Bayik: Ewropa, CPT û Tirkiye polîtîkaya tecrîdê bi hev re dimeşînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik rexne li CPT kir ku têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê nade û got, "Ev tê wê wateyê ku Ewropa, CPT û dewleta Tirk bi hev re polîtîkaya tecrîdê dimeşînin."

Cemîl Bayik tevlî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serdana CPT, berxwedana gerîla, hilbijartinên li Tirkiyeyê û hevdîtinên navbera Tirkiye û Rûsyayê yên li ser Rojava nirxand.

Hevpeyvîna Bayik a ku li Stêrk TV hate weşandin bi vî rengî ye:

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Hinek gotegot derdora CPT û Wezareta Dadê ya dewleta Tirk diçûn û dihatin, li ser tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de. Di vê der barê de gelo ti agahî hene li gel we? Wekî din eşkere kirin ku 3 mehên din cezayê dîsîplînê dan Rêber Ocalan. Li hemberî vê jî welatparêz, Kurdistanî Veysî Taş bedena xwe da ber agir û tecrîd şermezar kir. Hûn van mijaran çawa dinirxînin û peyama Veysî Taş divê ji aliyê gelê Kurd ve çawa bê fêhmkirin?

Meha Çileyê mehek şehadeta ye. Di vê mehê de gelek şehîdên me hene. Di şexsê hevalê Rûbar, Xelîl, Mûrat de tevahiya şehîdên me yên meha Çileyê bi bîr tînim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim, bejna xwe li pêş wan ditewînim. Weke ku we jî got, ji bo ku dewleta dagirker a Tirk faşîst li dijî Rêber Apo di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd siyaseteke qirkirinê dimeşîne, hevalê Veysî Taş li dijî vê siyaseta gemarî sekinî, qebûl nekir, protesto kir û bi serbilindî ji bo şehadetê meşiya. Bi vê munasebetê ez hurmetê xwe ji bo wî hevalî diyar dikim, bejna xwe li ber wî ditewînim, minetê xwe tînim ziman. Ew hevala li zindana Diyarbekir jî ma, di 12'ê Îlonê de jî di êşkenceyê de ma, van salên dawiyê jî dîsa li zindanê ma. Berî 6 mehan ji zindanê derketiye. Lê belê welatparêziya Kurdistan bi taybetî ya Mêrdînê di şexsê wî hevalî de di asteke pir kûr de dihate jiyankirin. Eger wer nebûya, li dijî dewleta Tirkiyeyê wer nesekinî. Li Rêber Apo wer xwedî dernediket, li gelê Kurdistanê, li mirovahiyê welê xwedî dernediket. Ji ber ku dîmenê ku li paş xwe hiştiye heye. Di wî dîmenî de armanca çalakiyê tîne ziman. Banga min li her mirovekî welatparêz lazim e li vî dîmenî guhdarî bike. Wê ji bo xwe encaman derbixîne. Ji ber ku hevalê Veysî Taş eger ku şehîd ket, ne ji bo şexsê xwe şehîd ket. Ji bo gelê Kurd şehîd ket. Siyaseta ku li ser Rêber Apo, gelê Kurd tê meşandin, dît ku siyaseteke tunekirinê ye. Lewma li dijî wê sekinî. Û bangek kir ji bo her kesî. Got, lazim e hûn li dijî vê siyasetê xurtir bisekinin. Rast e belkî hûn disekinin, tesîreke wê jî heye lê ev kêm e. Divê di asteke bilind de hûn li dijî siyaseta tecrîdê, qirkirinê bisekinin. Wer nebe tehlîke heye. Xwest ku tehlîke bi her kesî bide fêhmkirin. Mirov çawa li dijî tehlîkeyê disekine ew da diyarkirin. Ji bo wê wî hevalî talîmatek da me. Bangek ji bo her kesî kir. Lazim e her kes li gorî wê talîmatê û bangê berpirsyariya xwe pêk bînin. Şehîdekî me yê mezin e, welatparêziya ku wî temsîl kir, welatparêziya ku Rêber Apo li Kurdistanê bi pêş xistiye. Ji bo ku ew welatparêziya baş fêhm kir, ji ber wê xwedî lê derket. Şehadeta wî hevalî li welatparêziyê gelê Kurdistanê, di têkoşîna gelê Kurdistanê de xwedîderketin e. Niha li ser Rêber Apo siyaseta qirkirinê tê meşandin. Siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd e. Ji ber ku Rêber Apo temsîla gelê Kurd dike, Rêbertiya wî gelî dike. Heta niha jî ku gelê Kurd çi qezenç kiriye bi Rêber Apo qezenç kiriye. Li ser wî esasî jî dimeşe. Eger ku dewleta Tirkiyeyê bi israr li ser Rêber Apo ew siyaseta qirkirinê dimeşîne ji ber wê dimeşîne. Tolê ji Rêber Apo hildigire. Dibêje esas me Kurd ji holê rakir, tu derket, lê xwedî derket, te ew gel rakir ser piyan, te armanca me têk bir. Ji ber wê li ser wî esasî di siyaseta qirkirinê de israr dikin. Çima? Çawa gelê Kurd, her wiha mirovahî rola Rêber Apo ji bo gelê Kurd ji bo mirovahiyê baş fêhm dike, dewleta Tirkiyeyê jî baş bi vê zane. Nêzîkbûna xwe jî li ser wî esasî dimeşîne. Nêzîkbûna ku dimeşîne jî bi temamî siyaseta qirkirinê ye. Diyar e ku naxwazin di vê siyasetê de guhertinê bikin, di wê siyasetê de israr dikin. Heta ku gelê Kurd zîhniyeta wan parçe bike ku zanibin nikarin qirkirinê temam bikin, ku pozê wan şikand, hingî mumkun e zîhniyeta xwe biguherînin. Hem gelê Kurd hem Rêberê gelê Kurd qebûl bikin. Li ser wî esasî belkî gavna biavêjin. Lê belê niha di qirkirinê de israr dikin. Vê siyasetê Tirkiye bi ku ve bir? Li ber çavan e. Her kes dibîne. Bi vê siyasetê nikarin encamê werbigirin. Her ku bixwazin qirkirinê bibin serî wê bêhtir winda bikin. Ev li ber çavan e. Rêber Apo ji bo ku berpirsyariya xwe ji bo gelê Kurd, mirovahiyê pêk bîne, di nava şertên gelekî zor û zehmet de kar kir. Yanî ku bikaribe pirsgirêka gelê Kurd û mirovahiyê yên azadî û demokrasiyê çareser bike, li ser wî esasî berpirsyariyeke pir giran da ser milê xwe. Di şertên pir zor û