Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

Berê koçberan her li Minbicê ye

Hejmara mirovên ji ber zilma DAIŞ'ê koçî Minbicê dikin, roj bi roj zêde dibe. Ji duh û vir ve 2 hezar kesên din ên ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar bûne, xwe gihandin Minbicê.

Di nava 24 saetên dawî de ji nehiye, gund û bajarokên Mensen, Xafse, Xan El Hûmûr, Hûmûr, Ereba Kebîr û Der Hafîr ên li başûrê bajêr, 2 hezar kes kom bi kom hatin Minbicê.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li pêşiya bajêr pêşwaziya koçberan kir.

Piştre li herêma ewle ya li navenda Minbicê hatin bicihkirin.

Koçberan gotin, ew li bendê de cih û warên xwe ji aliyê QSD'ê û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Mİnbicê ve bên rizgarkirin.