Bazirganiya li ser koçberan nayê cezakirin

Endamê Komîsyona Koçberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan diyar kir ku bazirganiya li ser koçberan tê kirin veguheriye endurstriyekê û nayê cezakirin.

Hikumeta AKP-MHP'ê li şûna ku mafê hiqûqî yên koçberan bi cih bîne, vê pirsgirêkê dike bahane û dîwaran li ser sînor lê dike; li dijî welatên Ewropayê jî weke amûrekê bi kar tîne û yên mayî jî bi erzanî dixebitîne.

Yek ji bajarên ku bi pirsgirêka herî mezin a koçberan re rû bi rû ye, bajarê Wanê ye ku li ser sînorê Îranê ye. Penaberên Efgan ên ji Efganistanê berê xwe didin Îranê, ji wir jî xwe digihînin Wanê.

Endamê Komîsyona Koçberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan diyar kir ku bi serweriya Talîbanê re hejmara koçberan zêde bûye.

Kaçan anî ziman ku penaberên di sînor re derbas dibin û xwe digihînin navenda bajarê Wanê, li gelek nêzîkatiyên xerab rast tên û got, "Li gel lêdanê her wiha telefon û pereyên wan têne desteserkirin. Niha girseyeke mezin a penaberan heye ku li ser sînor sekinî ye û hewl dide derbasî nava Tirkiyeyê bibe."

Kaçan bi bîr xist ku kapasîteya Navenda Vegerandinê ya li Wanê 750 kes e û got, "Em nikarin ji Navenda Vegerandinê agahiyan werbigirin. Penaber nikarin mafên xwe yên hiqûqa navneteweyî bi kar bînin, bi rêya parêzeran nikarin piştgiriya hiqûqî werbigirin. Ev yek bi tena serê xwe nîşaneya nêzîkatiya xerab e. Bêyî îradeya xwe bi zorê têne ragirtin."

Kaçan anî ziman ku qaçaxçitiya mirovan demeke dirêj e veguheriye endustriyekê û got, "Têkildarî bazirganiya li ser koçberan polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin. Mînaka şênber a vê rewşa cezahiştinê di doza mirina 61 koçberan a li Gola Wanê de hat dîtin. 8 kes hatin destgîrkirin, lê belê niha yek bi tenê girtî ye. Komkujiyek bi vî rengî bêceza tê hiştin. Kesên ku qaçaxçitiya mirovan dikin vî karî bêtirs û fikar dikin."