zehmet de kar kir. Xwest ku zîhniyeta dewleta Tirk biguherîne ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk were, pirsgirêkên Kurd, Elewiyan, gelê Tirkiyeyê, ekolojîk, jin hemû pirsgirêkan çareser bike. Zemînê wê pir xurt ji bo Tirkiyeyê danî. Lê belê ji ber ku di zîhniyeta dewleta Tirkiyeyê de qirkirin heye ew têkoşîna ku Rêber Apo bi yek alî meşand, vala derxistin, nehiştin ku pirsgirêk li Tirkiyeyê çareser bibin û Tirkiye ber bi welatekî demokratîk ve biçe. Siyaseta ku li ser Rêber Apo tê meşandin, wextekê li Îtalyayê Gramsî hebû, Serokê Partiya Komunîst bû. Sermayedarên Îtalyayê digotin, lazim e mirov serê wî bicemidîne 20 salan. Yanî ku nikaribe ti tiştekî bifikire, afirandinê bike, pirsgirêkên Îtalyayê çareser bike. Pir jê ditirsiyan. Ji fikrên wî. Ji ber wê ew pêşniyar dikirin. Niha tişta ku li ser Rêber Apo dewleta Tirk dimeşîne li ser wî esasî ye. Ji bo nikaribe bifikire, nikaribe biafirîne, ji bo gelê Kurd, mirovahiyê rola xwe pêk nîne, ji bo dengê Rêber Apo negihêje kesekî. Ji ber wê wê siyaseta tecrîdê dimeşînin. Di wê siyasetê de guhertinek nîne. Diyar e ku zû bi zû naxwazin guhertinê çêbikin. Yê ku guhertinê çêbike gelê Kurd e, dostên gelê Kurd e. Wana çi wextê têkoşîneke mezin kirin, ku dîtin nikarin êdî wê siyasetê bimeşîne wê demê neçar bimînin ku wê siyasetê biguherînin. Nêzîkbûna CPT, Konseya Ewropa heye. Der barê Rêber Apo de dewleta Tirkiyeyê bi zanebûn gelek axaftin belav kirin. Axaftinên ku belav kirin jî hev nagirin. Mirov nikare rastiyê fêhm bike. Gumanên mezin jî çêdike, ji bo wê parêzerên Rêber Apo daxuyanî dan. Gotin, çiqas CPT dibêje em çûne Îmraliyê neçûne, hevdîtin çênekirine. Em dixwazin CPT daxuyaniyekê bide. Ku çiqasî li ser wî esasî kar kirin, gelek dostan kar kirin, gel nerazîbûna xwe diyar kir, meş çêkirin, protesto çêkirin lê belê CPT daxuyaniyek neda. Her wiha gumanên ku çêkirin mezintir, kûrtir kir. Lazim e Konseya Ewropayê daxuyaniyekê bide. Lê belê ew jî daxuyaniyê nadin. Ji ber ku CPT girêdayî wan e, wezîfeya wan jî pêşî li êşkenceyê bigirin. Lê belê pêşîgirtina li êşkenceyê li aliyekî berevajî wê daxuyaniyên belav dibin bêbersiv dihêlin. Rola ku dilîzin roleke pir xerab e. Va jî çi diyar dike? Ewropa, CPT, Tirkiye bi hev re wê tecrîdê, siyasetê dimeşîne. Siyaseta ku tê meşandin ji tecrîdê wêdetir e. Ji ber ku dibêjin mutleq tecrîd. Yanî temamî eleqeya Rêber Apo bi dinyayê qut kirine. Mirov nizane Rêber Apo li ku ye, çi dike? Ne diyar e. Lewma durûtiyeke mezin dikin, qanûnên xwe binpê dikin. Halbûkî kêm kêm lazim e qanûnên xwe ji bo xwe bikira esas. Em dibînin wan qanûnan jî didin bin lingan. Diyar e ku siyasetekê bi hev re dimeşînin. Ji vê siyasetê ne tenê Tirkiye berpirsyar e, Konseya Ewropa, CPT jî berpirsyar in. Niha gelê Kurd, dostên Kurd, gelek têkoşînan dikin û dewam jî dike. Hem li Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê, li Ewropa, li nava Ereban, li gelek welatan gelek parêzeran îmze kirin, daxuyanî dan. Gotin em li dijî vê siyasetê ne, em dixwazin biçin Îmraliyê, Rêber Apo bibînin. Lê belê heta niha Tirkiyeyê ti bersiv nedaye. Ew kar karên pîroz in. Ji ber wê ez hemû parêzeran silav dikim, hurmetê xwe ji bo wan diyar dikim. Baroya Tirkiyeyê gavek avêt. Wezîfeya xwe pêk anî. Serlêdan kir ji bo Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê. Lê belê Wezareta Dadê bersiva wan jî heta niha neda. Îro min li nûçeyan guhdarî kir. Baroya Colemêrgê jî serlêdan kiriye. Ew kar karên di cih de ne. Lê belê lazim e ne tenê bi serlêdanan bimînin. Divê wî karê xwe xurtir bikin. Wê demê karin li ser dewleta Tirkiyeyê zextekê çêbikin. Yên li Ewropayê dikarin biçin pêş CPT, li pêş CPT, CPT protesto bikin. Eger parêzerên Ewropayê vê çalakiyê bikin, ez bawerim wê tesîreke wê çêbibe. Yanî ya ji gelê me, dostên me tê xwestin, çalakiyên ku li dijî tecrîdê dikin lazim e xurt bikin. Heta niha gavên ku avêtin di cih de ne, pîroz in, lê belê kêm in. Divê wan jî zêde xurt bikin. We got, dîsa 3 mehan ceza dane Rêber Apo. Ew ceza ne hiqûqî ne, bi temamî siyasî ne. Dewleta Tirkiyeyê siyaseteke qirkirinê dimeşîne di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd. Ji ber wê wan biryaran werdigirin. Rêber Apo çi kiriye ku cezayê dîsîplînê bidin Rêber Apo. Ji xwe di tecrîdê de ye, bi temamî kêfî wan biryaran werdigirin. Ti eleqeya xwe bi hiqûq, edaletê nîne, bi temamî siyasî ye. Dixwazin bi vî rengî îradeya Rêber Apo bişikînin, îradeya gelê Kurd bişikînin ku karibin armanca xwe ya qirkirinê pêk bînin. Ew ji bo wê ye, ne ji bo tiştekî din e.

Li Parîsê komkujiyeke duyemîn pêk hat. Weke Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê we daxuyanî jî dan. Li gorî komkujiyên berê em dikarin bibêjin vê carê gelê Kurd, dostên gelê Kurd, hêzên navneteweyî helwesteke xurt nîşan dan. Aliyê tevgera azadiyê girtin û komkujî şermezar kirin. Bi taybetî jî kesayetên navdar û gelê Fransayê helwesteke xurt nîşan dan. Li gorî we faşîzma AKP-MHP'ê çima serî li rêbazên bi vî rengî dide? Ji Efrînê heta Parîsê komkujiyan li gelê Kurd dike?

