Bedran Cûdî û hevrêyên wî hatin veşartin

Fermandarê Gerîlla Bedran Cûdî û hevrêyên wî îro bi merasîmekê hatin veşartin.

Saît Tanit (Bedran Cûdî) û kurê wî Mehmet Tanit û milîsê bi navê Mûrat Atak (Zekî), Osman Arzû û Abdulkerîm Îzer ên ku di 22’ê Nîsanê de li bejahiya Amêdiyê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn îro li Mexmûrê hatin veşartin.


Cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dabûn îro anîn Kampa Şehîd Rustem Cûdî. Fermandarê Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê yê HPG’ê Bawer Serhat, Fermandara Eyaleta Mexmûr-Kerkûkê ya YJA-Starê Raperîn Gabar û ji rêveberiya kampê Ferat Botan û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn, beşdarî merasîmê bûn.


EM Ê TOLA ŞEHÎDÊN XWE BISTÎNIN


Fermandarê eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat axivî û got, “Em ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ku hevalên me wisa şehîd dixin, tu carî bêdeng nemînin. Erê, hevalê me Bedran şehîd bû lê divê dijmin jî bizanibe ku wê xwîna şehîdên me li erdê nemîne û ez li ba we sozê didim ku em ê tola şehîdên xwe bistînin.”


BILA SERÊ RÊBER APO SAX BE


Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî gotin ku, “Êşên me çiqasî mezin be jî em ê li ser xwe bin û em li hemberî dewleta Tirk a faşîst stûyê xwe xwar nakin. Ev ne şehîdên me yên pêşîn in û ne jî yê dawîn in.” Malbatan di axaftinên de diyar kirin ku “Bila serê Rêber Apo sax be, bila serê Gelê Kurd sax be. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”


Piştî merasîmê bi hezaran kesan bi sloganan cenaze li goristana Mexmûrê veşartin.