr yan jî Rojavayê Kurdisatanê bike hedef, PKK’ê dike hincet. Ji bo wê hevkariyekê bi hikumeta heremê û dewletên heremê re dike. Fermî nebe jî, gerîla dike hincet û weke ku ji bo wan jî başme pênase dike. Wisa dibêje ku wê piştî gerîla tine bike wê vegere, lê ev xapandinek ie. Tiştek wisa nîne.

JI HER ALÎ VE GERÎLA ÇALAKÎ PÊŞXIST

Wek me gotî di planê wan de Başûrê Kurdistanê hedefeke sereke ye. Çiqas serkeve yan jî sernekeve, ew girêdayî tekoşîna gerîla ye ku jixwe heya niha plana wan bi ser neketî ye. Lê di baweriya me de ev operasyonên wan ne serkeftî ye. Berê jî me anî bû ziman, serkeftina wî hinek cihan digre, dema serkeftina wan ya ku gerîla lewaz bike û paşda bixê, nîne. Ji bo wê îsal xwest vê temam bike. Di şeva 16’ê Hezîranê de belafirên şer rakir ser Heftanîn û gelek qadan bumbebaran kir û leşkerên xwe daxist. Lê heya bi cih kir jî gelek darbe xwer, berê xwe da kijan cihî gerîla li pêşiya wan derketin. Esas di nav van herdû mehan de gerîla berxwedanî kir û ne rawestiya. Di şeva yekê de dema hatin girê Dûpişk, girê Şehîd Bêrîvan û xetê Kato Solê, di her sê cihan jî gerîla darbên giran lêdan. Jı ber vê berxwedanê, dewleta Tirk nikarîbû xetekî bigre. Vê carê xwest ji kêlekan ve êrîş bike û bigire, berê xwe da Qesrokê, li wir jî derbên pir ciddî xwer.

Li gor me girîngiya cihekî girtin û tê de mayîn nîne. Li gor tarzê şerê berê hin cih hene ku, kî li ser serwer bibe ew bi ser dikeve. Lê di şêwazê şer a nû da ew cih em tê de nebin jî dibe. Mesele Xantûr û xeta Şeşdara piştî 10 roj şûn de da girtin, lê nekarîn berîla ji wir derxe. Heke berê bûye wê gerîla manavre kiriba û bi şêwazekî dîsa ketiba heremê. Lê di tarzê nû ya şer de çiqas ew cih girtibe jî, lê nikare gerîla ji wir derbixe. Di salekê de bê kêmanî 200 çalakî hatine kirin. Piranî çalakiyên hevalan bi encam û serkeftî bûne. Bi taybet li Girê Şehîd Şêxmûs, hevalan bi awayekî fedayî ketin nav û çend çeper bi giştî rûxandin û dest danîn ser çeken wan, çalakiyekî serkeftî bû. Dîsa bi çekên giran û hwd. leşkerên dewleta Tirk a dagirker neçar man çend caran werin guhertin. Ji par ve deh caran hêzên xwe guhertin.

SEKNA GERÎLA SEKNA QEHREMANANE

Par dewleta Tirk giranî neda cerdevanan. Bêguman par jî cerdevan hebû lê ne wek operasyona îsal bû. Par dît ku nikare bi riya leşkerên xwe encam bigre. Îsal giranî dan teknîk, bejahî jî giranî dan cerdevanên gudan yên ku bi salan e xwe firotine. Lê di rastiyê de em tevgereke şoreşger in, berê Kurdistan hatiye parçekirin, li ser gelê Kurd lîstok çêbûne, gelê Kurd hatiye xapandin, bi pereyan dixwazin Kurdan bidin xapandin û li hember gerîla bidin şerkirin. Em vê baş dizanin. Ev 36 sal in şer heye. Lê em dikarin wan efû bikin. Ango dijminahiyekî me ya em hîç wan efû nekin nîne. Kengî cerdevan dest ji çek berdin, an jî dev jê bernedin li gundê xwe bimînin, ti zerar naghêjê wan. Lê dewleta Tirk baş dizane bi leşkerên xwe nikare operasyon bike û bi serkeve. Vê carê bi riya cerdevan, çete û kontra ew bûn hêza sereke ya operasyonê. Li kêlek istîxbaratê li erdê jî heye. Bi vê hêzê şer dike, ne bi leşkerên xwe. Ev hêza ku şer dikin jî hêzekî bi pere ye, bi pere şer dike. Ango dizanin ku ne mafdar in. Ji ber wê di gelek eniyên şer de destan hatin nivîsandin. Mirov çi bêjê kêm e.

