Bernameya 4'ê Nîsanê ya Mêrdîn û Rihayê

Bernameya çalakiyên li Mêrdîn û Rihayê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên lidarxistin hate eşkerekirin.

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, li ser çalakiyên xwe yên ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixe, civîneke çapemeniyê organîze kir. Civîn li avahiya HDP'ê ya bajêr hate kirin û parlamenterê Mêrdînê Alî Atalan, endamê Meclîsa Partiyê Nazim Kok û endamên HDP û DBP'ê tevlî bûn.

Li ser çalakiyên 4'ê Nîsanê yên li Mêrdînê ev agahî hatin dayin:

* 3'ê Nîsanê wê gel berê xwe bide gundê Amara.

* Roja 4'ê Nîsanê wê li Mêrdîn û navçeyên wê pîrozbahî bêne lidarxistin.

* 5'ê Nîsanê wê li Nisêbînê panel û bernameya jinan were organîzekirin.

* 6'ê Nîsanê wê li Qoserê civîna gel pêk were û sînevîzyon bê nîşandan.

* 7'ê Nîsanê wê li navçeya navendî Artûklûyê civîna gel were lidarxistin.

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN LI RIHAYÊ

Li ser çalakiyên ku wê 4'ê Nîsanê li Rihayê werin kirin jî li avahiya HDP'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê li dar ket.

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu got, "Ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan, ji bo têkoşîna azadiyê em ê berê xwe bidin Amarayê. Em ê daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bi hev re bînin ziman."

Parlamentera Bedlîsê ya HDP'yî Mizgîn Irgat jî bal kişand ser rapora CPT ku hefteya bihurî hate eşkerekirin û got, "Di rapora CPT de jî işaret bi astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran re tê kirin û tecrîda girankirî tê destnîşankirin. Em ê jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tevî gelê xwe dakevin qadan."