Li Parîsê beriya 10 salan dîsa komkujiyek ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin. Hevala Sara û hevalên gel wê şehîd xistin. Piştî 10 salan dîsa li Parîsê, li navenda Parîsê komkujiyeke din a duyemîn kirin. Hem di komkujiya yekê de hem jî di ya duyemîn de yên ku pêşengî ji vê tevgerê û gelê me re dikirin, pêşengî ji tevgera jinê re dikirin kirin hedef. Bi temamî yên ku pêşengiyê dikin, dikin hedef. Ev ne siyaseteke nû ye. Gelek dewletên desthilatdar, dagirker, qirker ji bo ku tevgera sosyalîst, azadî demokrasiyê, tevgera gelan, bindestan têk bibin, ew taktîk meşandine. Niha li ser tevgera me jî ew taktîk tê meşandin. Dibêjin eger em pêşengan tasfiye bikin wê demê karin bi hêsanî vê tevgerê tasfiye bikin. Wê demê em karin astengiyên li pêşiya qirkirina Kurdan ji holê rakin, em dikarin bi hêsanî qirkirina Kurdan pêk bînin. Niha tevgera jinê her ku diçe ne tenê li Kurdistanê li cîhanê jî bandoreke xurt çêdike. Di zîhniyet, kesayetiyê de, di jiyanê de heta di nirxan de guhertinên esas çêdikin. Eger jinan dikin hedef ew ne bêsebeb e. Dewleta Tirkiyeyê desthilatdariya AKP-MHP çiqas dijminê gelan, sosyalîst, demokratan e, ji wê zêdetir dijminê jinan e. Ji aliyê îdeolojîk ve li dijî jin disekine. Ji ber wê li Tirkiyeyê mirov dibîne komkujî, destavêtina li jinan her ku diçe zêde dibe. Çima? Ji ber ku îdeolojîk li dijî jin e, ji ber wê. Hîn bêhtir jinên ku dikin hedef kî ne? Yên ku li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn kirine, li dijî El Nûsra têkoşîn kirine, xizmeteke mezin ji bo mirovahiyê kirine, mirovahî ji belayeke mezin xilas kirine, yên welê dikin hedef. Mesela DAÎŞ li Fransayê 3 komkujî li dijî gelê Fransayê pêk anî. Piştî wê jî li dijî tevgera Kurd a azadiyê ev komkujî kirin. Ev bêsebep nake. Çima di tevgera azadiyê de yên ku serokatî kir ji bo gelê Kurd, ji bo jinan dike hedef? Ji ber ku van li dijî DAÎŞ'ê, li dijî El Nûsra şer kirine. Yanî gelê Fransayê parastine. Li dijî DAÎŞ'ê, li dijî komkujiyên DAÎŞ'ê. Ji ber wê tolê ji jinên Kurd û pêşengên jinên Kurd hiltînin. Eger ku Sara, Evîn wan kirin hedef, sedem ew e. Niha dewleta Tirkiyeyê ne weke dewleteke normal e. Dewleteke ku dema hate damezrandin li ser şerê taybet, psîkolojîk hatiye damezrandin. Bi temamî li ser wî esasî dimeşe. Ew dewlet rojekê şer neke, nikare rojekê li ser piyan bisekine. Teqez ji bo xwe dijminan çêdike. Timî di dîroka wan de li derveyî gelê Tirkiyeyê kîjan gel, ol, çand hebin hemûyan dike dijmin. Tunekirina van ji bo xwe dikin esas. Dewleteke li ser neteweya Tirk, li ser ola Tirkiyeyê, tenê gelê Tirkiyeyê dixwazin ava bikin. Yanî neteweyeke dewlet dixwazin ava bikin. Kî li pêş wê hebe, wan hemûyan tasfiye dikin. Yek jî eger ku îro li Efrînê heta Silêmaniye, Tirkiye heta Ewropayê komkujiyan dike sedema wê yê ku xizmeta wan kî hebe, dikin hedef. Ne tenê heta di komkujiyan de milîtanên PKK'ê yên pêşeng kirine hedef. Gelek welatparêzan û mirovên Kurd jî dikin hedef. Yanî yê ku xizmetê ji wan re nake kî hebe, di hedefa wan de ye. Bi vê çi dibêjin? Ya hûn ê weke me bibin, hûn ê di xizmeta me de bin, hûn ê bibin koleyê me, ya jî em ê îmkanê jiyanê ji bo we nehêlin. Wê peyamê didin. Dixwazin her kesî bi vî rengî bitirsînin. Ji ber wê van komkujiyan dikin. Eger li Ewropayê jî li navenda Fransayê jî vê pêk tînin, sedem ew e. Ne ji ber pir xurt in dikin, eger xurt bûna ev komkujî li derve nedikirin. Belkî li hundir, li nava Tirkiyeyê bikirana lê belê li derveyî Tirkiyeyê nedikirin. Ji ber ku li derveyî Tirkiyeyê bi sûîqestê kuştina mirovan ne welê hêsan e. Ji ber ku qanûnên navneteweyî hene, ji ber wê zerarê jê dibînin. Eger ku komkujiyan li derveyî Tirkiyeyê dike, bi taybetî jî li Ewropayê dike, ev çi diyar dike? Çiqasî tengav in, lawaz in, ditirsin, xwe di metirsiyê de dibînin, lewma van komkujiyan dikin. Bi vî rengî dixwazin her kesî bitirsînin ku kes li hemberî wan nesekine, ku karibin xwe di lawaziyê de derxînin û li ser desthilatdariyê bimînin. Yanî bêçare ne, pir tengav bûne. Ji ber wê hêrseke mezin bi wan re çêbûye. Vêya bi van komkujiyan pêk tînin. Çima vê bêçaretî, tengavî bi wan re peyda bû? Kê bi pêş xist? PKK'ê bi pêş xistiye, gelê Kurd bi pêş xistiye, têkoşîna gelê Kurd bi pêş dixe, di wan de ev çê kiriye, dawiya wan tîne, rastiya wan eşkere dike. Her ku dixwazin PKK'ê tasfiye bikin, qirkirina Kurdan temam bikin, di vir de