Berxwedana Amedê didome: Divê Amed dengê xwe bilind bike!

Li Amedê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 26'an de didome, îro endamên meclîsa şaredariyê ya Şirnexê jî destek dane çalakiyê.

Berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 26'an de li Amedê didome. Beriya çalakiyê polîsên Tirk qada rûniştinên Kolana Liseyê ya li pêşberî Şaredariya Mezin a Amedê pêçan, kuçe û kolanên ku diçine ser qada çalakiyê bi wesayitên zirxî tije kirine.

Di nobetê de pankarta ''dest li vîna min nede' hate vekirin û gelek caran bi dirûşman hate gotin, ''Li dijî qeyûm serî rake'', ''Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'', ''li dijî qeyûm mil bidin hev'', ''Bi berxwedanê heta serkeftinê''.

Di çalakiya nobetê de wekîlên HDP'ê, endamên TJA'yê, nûnerên partiyên Kurdistanê, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan û gelek kes hazir bûn. Her wiha endamên meclîsa şaredariyê yên Şirnexê jî hazir bûn.

'DIVÊ AMED DENGÊ XWE DERXÎNE'

Wekîlê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işık axivî û got, ''Amed dilê me ye, çi dema ku Amed dengê xwe derdixîne Mêrdîn û Wan jî dengê xwe bilind dike, hêzên demokrasiyê dengê xwe derdixin. Em ê heq û hiqûqa xwe eta dawiyê biparêzin. Weke Yilmaz Guney gotî, bila dost û dijmin zanibin têkoşîna dijî dijmin wê bi ser bikeve, her kes wê bi ser bikeve. Bi teqezî em ê bi ser bikevin.''

Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan endamên meclîsa şaredariyê daxuyanî dan.

ENDAMÊN MECLÎSÊ GILIH KIRIN

Wekîla seroka komê Gulseren Akkûm jî got, ''Ti teblîxat ji me re nehat. Meclîs nehate feshkirin. Bi fikra ku em aktîf in me biryar li ser da ku biçin şaredariyê lê nehiştin ku em biçin. Kartên me xwestin lê karê nivîsê kartên me nedan me. Herî dawî ji me 2 kes hatin hilbijartin û em çûn şaredariyê. Bi midûrê karê nivîsê re em axivîn, got, ew ê kartên me nedin me û karê wan hatiye sekinandin. Em ê gilih bikin. Bi termekî hiqûqî ev rewş nikare were vegotin.''

Her wiha endama Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê Gulîstan Ataş jî got ti teblîxat ji bo wan nehatiye ew ê ji hêla hiqûqî ve li heqê xwe bigerin.