Bayik: Paşeroj a paradîgmaya me ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Hêz û xeta îdeolojîk a herî mezin, paradîgmaya nû ya gelê Kurd e. Bi rêya vê paradîgmayê têkoşîna gel bû xwedî karakterekê ku têk naçe. Paşeroj di nava vê paradîgmayê de ye."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.

Bayik, ji sala 1973'an ve qala dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir û got, "PKK ketibe sala 43'an jî, têkoşîna tevgera me ya azadiyê di sala xwe ya 48'an de ye. Ji bo Rêber Apo jî têkoşîneke bi 50 salî heye. Têkoşînek bênavber meşandiye. Her kêliyeke xwe bi têkoşîneke mezin derbas kiriye."

'ÇANDA BERXWEDANÊ YA CIVAKÊ HATE AFIRANDIN'

Cemîl Bayik anî ziman ku têkoşîn û nirxên di nava 500 salî de bên afirandin, di nava van 50 salan de hatine afirandin û wiha dewam kir: "Têkoşînên beriya niha, ne bi nifşekî, bi zorê di demsalekê yan jî çend demsalan de dewam kiriye. Têkoşîna ku Rêber Apo pêşengiyê jê re dike, bi 3-4 nifşan dewam kir. Civakê bi nasnameya xwe bû xwedî çandeke berxwedanê û kevneşopiya vê hate afirandin. Rastiyeke civakî ava kir ku kesayetî û çanda têkoşînê timî diafirîne. Nepêkan e ku ev yek bê berevajîkirin, nepêkane ku ev gel ji têkoşîna azadiyê bê vegirtin. Beriya her tiştî divê wate û qîmetê vê têkoşîna ji 50 salî bê fêhmkirin."

'VÊ TÊKOŞÎNÊ XWE GIHAND TEVAHIYA GELÊ KURD, VEGUHERÎ TÊKOŞÎNA GEL'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku xeta çalakiyê, rêxistinî, polîtîk û îdeolojîk a PKK'ê ji her alî ve tecrûbeyeke girîng derxiste holê û got, "Serhildan û çalakiyên demokratîk ên vî gelî, ji her gelî bêhtir berfireh bû. Ev hemû divê weke hêz û danheviyeke mezin a têkoşînê bê dîtin. Hema bêjin her malekê şehîdek da, gaziyekî xwe heye, girtiyekî xwe heye ku herî kêm 10 salan girtî maye. Vê têkoşînê xwe gihand tevahiya gelê Kurd; gelê Kurd bi temamî xiste nava vê têkoşînê. Lewma ev têkoşîn bi rengekî giştî veguherî têkoşîna gel."

'PAŞEROJ A VÊ PARADÎGMAYÊ YE'

Bayik diyar kir ku PKK niha ji danheviyeke bi vî rengî ya têkoşînê, ji hêz û paradîgmayeke nû re pêşengiyê dike.

Cemîl Bayik anî ziman ku bi paradîgmaya civaka demokratîk û azadîparêziya jinê, hêza têkoşînê û ev danhevî herî kêm bi deh qatî xurt û bi bandor kir.

Bi dewamî ev tespît kir, "Ya herî girîng jî ew e, ku dema pêşengiyeke rast bê kirin, têkoşîna vî gelî bi rêya vê paradîgmayê dibe xwedî karaktereke welê ku têk naçe. Ne tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê, paşeroj a vê paradîgmayê ye. Lewma, gelê Kurd ê xwedî vê paradîgmayê dema ku bi pêşengiya rast têkoşîn mezin kir, wê teqez bi ser bikeve. Li gel xwe, wê bike ku gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi rengekî mezin bi ser bikevin. PKK bi vî rengî ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherî hêza azadiyê ya civakîparêziya demokratîk. Bi modernîteya xwe ya demokratîk, alternatîfa modernîteya kapîtalîst afirand, lewma rê nîşanî tevahiya mirovahiyê da. Gelê Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn, her wiha li tevahiya cîhanê bû xwedî rûmeteke bi vî rengî."

