Bayik: Em ê rê nedin konsepta nû ya dewleta Tirk

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, wê rê nedin konsepta nû ya dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên ANF'ê.

Bayik bi bîr xist ku niha li Rojhilata Navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime û got, "Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî hişyar bûne. Li Başûr hin destketî bi dest ve anîne. Li Rojhilat hişyar bûne. Kurd li gelemperiya cîhanê hişyar bûne. Daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dikin û ji bo vê jî di xeta neteweya demokratîk a Rêbertî de dixwazin di nava sînorên siyasî yên hemû dewletên herêmê de çareseriyekê biafirînin. Em dixwazin bi nêzîkatiyeke maqûl û hêsan vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê hişyarbûn, rêxistinbûna Kurdan û çareseriyên ku datînin holê, li stratejiya dewleta Tirk, li polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku xwe dispêrin qirkirina Kurdan nayê. Ji ber vê yekê li ku derê demokratîkbûn hebe, li dij in. Ne tenê li dijî Kurdan e, hem li dijî Kurdan e hem jî li hemberî demokratîkbûnê ne. Dixwazin Kurdan tine bikin, ji ber vê yekê bi tundî li ber demokratîkbûnê radibin. Ji ber ku dijminê Kurdan e û dixwazin Kurdan tine bikin, li dijî demokratîkbûnê ne. Li cihê ku demokratîkbûn pêk were wê hebûna Kurdan bê pejirandin û li ser vê bingehê wê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Kurd wê bên qebûlkirin û li ser bingeha jiyana bi çand û nasnameya xwe wê jiyaneke azad derkeve holê. Lewma bi rengekî ku nehatiye dîtin dijminatiyê li demokrasiyê dikin. Pêwîste girêdana diyalektîk a navbera dijminatiya li Kurdan û dijminatiya li demokrasiyê bi vî rengî were dîtin."

KURD WÊ LI EFRÎNÊ LI BER XWE BIDIN Û DAWÎ LI DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK BÎNIN

Cemîl Bayik işaret bi konsepta nû ya dewleta Tirk a dagirker kir û wiha dewam kir: "Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dewam dike, hevsengiyên li Rojhilata Navîn ji hev belav bûne. Di pêvajoya avabûna hevsengiyên nû de dewleta Tirk dixwaze ji nakokiyên heyî sûdê werbigire, ji derfetên xwe sûdê werbigire, bi vî rengî bi hin hêzan re tifaqê bike û rêxistinbûna Kurdan, hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdan bieciqîne. Plana têkbirinê ya ku li ser vê bingehê sala 2014'an dest pê kir, biryarên xwe yên di Desteya Ewlekariya Milî ya 30'ê Cotmeha 2014'an de girt û êrîşên xwe yên li dijî bajar û bajarokên Kurdan derxîne derveyî welat. Ji xwe ev polîtîka qebûl kiribûn û bi rê ve dibirin. Niha jî bi dagirkirina Efrînê re vê yek bi awayekî vekirî li derve dimeşîne. Ev yek bêguman polîtîkaya dewleta Tirk e. Lê belê bi dagirkirina Efrînê re ev pêvajo neqediya ye, dewam dike. Jİ bo wan jî dewam dike, ji bo Kurdan jî dewam dike. Kurd wê li Efrînê li ber xwe bidin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin."