bêhtir lawaz dikevin, bêçaretiya wan zêdetir dibe, nizanin ku çi bikin. Dibêjin ya, heywanek heye ku ber bi mirinê hat, nizanim çi dike. Yê van jî weke wê ye. Yanî her ku diçe dawiya wan çêdibe. Niha ji bo ku gelê Kurd, jinên Kurd, PKK li mirovahiyê xwedî derdikevin, li dijî DAÎŞ'ê, Nûsra şer dikin, ji bo mirovahiyê xizmeteke mezin dike, bi taybetî Fransayê êşa DAÎŞ'ê pir kişandiye, xizmetê ji Fransayê re dike, gelê Fransayê diparêze, gelê Fransa jî wextê ku heval li Parîsê hatin qetilkirin xwedî li wan hevalan derketin. Xwedî li gelê Kurd derketin. Li tevgera azadiyê ya Kurd, li PKK'ê xwedî derketin. Vaya kê çêkir? Temam, belkî gerîla têkoşîn kir, Rêber Apo têkoşîn kir, lê belê vê dawiyê têkoşîna jinê tesîreke mezintir çêkir. Ji ber wê gelê Fransayê her wiha dewleta Fransa, hinek saziyên Fransa yên dewletê li dijî wê komkujiyê sekinîn, gotin vana li dijî DAÎŞ'ê sekinîne, em parastine, weke ku MÎT a Tirkiyeyê ew kuştiye, em kuştine. Yanî maneyeke welê dan, ji ber wê li hevalên şehîd xwedî derketin, li tevgerê, li gelê Kurd xwedî derketin. Her wiha bang kirin ku her kes li dijî vê komkujiyê bisekine. Jinên Kurd ev heq kir. Ji ber ku jinên Kurd bi salan e têkoşîneke mezin dimeşîne, gelek berdêlên giran dan. Bi vî rengî xwe dan naskirin, bandor kirin. Lewma welê li jinên Kurd xwedî derketin, di şexsê wê de li Kurd, li tevgera azadî demokrasiyê xwedîderketin di cih de ye, jinên Kurd ji mêj ve ew heq kiriye. Eger Fransa xwedîderket bi esasî li xwe xwedî derdikeve. Ji ber ku yên tên qetilkirin yên li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn kirine, yên ku Fransa parastine. Gelê Fransayê ji gelên din hemûyan bêhtir vê fêhm dike, ji ber wê di asteke bilind de lê xwedî derket. Ji ber wê ez spasiya gelê Fransayê dikim, minetê xwe ji bo wan diyar dikim. Gelê me jî bi rastî li dijî wan komkujiyan bi lehengî sekinî, bi yekîtiyeke xurt sekinî û organîzasyona ku kirin jî pir xurt bû. Ez wan jî bi vê munasebetê silav dikim, pîroz dikim. Dewleta Fransayê jî hinek saziyên wan, her wiha yên ku di nava wan saziyan de ne, nêzîkbûna wan di cih de bû. Bi vê munasebetê ez spasiya wan jî dikim. Lê belê di dewleta Fransayê hinekan xwestin ser komkujiyê bigirin. Hîn jî li ser wî esasî kar dikin. Lazim e hem gelê Fransayê hem gelê me, hem dostên gelê me zexteke mezin çêbikin ku ew saziyên nav dewleta Fransayê ku welê nêzîkî komkujiyê nebe, ku ser negirin. Sergirtin ji bo Fransayê dibe şermeke mezin. Fransa nikare ji binê wê şermê derkeve. Fransa dewleteke hiqûqê ye, wê demê lazim e hiqûqa xwe bimeşîne. Eşkere ye komkujiya yekemîn jî ji aliyê MÎT'ê ve hate kirin, ya duyemîn jî MÎT'ê çêkir. MÎT jî bêyî Erdogan nikare li derve sûîqestan çêbike. Ev jî sedî sed eşkere ye, her kes bi vê zane. Ji xwe di komkujiya yekê de jî her tişt derket, ronahî bû. Yê dudiyan jî ronahî ye. Yanî yekî ku ji zindanê derkeve, piştî 12 rojan çekê werbigire bê li Komeleya Ahmet Kaya hevala Evîn bike hedef, heta ku şehîd bixe fîşekan biavêje hevala Evîn, ne tesadûf in. Roja ku hat komkujî kir jî roja ku li Ahmet Kaya civîn çêbû. Diyar e ku xwestiye komkujiyeke mezintir pêk bîne. Hatiye nedîtiye, yekser li hevala Evîn dide. Heta ku şehîd dixe jî bernade. Vana hemû diyar in. Ji ber wê kes nikare li ser bigire. Daxwaza min komîteyek bê çêkirin ji bo van komkujiyên li Parîsê çêbûye. Ew komîte xwe îlan jî bike. Karê bimeşîne li ser van komkujiyan be, nehêle ku ev komkujî bê nixumandin, ji her alî ve rastiya wê derxîne holê. Her ku derxist jî daxuyaniyan bide gelan, şiyar bike. Li ser wî esasî bibêje lazim e em ê welê kar bike. Ew pêwîst e. Gelê Kurd jî dostê Kurd jî gelê Fransayê jî divê bi hev re kar bikin ku ser wan komkujiyan neyê girtin ku rastî çi ye derkeve holê.

We jî got AKP ji ber ku lawaz e ewqas êrîşên hovane dike. 20 salên AKP'ê qediya, tê zanîn ku çawa hatiye desthilatdariyê. Lê vaye hildiweşe. Sedem û encamên vê hilweşandinê hûn çawa şîrove dikin? Weke yek ji işaretên lawazî û hilweşandina wê jî niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke hilbijartinê heye. Lê her ku hilbijartin nêzîk dibe, êrîşên li ser HDP'ê, gelê Kurd, dostên wan zêde dibin. Herî dawî heqê wan ê xezîneyê betal kirin. Niha hewl didin ku bigirin. Li aliyê din jî senaryoyên cûr be cûr ji bo hilbijartinê têne kirin. Bi taybetî li derdora Serokkomartiyê, namzetiyê de. Hûn vê çawa dinirxînin?

