Berxwedana Amedê: Qeyûm karmendên mêtingeriyê ne

Berxwedana li Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan didome. Di çalakiyê de ji bo yekîtiya neteweyî bang hate kirin. Ji bo qeyûman jî hate gotin ku karmendên mêtingeriyê ne.

Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 11'an de ye. Parlamenterên HDP'yî, hevşaredar û şêniyên Amedê tevlî çalakiyê bûn, ya li kolana Lîseyê.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz beriya daxuyaniya çapemeniyê axivî û diyar kir ku wê her roj li qadan bin û got, "Em qeyûmên wan nas nakin."

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik jî got, "Qeyûm ne tenê li sê bajaran hatin tayînkirin. Li hemû bajarên Tirkiyeyê hatin tayînkirin. Bila bajarên din nebêjin, 'em azad in', qeyûm ji bo her deverê hatin tayînkirin."

Ji Platforma Muşawîrên Malî Amîne Demîr jî diyar kir ku ew li bendê ne bajar ji aliyê hilbijartiyan bê birêvebirin û got, "Pêwîstiya welatekî herî zêde bi rewşeke demokratîk heye. Em dixwazin yên hilbijartî me bi rê ve bibin. Em naxwazin qeyûm şevekê ji nişkê ve bê."

Berdevka Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê Jiyan Tîmûrtaş jî destnîşan kir ku qeyûm 'karmendên mêtinger' in û diyar kir ku ew wan qebûl nakin. Tîmûrtaş anî ziman ku ew li dijî qeyûman û dagirkeriyê ne, lewma divê Kurd li dij vê feraseta dagirker rawestin û got, "Divê Kurd di bin sîwana yekîtiya neteweyî de li hev kom bibin."

Piştî daxuyaniyê ji bo 10 deqeyan çalakiya rûniştinê hate kirin.