Bendava Tebqa çima girîng e?

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) piştî operasyona 50 rojî 10'ê Gulanê roja Çarşemê ragihand ku Tebqa û Bendava Firatê bi temamî rizgar kirine.

Operasyona Rizgarkirina Tebqayê êvara 21'ê Adarê dest pê kiribû. Şervanên QSD'ê bi helîkoteran xwe ji hewayê danîn herêmê û dest bi operasyonê kirin. Di operasyonê de teqtîkên nû hatin ceribandin. Bi avakirina piran ji ava bendavê derbas bûn. Çeteyên DAIŞ’ê ne li benda van operasyonên di ser avê re bûn.

Tebqa 55 kîlometre dûrî Reqayê ye ku operasyona fînalê ye. Wê başûr bi hêzên QSD’ê werin xurtkirin, xeleka li dor Reqa were tengkirin û bi vî rengî jî herêm were standin.

Tebqa hem xwedî giringiya stratejîk û hem jî ya aborî ye. Bajar ji du beşan pêk tê. Bi bajarê nû yê bi navê El Tahura (Şoreş) û bazara xwe ya mezin bajarekî kevn e. Ev dabeşbûn xwe dispêrê avabûna Bendava Firatê ya 1968'an. Di sala 2011'an de nifûsa bajêr 250 hezar bû. Niha jî  li derdora 75 hezarî ye. Çeteyên DAIŞ'ê û nifûseke 10 hezar kesî jî li vê zêde bûye. Çete ji welatên Ereb, Ewropa, Awûstralya û DYA’yê hatine.

Ji bo Misrê bendava Avsan çendî girîng be, ji bo Sûriyê jî bendava hîdroelektrîk an jî Bendava Firatê ew çend girîng e. Bendav li ser Çepê Firatê ye. 2.800 kîlometre berbelav dibe. Kana xwe ji Çemê Firatê digire ku ji Bakurê Kurdistanê tê û heta bi Iraqê diçe. 4,5 kîlomtre dirêj e û 60 metre bilind e. Ji Bendeva Tebqa her wiha Gola Esad jî heye. Ev gol 50 kîlometre dirêj e û 630 kîlometre berfireh e.  12 mîlyar metre kup av tê de heye û wiha jî mezintirîn rezervê ava ya Sûriyê ye.

Bendav Sibata 2013’an kete destê komên çekdar ku ji wan re ‘muxalîf’ tê gotin. Piştî ku destpêka 2014’an DAIŞ’ê Reqa stand, ev der jî kete destê DAIŞ’ê.

Bendava Tebqa 1968-1973’a bi alîkariya Yekîtiya Sowyetan temam bû. Bendav kana sereke ya ava paqij e, ji bo cotkarî û ajalkariyê pir girîng e. Bendav her wiha ji bo ekonomiya Reqa jî pir girîng e. Xwedî wê zerengiyê ye ku 880 megawat elektrîkê hilberînê û her wiha 600 hektar pê tê avdan. Lê ji ber ku av pir bi xwê ye, 1 ji 2 zeviyan dikarin werin avdan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk, piştî şerê giran ê 50 rojî, çete di avahiyan de asê kiribûn. Bi vî rengî kontrola bendava mezin a Sûriyê, cara pêşî kete destê hêzên Sûriyeya Demokratîk.