Bernameya Newrozê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê diyar bû

Newroz wê îsal bi dirûşma "Faşîzm wê têk biçe, gel wê bi ser bikevin" li gelek bajaran bi rengekî girseyî pêk were. Bernameya pîrozbahiyên Newrozê wê li Farqînê dest pê bike.

Komîsyona navendî ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk tê, bernameya pîrozbahiyên Newrozê eşkere kir. Li gorî bernameyê, pîrozbahî wê 17'ê Adarê dest pê bikin û li 40 bajar û navçeyan bên lidarxistin.

Dirûşma sereke ya Newroza îsal wiha ye: "Faşîzm wê têk biçe, gel wê bi ser bikevin"

Pîrozbahiyên Newrozê wê 17'ê Adarê li navçeya Farqîn a Amedê dest pê bikin û heta 21'ê Adarê bidomin. Fînal jî wê li Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersîn, Nisêbîn, Cizîr û Geverê bê kirin.

BERNAMEYA NEWROZA 2018'AN

Bernameya Newroza 2018'an wiha ye:

17'ê Adarê: Farqîn, Qoser, Konya, Sêrt, Kocaeli, Antalya, Çewlik, Erdexan.

18'ê Adarê: Êlih, Mêrdîn, Pirsûs, Dîlok, Bursa, Dersim, Bedlîs, Mereş.

19'ê Adarê: Mûş, Colemêrg, Îdir, Semsûr, Agirî, Erxenî.

20'ê Adarê: Meletî, Bazî, Manisa, Dep, Qers, Hatay/Skenderûn, Enqere.

21'ê Adarê: Amed, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr, Edene, Mersin, Nisêbîn, Cizîr, Gever.

Li bajar û navçeyên din wê li gorî plansaziya herêmî û pêşniyaran, bernameya pîrozbahiyan bê amadekirin. Bi vî rengî tê payin ku li zêdeyî sed cihî Newroz were pîrozkirin.