Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan: Êrîşa li dijî jinan polîtîk e

Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, jinên ji ber vîrûsa koronayê li malê dimînin dibin hedefa tundiya mêr û got, "Komkujî û êrişa li dijî jinan polîtîk e. Li pişt van êrişan dewlet heye."

Jinê ku ji ber talûkeya vîrûsa korona li malê dimînin, dibin hedefa tundiya mêr. Di nava 20 rojên dawî de di hindirê malê de 12 bi tavahî 18 jin hatin qetilkirin. Tundiya li ser jinê nayê dîtin û rayedarên dewletê her roj bang dikin ku di malê de bimînin. Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan li ser mijdarê û tayînkirina qeyûman axivî.

‘KUJER HÊZÊ JI DEWLETÊ DIGRE’

Gokkan anî ziman ku jinê ku ji ber talûkeya vîrûsa korona li malê dimînin rastî tundiya mêr tên û wiha axivî: “Em weke TJA li hemberî vê rewşê bi fikar in. Rojên weke îro me texmîn dikir û hemû tevdîrên rojên wiha me girtî bûn. Lê belê dewletê dest danî li ser hemû tevdîrên hatine girtin. Hemû sazî û dezgehên jinan yên tevdîrê hatin desteserkirin û girtin. Li Tirkiyeyê di roja îro de dewlet bi ti awayî jinê  naparêze û hemû derfetên ku jin bikare xwe biparêze ji dest digre. Jinên ji aliyê mêr ve tên qetilkirin hêzê ji desthilatdariyê digre û desthilatdarî mêrên kujer diparêze. Hikûmeta AKP bi zagonên xwe dixwaze di her alî de jinê hewcedarî mêr û dewletê bike. Di hindirê malê de jî mêr weke dewleta malê ye û dewletê mal xistîne dewlet. Li hemberî vê yekê eger jin xwe bi hêz neke wê her dem bi vê tundiyê re rû bi rû bimîne. Ji bo vê yekê dewlet bi zanebûn vê stratejiyê dimeşîne. Dewletê niha şewba koronavîrûsê weke şewba nîjadperestî, olperestî û zayendperestî belav dike. Lê belê jin ne bêçare ne û ne bi tenê ne. Jinan bi têkoşîn û berxwedanê sazî û dezgehên xwe avakirine.” 

‘ÊRÎŞÊN LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E’

Gokkan da zanîn ku êrîş, komkujî û kuştinên li dijî jinê polîtîke û dewlet vê yekê dike. Gokkan destnîşan kir ku hemû rêyên tundiya li ser jinê dewlet hînî mêr dike û wiha pê de çû: “Komkujî û kuştinên li dijî jinê bi hevkariya dewletê pêk tê. Mêr bi tena serê xwe nikare vê komkujiyê bike û hêz û rêbaza kuştinê ji dewltê hîn dibe. Ev şewba korona jî herî zêde bandorê li ser jinan û zarokan dike. Ji ber ku jin û zarok li malê de dimînin, rastî tundiya mêr tên. Her roj rayedarên dewletê bang dikin ku di malê de bimînin. Lê mixabin li hemberî tundî û kuştinan jî ti tevdîr nayên girtin. Ji dîrokê heta niha ji xwe dewlet hemû rêyên komkujiya li ser jinê vedike. Mînak, bi tecwûzkarê xwe re zewicandin, di temenê biçûk de zewicandin û debarî pêşiya komkujiya li dijî jinê vedike. Jinan bi têkoşîn û berxwedanê saziyên tevdîrê girtîbûn. Lê hişmendiya ku xwe li hemberî rêxistinkirina jina negirt, dest danîn li ser van saziyan. Ligel vê kontrolek mêr çêbûyî bû ku êrîşî jinê neke. Li her bajarên Kurdistanê buroyên jinan hebûn. Mînak, tenê li Amedê 16 buroyên jinan hebûn û di yek carê de ev buro desteser kirin. Ji bo vê yekê em vê komkujiyê weke komkujiya dewletê dibînin.”

‘QEYÛM ŞEWBA KORONA BI XWE YE’

Gokkan bilêv kir ku li seranserî cîhanê dinya li dijî felaketa korona li ber xwe dide lê belê AKP-MHP bi xespkirina şaredariyên Kurdan dijminatiya xwe berdewam dike û wiha dom kir: “Li seranserî cîhanê rêveberiyên xweser xwedî rol û mîsyonek girîng e. Gelek dewletên serdest berxwedana civakan qebûl kir ku desthildariyên navendî nikarin pirsgirêkên civakê çareser bike. Ji bo vê yekê jî berpirsyarî dan herêman. Li gelek cihan weke xweserî, federasyon, kanton û federalî dan herêman û li gelek cihan jî weke qanûnî ev yek ketiye meryetê. Li Tirkiyeyê AKP-MHP’ê êrîşî hemû deskeftiyên herêman kirin. Kijan şardariya Kurdan li dijî şewba korona li ber xwe da û kete nava hewldanan hikûmetê ev şaredarî desteser kir. Ji ber ku rêveberiyên herêmî dibin çareseriya pirsgirêkên civakê. Her kes li derdê korona de ye lê AKP dixwaze Kurdistanê dorpêç bike û deskeftiyên gelan xesp bike. Qeyûm şewba korona bi xwe ye. Ev şewba nîjadperestî û dijminatiya li dijî Kurdan e. Dewlet stratejiya xwe li dijî dijminatiya jinan ava kiriye. Ji ber ku şaredariyên Kurdan di her alî de cihê xwe ligel jina digirt yek ser ev şaredarî kirin hedafa xwe û dagirkirin.”