Berxwedana Amedê di roja 11'an de ye

Çalakiya rûniştinê ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î ya li Amedê di roja 11'an de ye.

Girseya gel li kolana Lîseyê li hev kom bû ku nêzî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye.

Di nava koma çalakger de parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Mûsa Farisogûllari, Salîha Aydenîz, Dersim Dag, Îmam Taşçier û Erdal Yildirim jî hene.

Girseya gel saet 11'an li hev kom bû û wê saet 13'an daxuyaniyekê ji raya giştî re ragihîne. Tevî parlamenterên HDP'ê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li herêmên cuda yên Tirkiyeyê tevlî çalakiyê bûne.

Ji 19'ê Tebaxê ve di serî de li Amed, Mêrdîn û Wanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, her wiha li derveyî welat ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên HDP'î çalakiyên protestoyî pêk tên.