Bayik li Newroza Qendîlê peyam da: Li ber dagirkerî û xiyanetê rabin

Cemîl Bayik: Divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li ber dagirkerî û zexta dewleta Tirk rabe û dawî li hevkariya PDK’ê bîne. Eger pêşiya vê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye û eger pêşiya vê hate girtin, wê demê dikarin xwe biparêzin.

Hevserokê Konseya Rêber a KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen peyemek ji bo Newroza Qendîl şand û di serî de cejna Newrozê li gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gerîlayên azadiyê, girtiyên berxwedêr û hemû gelê Başûr û tevahî beşdaran û cîhanê pîroz kir.

Bayik anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK têkoşîna azadiyê di vê rojê de bi ruhê Newrozê ava kir û got: “Tu hêz nikare pêşiya vî ruhî bigire, ji ber ku ev ruh ruhê azadî, yekîtî, berxwedan û azadiyê, çareseriya pirsa Kurd e. Serok Apo bi ruhê Newrozê partî ava kir û bi vî ruhî gelek destketiyên mezin hatin bidestxistin. Eger ku li Başûr statuyek hebe, ev jî bi rola PKK’ê heye.”

Bayik anî ziman ku hêvî û baweriyeke mezin ji gelê Başûrê Kurdistanê heye ku di Newrozê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê bike û wiha domand: “PKK sembola yekîtî û berxwedanê ye, nûnertiya hemû gelê Kurd dike. Qendîl ji bo Kurdan qela berxwedanê ye. Divê gelê Kurd rastiya Newrozê baş bizane. Newroz roja geşt û seyranê nîne, Newroz yekîtî û pêxistina berxwedanê ye.”

Bayik bal kişand ser şerê cîhanê yê sêyemîn ku li cîhanê tê kirin û got: “Yên ku Kurdistan parçe kirin û xistin xizmeta dagirkeran, ev hêzên modernîteya kapîtalîst e. Ji bo wê ye ku divê ji her kesê zêdetir li dijî vê sîstemê raweste. Me sala bihurî têkoşîneke pir mezin da. Berdêlên pir mezin da. Êş û azarên mezin kişand. Me bi saya van berdêlan pilanên dewleta Tirk têk bir. Gerîla destanên mezin li Garê, Werxelê, Mam Reşo, Zendûra û Girê Sor nivîsandin.

Şehîdên ku canê xwe bexşandine ne tenê ji bo PKK’ê û Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo hemû Kurd û Kurdistanê ye. Ji bo gelan û mirovahiyê ye. Şehîdên gelê Kurd şehîdên mirovahiyê ne. Niha dewleta Tirk a faşîst dixwaze Newroza Kurdan têk bibe.”

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayîk bal kişad ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û ev nirxandin kir: “Eger ku dewleta Tirk îro siyaseta qirkirinê û êrişên dagirkeriyê li her derê dike û demografiya Kurdistanê diguhere, komkujiyan dike, ev hemû bi hêza ji PDK’ê digire ye. PDK li hemû beşan xizmeta dewleta Tirk dike. Me xwest PDK tevlî yekîtiya neteweyî bibe, lê mixabin kete xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dijminên gelê Kurd.

Dixwazin PKK’ê û gelê Kurd têk bibin. Divê gelê me vê rastiyê bibîne û bizane. Divê li dijî vê xiyanetê rawestin. Ji bo vê divê xwe biparêze û têkoşîna azadiyê zêdetir xurt bike. PDK bi vê tevgera xwe ya li gel dijmin metirsiyek mezin dixe ser gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê.

Kes nikare Rêber Apo û PKK’ê ji derveyî Başûrê Kurdistanê bibîne. Pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê me li seranserî cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê daye destpêkirin. Rêber Apo xizmeteke mezin ji bo gelê Kurd kiriye. Nirxên mezin ava kiriye. Niha li Îmraliyê rehîn girtiye. Nabe gelê me tecrîd û êşkenceya li Îmralî qebûl bike. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya we ye.

Divê gelê Kurd bi ruhê Newrozê li dijî dagirkerî û zexta dewleta Tirk rabe, dawî li hevkariya PDK’ê bîne. Eger pêşiya vê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser gelê Kurd heye û eger pêşiya vê hate girtin, wê demê dikarin xwe biparêzin.

Em dikevin sala 50’î ya Newroza Rêber Apo. Bi têkoşîn û berdêlên mezin gihan vê rojê. Ji bo vê divê em destketiyên heyî biparêzin, têkoşînê xurtir bikin. Dîsa di têkoşînê de roleke mezin a jinên Kurd heye, hem xwe û hem jî gelê Kurd bi cîhanê dan nasîn.

Silav û rêzên taybet ji bo jinan û ciwanan dişînim, bi lehengî û fedekariyeke mezin têkoşîna azadiyê didin û li ber vê jî tiştek naxwazin. Canê xwe ji bo azadiyê û gelê xwe feda dike.”