AKP-MHP her ku devê xwe vedikin dibêjin em milî ne. Bi vî rengî derewên mezin dike, her kesî dixapîne. Lê belê êdî nikarin vê bimeşînin, her kesî bixapînin. Rastiya wan eşkere bû, her kes êdî fêhm dike. Ew wer weke dibêje nehatin ser desthilatdariyê. Sîstema kapîtalîst modernîte yê ku pêşengiya wê sîstemê dikin, ew amade kirin anîn ser desthilatdariyê. Ji ber ku armancên sîstema kapîtalîst modernîteyê hebûn. Dewleteke NATO ye Tirkiye, dixwestin bi vê dewletê armancên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin. Ji ber wê AKP bi taybetî amade kirin, Erdogan amade kirin. Bi alîkariya wan li gorî armancên wan hat ser desthilatdariyê. Ji bo wê jî gelek alîkarî kirin. Li Tirkiyeyê jî ji bo ku her kesî bixapînin, gelek derewên mezin kirin. Her kesî jî hinekî bawer kir. Di hundir de jî gelekan alîkariya wan kir. Bi alîkariya derve û hundir hatin ser desthilatdariyê. Piştî desthilatdariyê sîstema kapîtalîst modernîte, nûnerên wan ji her alî ve alîkarî kirin. Çima? Ji ber ku dixwestin Tirkiye bikin model ji bo Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Ereban, ji bo qada Îslamî. AKP jî çi kir? Çawa gelê Tirkiyeyê xapand, hêzên derve jî xapand. Her ku wana alîkarî kir ji bo AKP-MHP'ê, AKP'ê bi vê alîkariyê armancên xwe bi pêş xist. Ji bo ku armancên xwe jî bi pêş bixe, ku karibe encamê werbigire, bi Nûsra, DAÎŞ'ê wan re têkilî danî. Çiqas hêzên bi navê Îslamiyetê diaxivin ku ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nebin, têkilî bi wan re danî, alîkariya wan kir, ew ji her alî ve xurt kirin. Ji bo armancên xwe hem li Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê ew bi kar anîn. Bi taybetî jî ew li qada Sûriyeyê gelekî bi kar anîn. Lê belê li Iraqê jî li welatên din jî bi kar anîn. Hîn jî bi kar tîne. Wextê ku ew kar bi pêş xistin, li derve yên ku alîkariya wan kir, yên ku dixwestin wan bikin model ji bo Rojhilata Navîn dîtin ku modelkirin li aliyekî dimîne, tahrîbatên mezin çêdike. Hem li Rojhilata Navîn çêdike hem ji bo sîstema kapîtalîst modernîte tehrîbatê çêdike. Vaya dîtin, ji ber ku ev dîtin ew alîkariya ku dikirin êdî weke berê nakin. Ji ber wê li derve hurmeta AKP'ê zêde nema. Ji ber ku AKP bi rastî li Tirkiyeyê bêhidût talanî kir. Tirkiye xist rewşeke welê ku li derve qîmeta Tirkiyeyê nema, li hundir jî yên ku hêviya xwe ji bo AKP'ê hebûn bi rastî jî hêviya wan şikest. Dîtin ku AKP ji bo desthilatdariya xwe, malbata xwe van tiştan dike Talaneke mezin li Tirkiyeyê kir. Çi tişt nehişt ku nexist xizmeta xwe û malbata xwe. Bi temamî pirsgirêkên Tirkiyeyê yên civakî giran kir. Dewleta Tirk, sazî neman hemû têk çû. Gel her ku çû feqîr bû. Vana jî her ku çû dewlemend bûn. Di navbera xwe û civakê de cudahiyeke mezin kirin. Belkî destpêkê weke partiyekê bû AKP, lê êdî ne partiyeke. Bûye mîna rêxistineke mafya. Mafya çawa bêedaletiyê dike, li derveyî qanûnan kar dike, kuştinan dike, neheqiyê dike AKP jî li nava civaka Tirkiyeyê van tiştan dike. Yanî destûra bingehîn, qanûnên xwe daye aliyekî, qanûnên navneteweyî daye aliyekî, qanûnên hundir hemû dane aliyekî Tirkiyeyê wer îdare dikin. Yanî çi bixwazin, dibêjin yên ku em kiriye qanûn e. Vêya dimeşînin. Tirseke mezin, zexteke mezin, bêedaletiyeke mezin li Tirkiyeyê çêkirine. Êdî bi vî rengî dawiya xwe anîn. Bi taybetî jî bi MHP'ê re tifaq kirin. Bi MHP'ê re tifaqkirin ji xwe ew jî çûne xeta MHP'ê. Cudahiya navbera wan û MHP'ê nema. Destpêkê ew axaftinên demokasî, azadî hemû têk çûn. Êdî gel vê dibîne, êdî gel naxwaze ku vana li ser milê xwe bide jiyankirin. Ji ber wê dawiya wan hat. Ji ber ku dawiya wan hat, sedema wê yek weke Rêber Apo dibînin. Yek PKK dibînin, gerîlayên PKK'ê, jinên Kurd dibînin. Yek jî siyaseta demokrat a ku HDP temsîl dike, dibînin. Ji ber wê bi hêrseke mezin tên ser Rêber Apo, PKK, gerîla, jinên Kurd û siyaseta demokratîk ê HDP'ê. Eger ku tên ser HDP'ê, sedem ew e. Ji ber ku HDP li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwaze, dewleteke, welatekî demokratîk dixwaze. Pirsgirêkên Kurd, jin, Elewî, ekolojîk, aborî çareserkirinê esas werdigire. Lê belê vana jî naxwazin ev pirsgirêk çareser bibin. Li dijî vê ne, li dijî demokrasî, azadiyê ne, li dijî jinê ne, li dijî Elewiyan e, li dijî ekolojiyê ne. Lewma siyaseta ku AKP-MHP dimeşîne li dijî siyaseta HDP'ê ye, siyaseta ku HDP jî dimeşîne li dijî wan e. Ne îro tên ser HDP'ê. Dema ku hatin ser desthilatdariyê ji wê rojê heta niha girtinan dike, şaredariyên wan hemû girtin, HDP'î xistin zindanan, êşkence, cezayên giran yanî nahêlin ku HDP gavekê biavêje. Ku HDP dixwaze çi bike, hemûyan dixwaze pêşî bigire ku HDP nikaribe siyasetê bike. Dawiyê jî alîkariya xezîneyê girtin, ku HDP nikare faliyetê hilbijartinê bike. Ji ber ku li Tirkiyeyê hilbijartin nêzîk bû. Niha cihê HDP jî diyarker e. HDP di hilbijartinê de kîjan gavê biavêje ew ê encamê bide. Ji ber vê wê jî dibînin, dixwazin pêşî li HDP'ê bigirin. Ku HDP nikaribe rolekê ji bo Tirkiyeyê pêk bîne, pirsgirêkan çareser bike. Bi vî rengî karibin careke din li ser desthilatdariyê bimînin. Diyar e ku dixwazin HDP'ê bigirin. Ew gavê ku niha ji bo alîkariya xezîneyê avêtin, dibe gavek pêşiya girtina HDP'ê. Amadekariya wê dikin. Bi vî rengî dixwazin HDP nekeve hilbijartinê, belavbûnekê li nava Kurdan çêbikin, ku karibin bi vî rengî li ser desthilatdariyê bimînin. Ji bo wê ragihandinê bêsînor dimeşînin, dîsa mehkemeyan bêsînor dimeşînin, êrîşan dikin, heqaretan dikin, HDP'ê bi hinek partiyan re tifaqek bi navê Ked û Azadiyê çêkir, dixwazin pêşiya wê bigirin. Yê ku dixwazin bi HDP'ê re tifaqê bikin, dixwazin pêşiya wê bigirin. Yanî li ser HDP'ê çi derfetên xwe hene bi kar tînin, dixwazin pêşiyê bigirin. Lê belê bi vî şeklî nikarin bigirin. Dîrokê Tirkiyeyê diyar e. Gelek partî girtin, piştî wê tevgera Kurd di siyaseta demokratîk de xurtir derket. Îro jî mesela her kes li HDP'ê xwedî derdikeve. Dibêjin ku xezîne alîkarî qut kiriye, em ê alîkariya partiya xwe bikin. her Kurdekî bi şeref vê tîne ziman. Gelek saziyan gotin em ê alîkariya HDP'ê bikin. Bêguman a rast jî ev e, HDP jî lazim e di vî alî de jî pişta xwe bide gel, gelan ku karibe plana AKP-MHP li dijî HDP'ê di şexsê HDP'ê de li dijî Kurdan, li dijî gelên Tirkiyeyê dimeşîne vala derbixîne. HDP heta niha li ser wî esasî kar dike, karê ku dimeşîne li ber çavan e, karekî pîroz e. Eger dewsa HDP'ê de partiyeke din bûya, ewqas dewleta Tirkiyeyê, AKP-MHP biçûya ser texmîn dikim nikarîbû wer berdewam bikira, wê têk biçûya. Lê belê bi salan e bi hemû derfetên xwe diçin ser, HDP dîsa jî li ser lingan e. Weke ku Hevserokê HDP'ê Mîthat got, HDP stêrka qutbe ye di dîroka Tirkiyeyê de ji bo demokrasiyê. Ew rast e. Vêya her kes jî dibîne. Sekna wan li dijî zilma ku AKP-MHP dike, sekna wan bi rastî jî pir bi rûmet e. Ez wan jî pîroz dikim. Vêya hêzên demokrasî, sosyalîst ên Tirkiyeyê, yên azadî demokrasiyê dixwazin, Kurdên bi şeref hemû dibînin. Li HDP'ê jî xwedî derdikevin. HDP lazim e çawa heta niha bêtirs bi biryar û wêrekî siyaseta demokratîk meşand, ji niha û pê ve jî lazim e tifaqa xwe xurt bike. Tifaqa Ked û Azadiyê xurt bike, bimeşe.