Lehengtiya xeta Şeşdara bi pêşengtiya Şehîd Zelal û Esmer û Hevalên bi wan re hat dayîn bi gotina nayên pênase kirin. Mirov ger xwe bixe dewsa van gerîlayan tiştên destanî tên avakirin. Di moral de, hêvî de, bawerî de, cesaret de bi berxewdanî rastî çi qisurek nîne tê de. Ji bo vê jî gelek Çalakiyên bi bandor li ser dewleta Tirk hatin kirin. Bi taybet şerê Şeşdara mînakên berxwedaniyê pir mezinin. Dîsa li Xantûr bi rihê Şehîd Rûstem Çawa xwe bi zinarên çiyayên Kurdistanê davêje ji bo dîl nekeve destê dijminê xwe ev mînak in. Li tû cihî nayên jiyîn. Ancax mirovên bi azadî, hevaltî û doza gelê xwe ve girêdayî dikarin vê seknê raber bikin. Di nav gerîla de teslimiyet nîne. Heger çend gav paşda biçe ji bo piştre derbe li dijminê xwe bide paşde diçe, ne ji bo heremê berde.

LI PÎRBULA PERGALA WAN BELAV BÛ

Herî dawî li xetê Pîrbûla û Minînê şer rûda. Dîsa di 8’ê Tebaxê li xetê Pîrbula berxwedaniyeke pir mezin hate kirin. Bi pêşengtiya rêheval Warşîn û hevalên pê re piştra şehîd ketin. Heval Sorxwîn, Mazlum û Ferman. Şerê pir mezin qewimîn. Heval wan dorpêç dikin. Di esas de leşkerên dewleta Tirk, cerdevan, çete û kontra heger mirov hinekî din li ser bisekiniya wê teslîm bibûna. Wê 20 leşker teslîm bibûna. 50 heya 60 leşker anîn li ser cihekî hevalan. Hevalan êrîş birin ser wan, ji wan kêmî 20 kes saxlem vegeriyan. Yê ku zivirî jî çanteyê xwe, çekê xwe hişt û reviyan. Lê behs nakin. Ne çapemeniyê dewleta Tirk, ne yê Herema Başûr behs nakin. Çima? Heger lewaztiyên wan derkevin holê, wê gelê me yê Başûr û cîhanê vê rastiyê bibîne. Lê vê yeke vedişêrin. Leşkerên wan qîr dikin û ji qada şer direvin. Piştî 6 rojan hatin cenazeyên xwe birin. Bi êrîşekî nû bi skorskiya hatin cenaze birin. Ne digotin hatine kuştin, digotin hûnda bûne. Ji bo vê jî salekî pir tejî derbas bû. Rast e ev şer giştî heremê Kurdistanê tê meşandin li hember dewleta Tirk, li her dere êrîş heye. lê Artêşa Tirk a pere û çete niha Başûr Kurdistanê kirine navenda xwe yên êrîşan. Heger Başûrê Kurdistanê bigrin wê çaxê wê planê xwe ya dagirkirina beşên din yên Kurdistanê bixin piratîkê. Hemû hebûna xwe niha li ser vê rastiyê dane avakirin. Weke Gerîla li Heftanîn em vê rastiyê dizanin, ji bo vê jî hemû eniyên li Heftanîn şer lê hat meşandin, berxwedaniyek pir mezin hatie jiyîn. Heman demê xetên Bktoriye û derdurê gire Kartal, Şehîd Gever, gerîla li wir jî pêşî dijminan girtin. Dijmin xwest van hereman bigre, gelek hereman ji hevdû qut bike. Lê Gerîla nehîşt.

