Bernamzetên Amedê yên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin

Rêxistina Amedê ya Partiya Çep a Kesk tevî kesên ji bo bernamzetiya parlamenteriyê serî li partiya wan da civiya û piştre jî li navçeya Sûrê belavok belav kir.

Rêxistina Amedê ya Partiya Paşeroja Çep û Kesk (Partiya Çep a Kesk) bi bernamzetên xwe yên parlamenteriyê re civiya.

Piştî civînê jî li Sûrê bi hev re belavok belav kirin. Civîn, li hotêleke Sûrê hate lidarxistin û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan û endam û rêveberên MEBYA-DER’ê tev li civînê bûn.

Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk ê Amedê Abbas Şahîn di civînê de axivî û got ku dê îktîdara AKP-MHP’ê di hilbijartinê de têk bibin. Şahîn, bi domdarî wiha got: “Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt çareser dibe. Em ê piştî hilbijartinê jî bi hev re ji bo avakirina demokrasî û azadiya welêt bixebitin.”

Piştî civînê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gel bernamzetên parlamenteriyê li Qada Şêx Seîd û semta Şehîtlîk a Bajarê Nû belavok hatin belavkirin. Eleqeyeke mezin a welatiyan bo xebata hilbijartinê hebû.