AKP-MHP hemû hêz derfet, madiyata Tirkiyeyê xistiye xizmeta şerê li dijî gelê Kurd. Niha şerekî navenda wê Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana destanî ya gerîla dewam dike. Li gel şert û mercên zivistanê jî ev şer hîn jî dewam dike. Di encama siyaseta AKP-MHP'ê de li Tirkiyeyê her cûre qeyran pêk tê. Di aliyê siyasî, civakî, aborî û exlaqî bandora vî şerî çêdibe. Hûn dikarin ji bo bandora vî şerî çi bibêjin?

Dewleta Tirkiyeyê dewleteke li ser şerê psîkolojîk taybet hatiye avakirin. Li ser wê dimeşe. AKP-MHP vêya di asteke bêexlaq de di asteke bilind de pêk tîne. Rastî ew e. Di dîroka Tirkiyeyê de weke AKP-MHP'ê kesekî ew şerê qirêj ê taybet di vê astê de nemeşandiye. Bêguman şerê ku dimeşînin bi rastî li ser civaka Tirkiyeyê tesîreke pir xerab çêdike. Civakê dirizîne, kesayetê dirizîne. Civakê, mirov ji rastiya xwe dûr dixe. Ji ber wê xerab dike. Tesîreke welê pir nebaş çêdike. Ji ber wê fatûreya wê li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê giran çêdibe. Dewleta Tirkiyeyê hem îmkanên xwe yên li hundir hem jî yên li derve ji bo vî şerê qirêj dimeşîne. Qedera xwe jî girêdayî vî şerî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê qanûnek heye, yê ku dixwaze bê ser desthilatdariyê, yê ku dixwaze li desthilatdariyê bimîne lazim e şerê psîkolojîk taybet bimeşîne. Bi taybetî jî li ser Kurdan wer dikarin li ser desthilatdariyê bimîne. Niha AKP-MHP jî wê pêk tîne. Erdogan eşkere got, 'hûn dizanin ku fîşekek çiqas e?' Yanî got, em îmkanên Tirkiyeyê dixin xizmeta şer, ku em karibin qirkirinan çêbikin. Yanî li dijî civakê, mirov di şer de ne. Hemû derfet jî xistine xizmeta wî şerî. Ji bo karibin encamê werbigirin propagandayeke pir mezin dimeşînin, derewên mezin dikin. Li gel wê jî wê çawa karibin civakê, mirovan xera bikin; eroîn, fûhûş, ajantî tiştên bi vî rengî bêsînor di nava civakê de bi pêş dixînin. Bi taybetî jî di nava civaka Kurd de bi pêş dixînin. Ji bo karibin dawiya gelê Kurd wer bikin ku gelê Kurd nikaribe êdî li xwe xwedî derkeve. Yanî fûhûş, eroîn, ajantî ji bo wê bêsînor dikin. Hemû derfetên xwe dixin xizmeta van tiştan. Ev siyaseta dewletê ye, li Kurdistanê li ser gelê Kurd dimeşînin. Ji ber ku di armanca wan de ji holê rakirina gelê Kurd heye. Wê çawa rakin? Derewan dike, tenê têrê nake. Lazim e di nava ciwanên Kurd de fûhûşê bi pêş bixîne, eroînê bi pêş bixin, ajantiyê bi pêş bixin. Wê demê dikarin gelê Kurd birizînin, ew gel êdî nikare li xwe xwedî derkeve, li dijî wan bisekine. Wê bikeve derdê xwe, wê demê bi rehetî dikarin desthilatdariya xwe bimeşînin. Niha ku vê weke siyaseta dewletê dimeşîne, sedem ew e. Êdî tê fêhmkirin ku dewlet çi siyasetê dimeşîne. Dibe ku heta niha gelan zêde nizanîbû, lê belê her ku diçe ne tenê gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê jî pê dihese, çima ev birçîbûn çêdibe, çima feqîrî çêdibe, zilm çêdibe. Diyar e ku encama şer e. Vê dibîne. Rastî jî ew e. Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên civakî, aborî, siyasî hemû encama şer e. Şerekî pir qirêj dimeşînin. Niha li Zapê, Avaşîn li wan deran bombardûmana ku kir, çekên bi kar anîn, tank topên bi kar anîn di nava salekê de dibe ku 10 salan Amerîka li Vîetnamê bi kar neanî. Wê çawa li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî, siyasî civakî nebe? Çawa rizandin, bêexlaqî bi pêş nekeve? Eger ku bi pêş dikeve ji ber wê ye. Divê gelê Tirkieyyê hîn baştir vê mûhakeme bike, wê demê wê zanibe ku ew êşa dikişîne sedema wê desthilatdariya AKP-MHP ye. Vî şera çawa li hundir wan lawaz dike, rastiya wan bi gelan dide fêhmkirin, li qada navneteweyî jî her ku diçe rastiya wan tê fêhmkirin, hurmeta dewleta Tirkiyeyê her ku diçe namîne. Dikarim bibêjim di dîroka dewleta Tirkiyeyê de ti carî dewleta Tirkiyeyê ewqasî bêhurmet nebûye. Yê ku ev kir, AKP-MHP ye. Niha AKP-MHP qanûn hemû danîn bin lingan, çi dikin dibêjin qanûn e. Dibêje em Tirkiyeyeke nû ava dikin. Faşîzmê ji her alî ve ava dikin, dixwazin bi cih bikin. Gelek çete ji bo xwe çêkirine. Van çetena talanê, kuştinê, girtinê dikin. Hemû jî meşrû ne ji bo wan. Kes nabêje çima ev çêdibe, her wiha heq didin wan. Ji ber wê her ku diçe ev tişt zêde dibin. Yanî eşkere dibe ku Tirkiye nikare êdî bi vî rengî dewam bike. Êdî ne tenê civaka Kurd, yê Tirkiyeyê jî nikare vê qebûl bike. Ew dewletên ku alîkariya AKP-MHP'ê kirine jî êdî nikarin bi vî rengî alîkariyê bikin. Ew desthilatdariya AKP-MHP bûye barekî mezin li ser civakê û qada navneteweyî. Bawer dikim di vê hilbijartinê de wê ew desthilatdarî têk biçe.