DEWLETA DAGIRKER LI HEFTANÎNê BI SER BIKEVE, WÊ HEREM WEK XWE NEMÎNE

Gelê me yê Başûr û yê Kurdistanê bi tavahî pêwîst e vê rastiyê zanibin. Heger em dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin ew ê nekaribe pêş de were, ew ê Kurdistanê dagir neke. Lê heger her kes eleqeder nebe, û vê êrîşê hember xwe nebîne. Weke kesên li başûr civînan ji gel re çêdikin û dibêjin ji PKK dûr bikevin, sedema van êrîşan PKK ye. Em û Tirk dostê hev in, em ê ticaret bikin, hûn ê dewlemend bibin. xapandinê di dîrokê li ser gelê Kurd hatiye meşandin cardin dixwazin pêş bixin, û di sedsala 21’ê de dixwazin carekî din vê xapandinê temam bikin. Nexwa kî nizanê hedefe dewleta Tirk Kerkuk e. Ji xwe niha li Kerkukê xwe rêxistin dikin, Tirkmenan bi çek dikin û rêxistin dikin, li hember Başûrê Kurdistanê wekî cihekî xweser başûr jî dorbêç bikin. Ma leşkerên wan li Başîqa çi dikin. Niha leşker li sînorê Silêmanî bi cih bûne, çi kare wan li wir heye. Li Başûr heger em xetên Parastina Medya bigrin nav de, zêdetir 50 heya 60 noqte çêkirin. Başûr hatiye gagirkirin. 400 heya 500 gundên Başûr hatine valakirin. PKK ne sedem e ku ev gund hatine vala kirin.

Hemû rêveberiyên tevgera Apocî, hemû gerîla jî gotine. Heger dewleta Tirk li Başûr nebe, çi pirsgirêkeke me li vir nîne. Heta em amade ne alîkarî jî bikin li kêlek parastina wan. Lê ev lîstokên wan in, Kurd Kurdan bikuje. Hikumeta Bexdadê jî pêwîst e vê rastiyê bibîne. Dewleta Tirk axa Îraqê parçe dike. Ji bo vê jî bi riya diyalogê û çareserkirinê van mijaran em ne li dijî wê ne. Ne li dijî dewleta Îraqê û hikumeta Başûr in. Vayê Fermandar Heval Egîd Garzan çû hevdîtinê bi fermandarên Artêşa Îraqê gutubêj bikin, lê dewleta Tirk ew kirin hedef û şehîd kirin. Heger li pêşiya dewleta Tirk neye girtin, di pêşerojê de ti dewletek li heremê wê weke xwe nekaribin bimînin. Wê di bin serweriya komara faşîst ya Tirkiyê de bimînin, wê bibin eyaletekî di avakirina Osmaniya nû de. Di Osmaniya nû de dîktatorîzim zêdetir li pêş e. Ji ber ev konseptê li ser heremê, dagirkirina herema Rojhilat Navîn e, bi taybet Kurdistan e. Ji bo vê jî berxwedan û sekna gerîla berxwedanekî bêhempa ye. Bêgûman me gelek şehîd dan, lê şehadet dayîn ji bo parastina axa Kurdistanê ye. Ji bo parastinê gelê me yê başûrê Kurdistanê ye. ji ber dagirkerî ger bi cih bibe wê van deran bernede.

