Bayik: Yên ku li dijî Kongreya Neteweyî derbikevin wê teqez winda bikin

Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Bayik, daxwaz kir ku Kongreya Neteweyî ya ku wê gelek tiştan bi Kurdan bide qezeçkirin divê bi lezgînî bê lidarxistin, yên li dijî vê jî derbikevin wê bi teqezî winda bikin.

Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî Kongreya Neteweyî ji Rojnewsê re nirxandin kir…

Bayik, bibîr xist ku ev dem ji bo Kurd yekîtiya xwe ava bike fersendekî dîrokî ye û bal kişand ser girîngiya li dar xistina Kongreya Naventeweyî û wiha got: “Yên ku li dijî Kongreya Neteweyî derbikevin wê bi teqezî winda bikin.”

Bayik got: “Di Rojhilata Navîn de eger ku Kurd nebin, ne siyaset û ne dengeyên nû û ne jî statûyek pêk tê. Bayîk wiha anî ziman: “Eger ku Kurd di vê sedsalê de winda bike, wê di qirkirin û qetlîaman re bên derbaskirin.”

 ‘HILWEŞÎNA DENGEYA DI BERJEWENDIYÊ KURDAN DE NE’

Bayik, diyar kir ku xirabûna hevsengên kevin yên li Rojhilata Navîn di xizmeta gelê Kurd de ye û wiha got: “Rojhilata Navîn şerek dijwar diqewime. Em ji vî şerî re dibêjin şerê cîhanê yê sêyemîn. Rojhilata Navîn hestiyê piştê yê cîhanê ye. Hemû pirsgirêk li vir destpê dikin, divê li vir çareser bibin. Di dengeyên di encama şerê cîhanî yê duyemîn û yekemîn çêbûn de cih nedan Kurdan, Kurd parçekirin. Lê, Kurd li dijî vê têkoşiyan û li berxwedan. Xirabûna ev hevsengên ji şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn li gorî berjewendiyên Kurda ne.”

 ‘DI QADA NANETEWEYÎ DE BANDORIYÊN MEZIN KIR’

Bayik di dewama axaftina xwe de qala berxwedana Kurdan ya li dijî DAIŞ’ê jî dike û wiha axivî: “Kurd li dijî DAIŞ’ê şer dike, derbeyên mezin lê dixe. Ji ber ku DAIŞ ne tenê ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn ji cîhanê re belayeke. Cîhan û mirovahiyê dît ku Kurd li dijî vê belayê ji her kesî zêdetir liberxwe didin, derbeyan lê dixin û ji bo tevahiya mirovahî û nirxên wê têdikoşîn. Vê yekê jî li ser cîhanê di asta navneteweyî de bandoreke mezin çêkiriye.”

‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ BÊ LIDARXISTIN’

Bayik behsa piştgiriya ji rêxistin û saziyên Kurd, ji bo lidarxistina kongreya netewî re jî kir û wiha nirxand: “Daxwaziya gel jî heye. Daxwaziya partiyan, daxwaziya saziyan heye. Daxwaziya rewşenbîr, hunermend û nivîskaran heye. Her wiha di asta navenetewî de daxwaza hinek hêzan jî heye. Eger mirov vana hemûyan bîne ber çavan divê mirov bi lez û bez Kongereyeke Netewî lidarbixe. PKK her dem bi berpisyarî nêzî erka xwe ya dîrokî û netewî bûye. Ji ber vê yekê jî me bangawaziya lidarxistina kongrê kir.”

Bayik destnîşan kir ku piraniya aliyan bersivên erênî dane banga kongrê û wiha pê de çû: “Heta niha gelek helwest û bersivên baş pêşketin. Bersivên tên başin. Di asta Kurdistanê de heta niha yên bersiv nedane pir kêm in. Piranî bersiveke baş dan. Ev yek jî cesaretê dide mirov ku vêya di pratîkê de jî pêş bixe. Baweriya min ew e ku her kes li daxuyaniyên xwe xwedî derkevin. Tenê di axaftin û daxuyaniyan de nemînin. Hewl bidin di pratîkê de jî ev pengav pêşbixin. Li gel pêngavên bên avatin cih bigirin û di aliyê pratîkîde jî kar bikin.”

‘YÊN KU LI DIJÎ DERKEVIN WÊ BI TEQEZ WINDA BIKE’

Bayik, diyar kir ku kî li dijî lidarxistina kongreya netewî derbikeve, wê winda bike û wiha berdewam kir: “Nikarin li dijî wê rawestin ji ber ku kî li di dijî raweste wê bi teqez winda bike. Yanî diyar dikin ku li gel wê daxuyaniyê ne , erênî nêzik dibin. Ji ber di nava gel de teng nebin, zextên gel li ser wan çênebin. Her wiha ji bo di nava gel û dîrokê de rûreş nebin vê daxuyaniyê qebûl dikin, erênî nêz dibin.”

Bayik her wiha rexne li hindek aliyên ku tenê digotin, dibêjin em alîgirê kongrêne girt û wiha got: “Ji bo zextên gel li ser wan çênebin hindek alî bi daxuyaniyan dibêjin em alîgirê lidarxistina kongreya netewîne. Lê dema mirov li pratîka wan dinêre dibîne ku pratîk ne wek daxuyaniyên wane. Ev herî zêde li Başûr xwe dide pêş."

Bayik diyar kir şert û mercên ji bo lidarxistina kongreya netewî guncavin û wiha berdewam kir: “Şert û mercên heyî guncawin. Ji ber wê divê Kurd vê firsendê winda nekin. Eger Kurd ji vê firsendê sûd wernegirin, yekîtiya xwe ya netewî çênekin, kongreya xwe lidarnexin, dê winda bikin.”

Bayik, bibîr xist ku ew weke PKK’ê vê bangawaziyê kirine ji lewma berpirsyariya wê jî digirin ser milê xwe û got: “ Ji ber ku PKK'ê bangawazî kir, li wê xwedî derdikeve. Berpirsyartiyê dide ser milê xwe. Ji bo wê jî kar dike. PKK dixwaze astengiyên heyî rake. PKK, ti caran nabêje nabe, astengî heye. Ev di felsefeya me ya rêxistinê de nîne.”

‘DIVÊ DI GOTINÊ DE NEMÎNE’

Bayik di dawiya hevpeyvînê de dîsa banga xwe ya ji bo lidarxistina kongreya netewî nû kir û wiha anî ziman: “Daxwaziya me ji bo hemû aliyên ku kongreye qebûl dikin, divê di gotinê de nehêlin, xwe nexapînin, gel nexapînin, daxwaziyên gel û dîrokê pêk bînin. Daxwaziya endamên xwe pêk bînin. Baweriya min ewe ku partiyên ku li kongreya netewî xwedî dernakevin, endamên wan, kongreya netewî dixwazin. Ji bo wê pewîste her kesek li daxuyanya xwe xwedî derkeve.”