We behsa şerê taybet, qirêj ê derûnî li hemberî civaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir. Bêguman herî zêde li ser Kurdan tê kirin. Navenda wî şerî jî ji aliyê MÎT'ê ve tê birêvebirin. Berê MÎT'ê karên sîxurtî veşartî dikir. Niha weke ku gelê Kurd biçûk bibîne, heqaret bike bi telefonan wan dawetî xiyanetê dike. Bi taybetî bûyerên fûhûşê, bikaranîna tîryakê bi destê dewletê pir zêde bûne. Herî dawî eşkere bû li Wanê 40 kesên ji mirovatiyê derketî dest avêtin zarokekî 16 salî. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin û divê helwesta gelê Kurd çawa be?

Min got ku dewleta Tirkiyeyê dewleteke ku li ser şerê psîkolojîk, taybet hatiye avakirin. Dewleteke welê ye. Yanî ne dewleteke normal e. Şerê taybet tê zanîn pîvanên xwe nîne. Bi temamî bêpîvan tê meşandin. Ji bo vî şerî dimeşîne bi hemû derfetên xwe, civaka Tirkiyeyê, mirovên Tirkiyeyê jî ji rastiya xwe derxistine. Ji ber wê refleksê wan nemane. Her tişt dibe, normal tê dîtin. Ev ne rewşeke normal e. Ev çi diyar dike? Şerê taybet psîkolojîk ew civak, mirov ji rastiya xwe derxistiye, dûr xistiye. Ew encama wê ne. Ji ber ku bêsînor fûhûş, eroîn, ajantî bi pêş dixe. Yanî dixwaze bi temamî civakê welê bike ku ew civak bi temamî xera bibe, êdî nefikire. Ku ew karibin desthilatdariya xwe dewam bikin. Siyaseta ku dimeşîne li ser civakê, li ser mirovan li ser vî esasî ye. Bi taybetî li Kurdistanê vê bêsînor dimeşînin. Dixwazin mirovên Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd ji nasnameya xwe, ji kesayetiya xwe dûr bixin. Ku êdî nasnameya xwe nefikirin, Kurdîtiya xwe, mirovahiya xwe nefikirin. Li dijî wan ranebin û karibin bi hêsanî desthilatdariya xwe bimeşînin. Eger vana li Kurdistanê li nava civaka Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd dimeşînin ew ji bo wê ye. Lazim e gelê me vê baş fêhm bike. Malbat bi taybetî vê baş fêhm bikin. Ciwan, jin vê baş fêhm bikin. Li dijî vê siyasetê lazim e bisekinin, têkoşînê bikin. Malbat li zarokên xwe xwedî derkevin, li çand û jiyana xwe xwedî derkevin. Li nasnameya xwe xwedî derkevin. Eger xwedî dernekevin, ew dewlet wê vê siyasetê di nava civaka Kurd de bêsînor bimeşîne. Wê rizandinê çêbike. Civaka Kurd rastiya xwe winda bike, têkoşîna ku da, êşa ku jiya hemû wê vala biçe. Lazim e vê baş bibîne, baş fêhm bikin û li dijî vê bisekinin. Netirsin, eger bitirsin serê xwe daynin wê vê girantir bikin. Mirina esas ev e. Bi vî rengî civak dimire, Kurdîtî dimire, nirxê wan hemû, çanda wan hemû dimire. Ji bo ku nemire divê bi cesaret li hemberî vê bisekine. Niha di encama şerê kirin de ku we jî anîn ziman li Wanê zilamên dewleta Tirk, sûbay, polîs, yên dewletê 40 kesî tecawizî zarokekî 16 salî kirin. Vaya derket, em dinihêrin kes dengê xwe dernaxe. Halbûkî lazime mirov qiyametê rake ser piyan. Bi taybetî mirovên Kurd nikarin vê qebûl bikin. Nikarin tehemûl bikin, ev ne tiştekî normal e. Em dibînin ne partiyên siyasî, ne civak, ne ciwan, ne jin, li dijî vê ranabin. Halbûkî Wan tevahî rabin ser piyan, ne tenê Wan, cihên din jî. Ev heqareteke mezin e, bêexlaqiyeke mezin e. Vê dewlet dike, ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye li dijî gelê Kurd. Kurd nikarin vê qebûl bikin. Lazim e li xwe xwedî derkeve. Weke salên 90'î çawa ciwanên me, jin, civak bi temamî, zarok li xwe xwedî derdiketin, xwe diparastin, li dijî dijmin disekinîn. Dijmin wê demê nikarîbû ev heqaret bikira, destavêtin û zilm bikira. Lazim e careke din vê ji bo xwe bikin esas. Ya ji wan tê xwestin ew e. Bi rastî tiştên dibin ji bo me şermeke mezin e, lazim e em xwe ji wê şermê derbixin. Wer lê kiriye ku refleks nehiştine. Her tişt normal bûye, tiştê ku mirov qiyametê rake bûye normal. Ev encama şerê taybet e. Lazim e em pêşî li wê bigirin. Ya ji me hemûyan tê xwestin ew e. Niha giranî daye ser sîxurtiyê. Bi telefonan xwe digihînin her kesî. Gefan dixwin, dibêjin eger hûn ji me re sîxurtiyê nekin em ê we bikujin, em ê we bigirin, em ê we têxin zindanan, em ê cezayên giran bidin we, em ê jiyanê li we heram bikin. Madiyatê didin pêş wan, eger hûn sîxurtiyê qebûl bikin, yanî hûn li dijî xwe bin, hûn xwe îmha bikin em ê pere bidin we. Vê dibêjin. Yanî gelê Kurd lazim e birçî bimîne, tî bimîne, axê bixwe, çilo bixwe, giha bixwe, lazim e sîxurtiyê qebûl neke. Qebûlkirina sîxurtiyê kuştina xwe ye. Çawa gelê Kurd bi salan ji bo azadiya xwe têkoşîn kir, berdêlên giran da, asteke pir bilind ji bo xwe çêkir li dinyayê, rabe vê îro qebûl bike. Ev ne tiştekî normal e. Berê mesela li nava civakê yek ajan bûya, kesî silav nedida wî, wî nikarîbû li wir jiyan bikira. Niha wer lê hatiye ew jî normal bûye. Çawa tecawiz, fûhûş, eroîn normal bûye, ew jî normal bûye. Gelê Kurd nikare vê qebûl bike. Bila gefê bixwin, bila kuştinan jî bikin. Lê lazim e mirovên Kurd bêşerefiyê qebûl nekin. Ya rast ji bo gelê Kurd ew e. Bi vê munasebetê banga min li hemû mirovên Kurd ew e ku lazim e li dijî siyaseta dewleta Tirk bisekine. Dewleta Tirk çi bibêje, zanibin ku berevajî wê ye. Derew e, xapandin e. Wê çawa Kurdan ji holê rake, ji bo wê wan derewan dike. Ji bo wê fûhûş, eroîn, ajantiyê bi pêş dixe. Ji ber wê lazim e li dijî vê bisekine, li xwe xwedî derkeve, parastina xwe li ser vî esasî bi pêş bixe. Ku bi pêş xist, nikarin wan karan pêk bînin.