GERÎLAYÊN SEDSALA 21’ AN PARASTINA NIRXÊN MIROVAHIYÊ DIKIN

Tirsek li ser herema başûr hatiye avakirin. Mînak li Zaxo raperînek çêbû. Li hember desthilatdariya ku hevkariya Tirkiyê dike û derfetên başûr pêşkêşî faşîst Erdogan û Bahçelî dikin, ango alîkariya wan dikin. Dewleta Tirkiyê tiştek ji Başûr digre diçe li Rojavayê Kurdistanê bikar tîne. Pêwîst e em di vê xalê de zelal bin, yê ku dîsa hunda dike gelê me yê feqîr e. Rojekê gerîla li hember Dewleta Tirk nasekine. Wê destê xwe bihejînin û gelek deverên başûr dagir bikin. Îsbatê vê yeke jî Pîrbula, gundê Banikê, xeta gundê keşanê ku niha ji xwe re kirine sînor û pêşmerge û artêşa Îraqê lê bi cih bûne. Li ber çavên wan çima dewlet Tirk tên malên gundiyan dişewitînin? Dewleta Tirk a faşîst ne xêrxwazê gelê me yê başûr e. Kengî PKK lewaz bike, gerîla parastina başûr neke, wê demê çi bixweze wê li ser başûr bike. Divê mirov ji dewleta Tirk bawer neke. Civaka Tirkiyê jî li ser vê xalê hatiye xapandin. Rejîma Tirkiyê dijminê gelan e. Lê ji bo serweriya xwe bide ferz kirin, pêwîst dike gelê Kurd qir bike. Ji bo vê yekê konseptê tunekiria gelê Kurd sazkar kirin Lê dîsa yê ku li hember wan dibe asteng, nahêlê zulmê li ser gel bike, gerîla ye. Rastî jî van hevalên me yên şer dikin û şehîd dikevin cihê wan yê rûmetê ye. Wê dîrok vê yeke baş pênase bike. Wê di demên pêş de her kes fêm bike ku gerîla ne tenê ji bo vê kêliyê xwe biparêzin, lê belê ji bo parastina gel û axa Kurdistanê ye, ji bo biratiya gelan, ji bo wekheviye di navbera hemû zindiyan e. Ango gerîlayên sedsala 21’an gerîlayên parastina nirxên mirovahiyê ne. Ev berxwedanî ji wê hêzê û wê nirxê tê girtin. Rêbertiya me di tecrîdekî girankirî de ye, di nav berxwedanê da ye, gelê me bi her awayî di nav berxwednê da ye. Gerîla jî zêdetirî 40 salaln e li ber xwe dide. Yanî dijmin bawer dike ku wê bi vî şiklî bi ser bikeve lê ne wisa ye.

PÊŞKETINÊN MEZIN DI TAKTÎK DE ÇÊBÛNE

Li herema Heftanîn berxwedaneke pir mezin heye. Gerîla mîna qehremanan di nav hewildanê de ye ku dijmin paş de bibe an jî darbe lêbide. 24 demjimêran bê rawestandin berxwedanî heye. Gelek hevalên me ji despêka operasyonê heya niha di nav de ne, pir bi moral, heyecan û bi berxwedanî şer dikin. Dibêjin ew ê nehêlin ku dijmin bikeve Heftanîn, ger bikeve jî ew ê darbe li wan bidin û wan rehet nehêlin. Di tarz û taktîkên şer de pêşketinên mezin heye. Li ser xweparastin û darblêdanê her hevalekî xwe pêşxistiye û bûye xwedî astekê. Ev rewş wê her ku biçe hîn zêdetir bi pêş bikeve. Ji ber ku gerîla di serdema nû de guhertinên ciddî dide avakirin. Gerîla di bin bandora şerê taybet û teknîkê de namîne.