'HÊZA HERÎ MEZIN, PARADÎGMAYA NÛ Û XETA ÎDEOLOJÎK A GELÊ KURD E'

Bayik diyar kir ku PKK niha hêz û xeta îdeolojîk a herî mezin, paradîgmaya nû ya gelê Kurd e û wiha dewam kir: "Yên ku dîrokê diafirînin û serketinên mezin misoger dikin, timî îdeolojî û paradîgma ne. Civakîkirina wan a bi rengekî rast e. Ji ber hêza xwe ya îdeolojîk, olên mezin bi ser ketin, tevgerên Ronesans û Reformê bi ser ketin, fikra demokrasî û sosyalîzmê di çend sedsalên dawî de veguherî sîstema jiyana civakî. Jiyana demokratîk û civakîparêz a bi sîstema konfederal demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya ku Rêber Apo destnîşan kiriye, yanî sosyalîzma demokratîk wê bibe serketiyê vê sedsalê. Tevgera li Kurdistanê hate destpêkirin, gav bi gav li Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe."

Bayik anî ziman ku bi navê partiyê wê pêşengiyê ji bicihanîna rast a vî fikrî re bikin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê û got, "Bi navê partiyê em xwedî vê danhevî û tecrûbeyê ne. Em xwedî wê îradeya şoreşger in ku têkoşîna vê xetê bimeşînin. Li gel meşandina têkoşînê ya li ser xeta Rêbertî, berpirsyariya me ye ku em xeta Rêbertî bigihînin gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê hemûyan. Fikrê Rêber Apo êdî li her derê tê naskirin û fêhmkirin. Di sala 43'an a têkoşîna xwe de em ê xeta Rêbertî xurtir bikin û jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bêhtir nêz bikin."

'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN, FIKRÊ RÊBERTÎ YE'

Ji bo çareseriya pirsgirêkan jî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha axivî: "Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn vê yekê bibînin; mifteya çareseriyê ya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hemûyan, di fikrê Rêbertî de ye. Ya ku zîhniyeta kapîtalîst modernîst, neteweperestî û mezhebperestî ji holê rake ku li Rojhilat anavîn sedema zext, mêtingerî û şer e; ya ku gelan, bawerî û nasnameyên etnîkî azad bike, fikrê îdeolojîk-polîtîk ê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê hêzên demokrasiyê divê hem vê xetê baştir fêhm bikin, hem jî bibînin ku demokrasî tenê bi tifaqan dikare pêk were, bibin xwedî helwesteke welê ku hêzên demokrasiyê li hev kom bikin."

'BI TÊKOŞÎNA LI DORA PARADÎGMAYA RÊBER APO, GELÊ KURD WÊ AZAD BIBE'

Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd dilsozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Eger li dora paradîgmaya Rêber Apo têkoşîn bê meşandin wê teqez bibin xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Bila gelê Kurd ji xwe bawer bibe, bila zanibe ku li ser xeta Rêbertî wê bi ser bikeve. Gelê Kurd çi qezenç kiribe, bi têkoşînê qezenç kiriye. Bêguman li Kurdistanê bi hêsanî qezenç nekiriye. Heta ku mirov zor û zehmetiyan nedin pêş çavên xwe li Kurdistanê ne dikarin hebûna xwe biparêzin, ne jî bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku gelê Kurd di sala 43'an a PKK'ê de dema ku li ser xeta Rêbertî li ber zor û zehmetiyan rabû û bi vî rengî têkoşiya wê teqez bi ser bikeve.

Bayik herî dawî got, "Ciwan û jinên Kurd xwedî wê hêzê ne ku dikarin pêşengiyê ji vê serketinê re bikin. Li ser vê bingehê bawer dikim ku di sala 43'an de wê bi ser bikevin, lewma silav, hezkirin û hurmetê xwe pêşkêşî hêzên têkoşer hemûyan dikim û serketinê ji wan re hêvî dikim."