Ev demeke di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hevdîtinên veşartî û eşkere hebûn. Tê gotin, wê dîsa hevdîtinan bikin, di asta wezaretê de. Her wiha dibêjin belkî Erdogan û Esad jî hevdu bibînin. Hûn van hevdîtinan çawa dinirxînin?

Di ragihandinê de jî belav bû, ku Rûsya, Tirkiye, Sûriye hevdîtinan çêdikin. Dibêjin wê di asta bilind de jî çêbikin. Lê belê ev ne weke dibêjin e, ne weke propaganda dikin e. Ev welê rehet çênabe, pirsgirêkên navbera Tirkiye û Sûriyeyê pir mezin e. Ev her kes zane, ev bi rehetî çareser nabe. Lazim e Sûriye, dijminê ji bo Kurdan neke. Eger dijminiyê ji bo Kurdan bike ev ê dawiya Sûriyeyê bîne. Eger ku Sûriye heta niha li ser lingan maye, va bi têkoşîna Kurdan çêbûye. Ev rastiyeke. Eger Kurdan li dijî Nûsra, DAÎŞ wana şer nekirina, têkoşîn nekirina niha îro Sûriye nemabû. Eger ku ew li ser piyan ma, parçe nebû, rejîm dewam dike ev encama têkoşîna Kurdan bi pêş xistiye. Lazim e Sûriye vê bibîne. Wer berevajî nêzî vê nebe. Çeteyan Sûriye hemû xera kirin. Ne tenê Sûriye, derveyî Sûriye jî mirovahî jî bi vê baş zane. Ev çeteyana kê bi pêş xisti, kê alîkariya wan kir, kê ew perwerde kirin, kê çek da wan, kî wan dimeşîne dewleta Tirkiyeyê ye. Her kes bi vê jî zane. Dewleta Tirkiyeyê ti carî dest ji van çeteyan bernade. Çiqas dibêje, em ê pirsgirêkên xwe bi Sûriyeyê re çareser bike, derewan dike. Dixwaze bi vî rengî Sûriyeyê jî bixapîne. Hemû armanca dewleta Tirkiyeyê çi ye? Dixwaze Kurdan qir bike. Armanca wan ew e. Wê vê armancê çawa pêk bîne? Eger ku Sûriye jî kişand siyaseta xwe. Tirkiye eşkere dijminê Kurdan e, dixwaze Kurdan qir bike. Lazim e Sûriye nekeve nava vê siyasetê. Eger têkeve vê siyasetê, ferqa Sûriye û Erdogan namîne. Çima Tirkiye bi lez dixwaze hevdîtin çêbibin? Ji ber ku hilbijartin li Tirkiyeyê heye. Erdogan dixwaze di meseleya Sûriyeyê de hinek gavan bi Sûriyeyê bide avêtin, wê jî têxe xizmeta xwe ku di hilbijartinê de bi ser bikeve. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Yanî tifaqa Rûsya, Sûriye, Tirkiye li ser berjewendiyên xwe bi pêş dixîne. Mirov wê fêhm dike. Tirkiye jî li ser berjewendiyên xwe bi pêş dixe. Armanca xwe eşkere ye, ji xwe tîne ziman: Lazim e li Sûriyeyê statuya Kurdan nebe, bi navê Kurdan çi heye ji holê rabe. Vê dibêje. Berjewendiya Sûriyeyê ne di tasfiyekirin, qirkirina Kurdan de ye. Berjewendiya Sûriyeyê bi Kurdan re tifaqkirin e, pirsgirêkên xwe bi Kurdan re çareserkirin e. Lazim e Sûriye neyê lîstikên dewleta Tirkiyeyê. Erdogan bi kerameta Sûriyeyê lîst. Destpêkê got em ê sê rojan bên li mizgefta Emewî nimêj bikin. Yanî em ê Sûriyeyê têk bibin, armanca xwe ew bû û li ser wî esasî jî kar kir. Ji bo ku Sûriyeyê têk bibe, alîkariya çeteyan kirin. Eger çete îro ewqasî komkujiyan dike, li pişt wê Erdogan heye. Tehrîbata ku li Sûriyeyê çêbûye, li pişt wê Erdogan heye. Erdogan Sûriye tehrîp kir, rastî ew e. Ji bo wê divê Sûriye nekeve xizmeta Erdogan, ku Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve. Eger têkeve xizmeta Erdogan, Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve, zirara mezin wê Sûriye bibîne. Dibe ku Kurd hinek zeraran bibîne, lê belê esas zerara mezin Sûriye wê bibîne. Ew naxwazin ku ti carî ew rejîm bimîne, Sûriye welê bimîne. Ew dixwazin bi çeteyan li Sûriyeyê guhertinekê çêbikin. Rastî ew e. Ji ber wê Kurdan heta niha Sûriye parast. Li ser lingan hişt. Belkî hinek xeteyên wan jî hebin, ji ber wê mumkun e rexneyên Sûriyeyê jî ji bo Kurdan hebin. Lê belê divê ev nebe asteke wer dijminê ye. Tirkiye dikare dijminahiyê bike, ji xwe dijminê Kurd e, dijminê jin e, dijminê demokrasî, azadiyê ye. Wê jî pêk tîne. Lê belê Sûriye ji bo hinek rexneyên xwe ji bo Kurdan hene, nikare vê bigihîne asta dijminatiyê mîna Erdogan. Eger vê bike wê dawiya xwe bîne. Baweriya min ew e ku Sûriye wê nekeve vê siyaseta xerab, wê têkiliya xwe bi Kurdan re bi pêş bixîne, wê pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Ya ku yekîtiya Sûriyeyê biparêze ew e, Sûriyeyê biparêze. Banga min li ser wî esasî ye ji bo Sûriyeyê.