'Berjewendiyên hêzên mezin rastiya niha ya Kerkûkê çêkir'

Dr. Dilşad Umer destnîşan kir ku “Encamên Peymana Lozanê heta îro berdewam dikin ku ew jî dabeşbûna Kurdistanê û berdewambûna metirsiyan e li ser gelê kurd.”

Dr. Dilşad Umer, nivîskar û lêkolerê dîrokê, di hevpeyvîna xwe de ya bi ANF’yê re behsa metirsiyên berdewam ên Peymana Lozanê yên li ser Kurdistanê bi giştî û li ser Kerkûkê bi taybetî kir.

Dr. Dilşad Umer der heqê bandorên Lozanê yên li ser gelê Kurd de wiha got: “Kongreya Lozanê ku di 24’ê Hezîrana 1923’yan de hate lidarxistin, encama wê ev rastî û rewşa îro çêkir. Konferansa Lozanê plana dewletên kolonyalîst bû li hember vê herêmê. Lewma heta niha jî ew rewşa ku Lozanê afirandiye, berdewam e ku ew jî dabeşbûna Kurdistanê ye. Sed sal di ser paşguhkirina neteweya Kurd re derbas dibe. Hemû ew metirsiyên ku di sed sala borî de bi ser xaka Kurdistanê de hatine, encama Lozanê bû. Heta ku Kurd ji bo çarenûsa Kurd û Kurdistanê biryara damezrandina statûyekê nedin, metirsî û komkujiyên li ser gelê Kurd wê berdewam bikin.”

Dilşad Umer li ser girîngiya bajarê Kerkûkê ya ji bo welatên mezin wiha axivî: “Kerkûk di nav xaka Kurdistanê de bajarekî girîng e. Çarenûsa Kerkûkê bi çarenûsa Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji bilî vê çendê jî, îro piraniya dewletên mezin û yên herêmî dibe ku li ser bajarên din ên Herêma Kurdistanê tawîzê bidin, lê belê li ser Kerkûkê bi tu awayî ne amade ne ku tawîzê bidin da ku Kerkûk bibe beşek ji Herêma Kurdistanê. Ji ber berjewendiyên li ser neftê, Kerkûk bûye xaleke girîng di çavê dewletên mezin de. Berî dabeşkirina Kurdistanê jî Kerkûk xala destbiserdegirtina dewletên mezin bû.”

Dr. Dilşad Umer di dawiya axaftinên xwe de ev tişt anîn ziman: “Li ser pirs û pirsgirêkeke taybetî bajarê Kerkûkê, dewletên mezin dikevin nav liv û tevgerê. Di encama Peymana Lozanê de berjewendiyên dewletên herêmî jî hatine parastin. Lewma destûrê nadin ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê. Karîgeriya pirsgirêka Kerkûkê û ya nefta wê ya li ser encama Lozanê ev rewşa niha ji bo me Kurdan afirand.”

Dilşad Umer Şiwanî kî ye?

Dilşad Umer nivîskar û lêkolerê warê dîrokê ye. Heta niha beşdarî gelek konferansên navneteweyî bûye û bi dehan lêkolînên wî di kovarên navneteweyî û erebî de hatine belavkirin. Li ser aborî, dîrok û civaka Kerkûkê xwedî çend kitêban e. Ji wan kitêban yek jî bi navê Nefta Kerkûkê û Rikaberiya Hêzên Mezin e.