Belgeya tinekirina Kurdan

Belgeya ku TV´ya Misrê weşandî nîşan dide ku plana rûxandinê di asta qirrkirinê de pêk anîn. Ev yek, pêkanîna bi armanca qirrkirinê di çarçoveya planeke berfireh de ya gotinên Tayyip Erdogan ên weke, li ku derê dibin bila bibin, em ê biçin wan biperçiqîni

Siyaseta desthilatdariya AKP´ê ya Kurd careke din li xwe eşkere kir. Di bernameyeke di kanaleke televizyonê ya li Misrê de hat îdîakirin ku Serokê Giştî yê AKP´ê û serkokomarê Tirk Tayyip Erdogan ev belge ji tepisandina têkoşîna azadiyê ya Kurdan ev plan daye amadekirin. Ev îdîa bi belgeyekê hatin piştrastkirin. Îfade û peyvên di belgeyê de li gotin û siyasetên desthilatdariya AKP´ê tam tên. Sala 2014´an jî derketibû holê ku planeke rûxandinê hatiye amadekirin. Ev plana rûxandinê ji sala 2015´an ve pêk tê anîn.

Belgeya ku TV´ya Misrê weşandî nîşan dide ku plana rûxandinê di asta qirrkirinê de pêk anîn. Ev yek, pêkanîna bi armanca qirrkirinê di çarçoveya planeke berfireh de ya gotinên Tayyip Erdogan ên weke, li ku derê dibin bila bibin, em ê biçin wan biperçiqînin. Di nava vê planê de fena destpêka salên 90´î de kuştinên qaşo kiryar nediyar jî hene. Jixwe, di serdema desthilatdariya AKP´ê de bi navê têkoşîna qaşo li dijî terorê de, li her derî êrişan dikin. Di encama vê de jin û zarok jî di navê de bi hezaran mirov qetil kirin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Başûr û Rojava jî bi sedan mirov qetil kirin. Di vê peywendê de belgeya qirrkirinê ya li Misrê hat weşandin, birina qonaxeke li pêştir a pêkanînên heta niha ye. Heger desthilatdariya AKP´ê MHP´ê di hilbijartinên cihî de encama bi dilê xwe bi dest bixe, wê dest bi pêkanîna vê planê bikin; çawa ku 1´ê Mijdara 2015´an piştî ku di hilbijartinan de bi ser ketin, êrişên xwe li Kurdistanê zêde kirin!

Ji bo mirov fêm bike ku siyasetên desthilatdariya AKP´ê dijminê Kurdan in, têrê dike ku mirov li wan partiyên siyasî û hêzan binihêre ku destekê didinê. MHP, Partiya Vatan, Partiya Yekîtiya Mezin û hemû dijminên Kurdan destekê didin desthilatdariya AKP-MHP´ê. Piştî MHP´ê, hêzên siyasî yên li dijî Kurdan hemû dibêjin, divê HDP ti şaredariyan bi dest nexe. Herî dawî Tayyip Erdogan bi nirxandina HDP û PKK yek in, got, HDP´yî jî PKK´yî ne. Di rewşeke wiha de yên ku deng bidin HDP´ê tevî ku ne endamê rêxistina terorê ne, dikarin weke kesên ku destek dane rêxistinên terorê bên nirxandin û bi vî rengî bibin hedefa êrişan. Ev nirxandin, encama xwezayî ya belgeya qirrkirinê ya li Misrê derketî holê ye.

Siyasetên desthilatdariya AKP´ê ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û pê re jî tevahiya gotarên wê li ser esasî dijminatiya beramberî Kurdan e. Bi rakirina pêdarê ya şovenîzmê ew desthilatdariya xwe dewam dike. Ji bo vê yekê jî Kurdan ji êrişan re dike armanc. Propagandaya wê yekê dike ku Kurd wê Tirkiyeyê parçe bikin. Li Sûriyê jî dibêjin, korîdora Kurdan ava dibe û êrişî Şoreşa Rojava dikin. Dibêjin, jixwe Kobanê ne bajarê Kurdan e, Kerkûk ne bajarê Kurdan e, û bi vê jî nîşan didin ku ew dijminê Kurdên li derveyî Tirkiyeyê ne jî. Parlamenterên ku bi îradeya gel çûn meclisê ji ber ku li ser kursiyê meclisê dibêjin, bajarên Kurdan, bi êrişan re rûbirû dimînin. Bi vî awayî di nava gelê Tirk de dijminatiya beramberî Kurdan a di nava gelê Tirk de tê bipêşxistin.

