'Beriya PKK'ê jiyaneke ku me binivîsanda tine bû'

Ti nivîs, ti peyv û ti hevok hevok nikare cihê pênûs û lênûsa ku gerîla di rojnivîsên xwe de dinivsîne bigre.

Ti nivîs, ti peyv û ti hevok hevok nikare cihê pênûs û lênûsa ku gerîla di rojnivîsên xwe de dinivsîne bigre. Gerîla rojnivîsên xwe bi wêneyên Rêberê xwe û yên hevrêyên xwe yên şehîd û bi gotinên wan dixemlîne. Ya rast, rojnivîsên xwe gelekî girîng dibînin. Hema bêje her gerîlayek xwedî rojnivîsekê ye. Hunermendên herî mezin gerîla bi xwe ne. Ji bo vê yekê jî dixwazin dîroka xwe, jiyana xwe ji nifşên nû re bi awayekî azad diyarî bikin.

Di rojnivîsên gerîla de bi giranî nivîsên li xwe şehîdan, Rêberê Gelê Kurd, bîranînên gerîla û erdnîgariyê hene. Ji xwe yên ku dijîn, dibînin, xweşî, zehmetî û êşa wê dikşînin dikarin bi tevahî rastiyên wê jî binivsînin. Ma ne ji xwe hevokên herî rast û mirovan bide hiskirin jî, bi hebra ew kesên ku vê ji kûrahiya dil û ruhê xwe de dijîn û tînin ser ziman e. Ji xwe hebra wane ku rastiyê vedibêje li ser pênûsa xwe. Gerîla bi rêya pênûs û lênûsa xwe gelek rastiyan hîs dikin.

Di nava gerîla de gelek kesên ku di jiyana xwe ya berê de xwendin-nivîsandina wan nebû, lê di nava PKK'ê de fêrî xwendin-nivîsandinê bûne û êdî bi xwe jiyana xwe dinivisînin hene. Gerîlayên ku rojnivîs dinivîsînin, van gotinan ji bo rojnivîskan dibêjin; "Ya rast em her tiştî li nava PKK'ê fêr bûn. Beriya her tiştî,  me ji jiyanê hes kir, wê demê jî me giringî da jiyana xwe û dahatûya xwe. Em rast bibêjin ku beriya PKK'ê jiyanekê ku me binivîsanda tine bû. Ji xwe jiyan neb, me yê çawa binivîsanda."

Belê me jî çend nivîsên ku gerîlayan di rojnivîsê xwe de nivîsandine û çawa giringî didin rojnivîsê xwe wêneyê wan kêşand. Ka em bi hev re rojnivisên wan û hestên wan bixwînin.