Berxwedan astengiyan nas nake!

Her roj li wê qadê ye, her roj diqîre jê re dibêjin 'lalo' lê qêrîn û sekna wî, dengê wî li Amedê belav dibe.

Her roj li wê qadê ye, her roj diqîre jê re dibêjin 'lalo' lê qêrîn û sekna wî, dengê wî li Amedê belav dibe. Çi digot Helbestvanê nemir Arjen Arî;

Şêrgele hene; bê kêl û bê gorn

Şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron

Şêrgele hene, ji azadiya bi gon

Di bin axa sar de b’ axîn razayî!

BÛYE SEMBOLA BERXWEDANÊ

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin di roja 30 de li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê berdewam dike. Nobeta di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam dike. Her wiha bi pişgiriya welatî, komele, sazî, rêxistinên sivîl û endamên Meclîsa Dayikan çalakî didome. Ji hêla din ve dorpêça polîsan jî didome. Di 30 rojên çalakiyê de çalakvanê herî zêde balê dikêşe li ser xwe û bûye sembola berxwedanê Ferzende Maksut ê ker û lal e. Li gel ku Maksut, ker û lale jî hêrsa wî ya li dijî qayûm bi mîmikên rûyê wî û kulma destê wî ya tim li jore û 30 roje qet nehatiye xwarê derdikeve pêş.

30 SALE BÊ NAVBER DIXEBITE

Maksut di sala 1962’yan de li navçeya Lîcê ya Amedê hatiye dinê û di sala 1974’an de bi erdheja Lîcê bi malbata xwe re koçî navçeya Sûrê dike. Maksut, tevahiya jiyana xwe li Sûrê derbas kiriye. Maksut, di sala 1990’î de  HADEP’ê nas dike û ji wê rojê heta niha bi awayek çalak di nava xebatan de ye û dengê xwe bilind dike. Maksut, 30 sal e li navendên rêxistinên Kurdan kedê dide û her kes wî weke ‘laloyê fedekar’ nas dike. Ker û lale, jê re dibêjin 'lalo' lê qêrîn û sekna wî, dengê wî li Amedê belav dibe. Kêm jî be xwendin û nivîsandina wî heye û her danê sibehê bi Rojnameya Yenî Yaşam dest bi rojê dike.

BI ÎDIAYA DIRÛŞME BERZ KIRIYE HATE BINÇAVKIRIN

Maksut, di sala 1999’an de bi hinceta dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ berz kiriye li Rihayê tê binçavkirin û zêdetirî heftiyekê bi awayek bê guneh di bin çavan de tê girtin. Piştî heftiyek û vir de Maksut, sewqî Amedê dikin û li vir jî çendîn rojan di bin çavan de dimîne. Piştî ku polîs bi tu awayî nikarin îfadeya wî bigrin wî sewqî dozgeriyê dikin. Maksut, li pêş dozger ji ber ku lal û kere nikare parastina xwe bike û dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê dike. Maksut, derdikeve pêş dadgeh û dadgeh pirsan jê pirs dike, lê belê Maksut, ne fêm dike û ne jî dikare biaxive. Parêzerên wî parastina wî dikin û ji heyeta dadgehêre dibêjin Maksut, ker û lale. Her wiha heyeta dedgehê ji vê yekê bawer nakin û ji Maksut dixwazin ku li salona dadgehê dirûşmeyan bavêje. Doza Maksut, bi saetan dom dike û herî dawî heyeta dadgehê biryar dide ku wî serbest berdin.

BERÎ HER KESÊ BERÊ XWE DIDE QADA ÇALAKIYÊ

Piştî Maksut bi rojan dîl hat girtin, serbest hat berdan û li ber derê edliyeya Amedê nasnameya ku dewleta tirk daye derdixe û tu dike nasnameyê û diavêje ber deriyê edliyeya Amedê û berê xwe dide navenda HADEP’ê ya Rezanê. Ji sala 1990’an û vir ve Maksut, di ketina hundir ya avahiya hevserokatiya Amedê de rûdine û xêrhatina kesên tên hundir dike. Têkiliya Maksut bi hemû kesê re gelek baş e û her kesê bi dil germî pêşwazî dike. Piştî Wezîrê Karê Hundir di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê kirin, Maksut her roj berî her kesê berê xwe dide qada çalakiyê û bi sekna xwe, hêrsa xwe ya li dijî xespkirina îradeya gelan berz dike.

DI ÇALAKIYA GREVÊ DE JÎ LI WIR BÛ

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel, Dersîm Dag û Murat Sarisaç di 8’ê Adara 2019’an de li dijî  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatibû destpêkirin de, Maksut bi rojan li ber derî nobed girt û mêvanên ku dihatin serdana çalakvanan pêşwaziya wan kir. Heta ku çalakî bi dawî bû jî Maksut li avahiya HDP’ê veneqetiya.