Berxwedana li Wanê di roja 9’an de ye: Desthilat û qeyûm sûcdar in

Berxwedana li dijî desteserkirina qeyûman a li Wanê di roja 9’an de ye ye. Îro jî çalakiyên rûniştinê dom kirin.

Çalakî li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îpekyolûyê pêk hat.

Di çalakiyê de berdevka Meclîsa Jinan a HDP2ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li gel parlementer Mûrat Sarisaç, Muzzez Orhan, Abdulah Koç, Husyeîn Kaçmaz, Habîb Eksîk, Pero Dundar, Şevîn Coşkûn, hevşaredar, Dayikên Aştiyê û gelek kes amade bûn.

Li ser navê HDP’iyan Parlementera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemî daxuyanî da û got: “Hezar sal jî derbas bibin em ê li dijî vê hişmendiya qeyûman bin. Dixwaze li ser dijminahiya Kurdan û înkarê krîza dijî rake.

Taşdemîr bi domdarî got: “Desthilat êrîşî vîna gelê Kurd dike, dixwaze faşîzmê li ser lingan bihêle. Ti polîtîkayên ku li ser dijminahiya Kurdan tê kirin sernakeve û bi sernakeve.”

Taşdemîr diyar kir ku yên ku qeyûm wezîfedarkirine bila biçin şaredariyên Riha, Samsûn û Dîlokê lêkolîn bikin û got: “Wê bibînin bê ka alîkariya kîjan komên çete kirine. Yeke sûcdar hebe ew jî qeyûm in, desthilat e, yên pereyên gel dizîn e.”

Piştî daxuyaniyê wekîlan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştre HDP’iyan bi dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘Gelê Wanê nerazê xwedî li vîna xwe derkevin’, ‘Qeyûm wê biçin, em ê bimînin’ û ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ dawî li çalakiya xwe anîn.