Mirov bi belgeya di televizyona Misrê de tê digihîje ku armanca esasî ya evqasî xurtkirina şovenîzmê ew e ku planeke bi vî rengî pêk bînin. Djminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan timî hebû. Lê belê ti demê evqasî eşkere nehat îfadekirin. Li ser esasê xapandina dinayayê û civaka Tirkiyeyê ev siyaset sergirtî hat meşandin. Lê belê desthilatdariya AKP´ê desteka MHP´ê û hemû dijminên Kurdan da pişta xwe û ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike êdî dijminatiya Kurdan evqasî eşkere dike. Li aliyê din desthilatdariya AKP´ê dixwaze li Tirkiyeyê bibe aktorê sereke yê serdema nû ya siyasî. Tirkiyeyê ji nû ve bi teşe dike. Dema ku vê Tirkiyeya nû bi teşe dike, bi qirrkirina Kurdan dixwaze weke desthilateke ku mekanê belavbûna neteweyîbûna Tirk belav dike, di dîrokê de cihê xwe bigire. Ango armanca wê ew e ku dixwaze bibe desthilatdariyeke ku Kurdistanê bike Tirk.

Heger Kurd vê nabînin, hingê wan serê xwe xistiye bin axê, çavê xwe miç kiriye. Beşeke mezin a Kurdan dibîne ku Kurdan qirr dikin. Ji bo Kurdekî nedîtina vê ehmeqî ye. Hin Kurd û derdorên siyasî yên Kurd, li têkiliya PDK û AKP´ê dinihêrin û siyaseta li dijî Kurdan naxwazin bibînin. Heta, wan kesên ku li dijî desthilatdariya AKP´ê têdikoşin gunehbar dikin. Mirov ji vê helwêstê re bi gotina herî nerm dibêje, xeflet. Divê ti Kurd, helwêsta xwe ya beramberî AKP´ê li gorî têkiliyên PDK, YNK yan jî hêzeke din a siyasî ya Kurd a bi AKP´ê re diyar neke. Heger bikin, ew ê bikevin rewşekê ku di dîrokê de li wan neyê bihurîn.

Bêguman, wan hêzên siyasî û dewletên bi AKP´ê re nakok, ew belgeya di televizyona Misrî de weşandî bi dest xist û gihand vê televizyonê. Ji bilî Qetarê, pirraniya dewletên Ereb halê hazir dijberê desthilatdariya AKP-MHP´ê ne. Misir ji van dewletan ya herî li pêş e. Ji ber ku gelek kadroyên Ixwanul Muslimîn li Tirkiyeyê stirîne, û li wir tên parastin, li dijî desthilatdariya AKP´ê ye. Ji ber vê yekê ev belge weşandine. Lê belê, dijberiya Misrê ya li dijî desthilatdariya AKP´ê ne nîşana wê yekê ye ku ev belge şaş e, yan berevajîkirî ye yan jî çêkirî ye. Berevajî vê yekê, wê xwestiye bi weşandina vê belgeyê Tirkiyeyê li dinyayê teşhîr bike. Lewma her desthilatdariya ev belge amade kirî, wê weke qirrker bê dadgehkirin. Her diçe belge û delîl zêde dibin ji bo ku desthilatdariya AKP´ê bi sûcê qirrkirinê bê dadgehkirin. Lê belê belgeyên bi vî rengî wekî din nîşan didin ku desthilatdariya AKP-MHP´ê beramberî têkoşîna gelê Kurd ketiye rewşeke dijwar û zor. Desthilatdariyeke bi vî rengî roja me ya îro neçar e ku tenê bimîne û têk biçe. Têkoşîna hebûnê ya Kurdan wê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP´ê bişikîne.