PDK RASTIYA FAŞÎZMÊ NABÎNE

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî zerar dibîne. Li kûderê şubhe li ser bicihbûna gerîla hebe lêdide, gerîla nebe jî dîsa lêdide. Di encamê de gel zerar dibîne, agir digre daristanên gel û mecbur dimînin malê xwe berdin. Ango zulmekî pir mezin li ser gel heye. Rêxistinên başûr rastiya ku gerîla li berxwedide berovajî dikin, gelê me yê başûr şaş agahdar dikin lê em bawer in ku gelê me yê başûr vê rastiyê dibîne. Ev ne serdema kevn e. Her roj gel dibîne em çawa şer dikin û dijîn, ev hemû ji bo başûrê Kurdistanê ye. Çi qas ji bo bakur em bi dilxwazî şer dikin, ewqas ji bo başûr e jî. Armanca gerîla tenê xizmet û parastina gelê Kurdistanê û heremê ye. Em li ser vê paradîgmayê têdikoşin, yê ku DAÎŞ llewaz kir, yê ku li hemberî planên tinekirin û qirkirinê sekinî gerîla ye. Ka bila hikumeta başûr carekê derkeve û bêje ew dixwazin gelê me azad bijî, mafê wan yê azadî û serfiraziyê hebe. Wê demê wê êrîşa faşîzma Erdogan û Bahçelî li ser van kesên ku hevkarî dikin, li ser parlemantoya başûrê Kurdistanê wê çêbibe. Bahçelî derdikeve û çi xeber hebin ji mala Barzanî re dibêje. Ne wan wekî gel dibîne, ne wan wekî mirov dibîne, ne alê wan qebûl dikin, dibêjin aşîretekî çima em wan esas bigrin. Ma ne ew bûn gotin ew ê di şevekî de Hewlêr bigrin. Bila derfet bibîne wê êrîş bikin. Bahçelî aqilmendê Erdogan . Yê ku êrîş dike, mala Barzanî reş dike Bahçelî bixwe ye. Pêwîst e ev rastî zû were fêmkirin.

HATINE ASTA ÇOKDANÎNÊ

Dewleta Tirk bi şovenîzmê tê naskirin. Nimûne, bala mirov dikşînê dema êrîş dikin di rojên wan yên taybet yan jî di rojên me yên pîroz û taybet de êrîş dikin. nijatperestî serwer e. Dîrokê berovajî dike û dixwaze bi hikmê piskolojîk serkeftinê xwe raghîne. Em careke din bêjin, bila gelê me pişt rast be. Gerîla xwîna xwe dirjîne ji bo parastina vê axê, tiştekî me paşde bibe nîne. Carna em xwe rexne dikin çima em şêwazên bi hêztir lênadin û xwe naparêzin, em xwe rexne dikin. Bi rastî salek derbas bû. Dewleta Tirk hemû hêza xwe xiste dewrê. Jixwe em ketin meha sisîyan lê ew armanca ku ji bo 15 rojan dabûn pêşiya xwe hîn jî pêk nehatiye. Ji ber vê êrîşên hewayî zêde dike, bi bejahî dizane wê derbên giran bixwe. Dizane gerîla li her derê xwe amade dike. Ji Heftanîn gelek ders hatin derxistin. Ew dizane ku heger li vir darbên giran xwar û nekarî pêş de biçe heger bikeve heremeke din wê hilweşe, wê bişkê. Jixwe bi artêşa dewleta Tirk re weke sendromek çêkiriye. Yê xwe nexweş dike, yê xwe davêje. Heger li heremeke din dewam bike di artêşa fermî û yê bi para wê şikandinekî çêbibe. Ew plana ku ji bo me weke çokdanîn behs dikirin, wê vê carê were serê wan.

RÛMETA GELÊ KURD TÊ PARASTIN

Gerîla ji par de li Hefatanîn şerekî dijwar dimeşînin, rûmetê gelê Kurd tê parastin. Em bawer dikin gelê me vê rastiyê bibîne, bi lîstokên dijmin neyê xapandin. Çi derdekî me nîne gel li hember PDK derkeve. Kîjan Partî bi berjewendiyên gelê xwe de be bila gel piştgiriya wî bike. Gelê me gelekî welatparêz e. Gelek berdêl dane, gelê başûr Enfal dîtiye, Helepçe dîtiye Lê ruxmê wê jî radestî dijminê xwe nebûye. Ev hişyariya gel em pîroz dikin. Ji destê wan were gerîla bi tene nahêle. Lê jibo mijara ajan û endamên MÎT’ê bila gelê me hişyar be. Ger ew nebûna dewleta faşîst nedikarî êrîş bîne ser gerîla û gel. Lê em ê vê yeke nehêlin ji dijmin re, em ê tola wê hilînin.

Dîsa ez hevalên ku di Cenga Heftanîn de şehîd ketin bi rêzdarî bi bîrtînim, hevalên niha li ber xwe didin li hember dagirkerî şer dikin, tekoşîn dikin ez wan silav dikim û serkeftinê dixwazim.’’