KONSEPTA NÛ, BELAVKIRINA ŞER LI TEVAHIYA HERÊMÊ YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Kurd di rewşa heyî de bûne xwedî hêz û ev tespît kir: "Raperîneke ji rêzê ya herêmî nîne. Ya jî ne tenê Kurdên li Bakurê Kurdistanê xurt bûne. Kurd li tevahiya herêmê xurt bûne. Ev xurtbûna Kurdan bi rengekî erênî bandorê li hêza hev dike. Hev xwedî dike. Dewleta Tirk jî ji ber vê yekê ne tenê li parçeyekî, bi rengekî yekgirtî dixwaze dijminatiyê li hemû Kurdan bike. Lewma şer biriye derveyî sînorê xwe. Konsepta nû belavkirina şer li tevahiya herêmê ye. Ev jî tê vê wateyê; Çawa ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de qirkirina Kurdan di çarçoveya hin têkiliyên navneteweyî de kirin, çawa ku xwe spartin hin hêzên navneteweyî, niha jî di dema avabûna hevsengiyên nû de dixwazin xwe bispêrin hin hêzên herêmî û navneteweyî û bi vî rengî Kurdan qir bikin û êrîşên xwe bibin serî. Di vê çarçoveyê de hemû derfetên Tirkiyeyê hatine pêşkêşkirin. Ji bo qirkirina Kurdan Tirkiye danîne ser maseya qumarê. Bi taybetî desthilatdariya AKP ji bo xwe li ser piyan bigire, Tirkiye daniye ser maseya qumarê."

DI QIRKIRINA ERMENIYAN DE ROLA ELMANAN ÇI BÛ, NIHA JÎ DI QIRKIRINA KURDAN DE RÛS BI HEMAN ROLÊ RADIBIN

Bayik di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk bi desteka Rûsyayê Efrîn dagir kiriye û hê jî dixwaze polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê bi desteka Rûsyayê bidomîne.

Bayik li ser têkiliyên dewleta Tirk û Rûsyayê ev nirxandin kir: "Têkiliyên Rûsyayê bi dewleta Tirk re bi rastî jî paradokseke mezin e! Tirkiye ku heta niha Sûriye şewitand û hilweşand, ku hîn jî çavkaniya bingehîn a nearamiya li Sûiryeyê ye, niha xwe dispêre Rûsyayê û polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê wiha dimeşîne. Di demekê de ku qirkirina Kurdan bi awayekî dijwar dike, destekê ji Rûsyayê diigre. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Elman di qirkirina Ermeniyan de bi roleke çawa rabûn, niha jî di qirkirina Kurdan de Rûsya bi heman rolê radibin. Lê belê rastiyeke welê ya Kurdan, ya herêmê û cîhanê heye, ku Kurd ne ew Kurdên dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê ye. Li herêmê jî pêşketin hene; gel daxwaza demokrasiyê dikin. Daxwaza demokrasiyê û dijminatiya li Kurdan bi hev re nameşe. Daxwaza demokrasiyê ya gelan û polîtîkayên dewleta Tirk qet li hev nakin. Rûsya bi xwe jî ji aliyekî ve destekê dide qirkirina Kurdan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, li aliyê din jî daxuyaniyê dide û dibêje ku çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bêyî Kurdan nabe. Em vê yekê ji ber vê dibêjin; belê dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike, polîtîkayeke wiha dimeşîne, lê ne hêsan e ku her kesî li gorî dilê xwe bike dijminê Kurdan. Lewma wê di polîtîkayên xwe de tehdê bibîne. Wê nikaribe vê polîtîkayê li gorî dilê xwe bimeşîne. Li aliyê din jî berxwedana mezin a Kurdan heye. Lewma wê nikaribe vê konsepta nû bi hêsanî bimeşîne. Em ê nehêlin ku bi hêsanî bimeşîne. Kurd wê firsendê nedin vê yekê. Lê belê divê bê gotin ku ev pêla êrîşê ya qirker a nû, di şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de konsepteke ku li Rojhilata Navîn tê meşandin."

Cemîl Bayik bal kişand ser helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û got, "DYA jî ji destpêkê ve polîtîkayeke ku Kurdên li rojavayê Firatê feda bike meşand. Li pêşberî rewşa li herêma Efrînê timî weke temaşevan tevgeriya. Li Efrînê Rûs hebûn, li rojhilatê Firatê jî DYA. Parvekirineke wiha xuya dikir. Ji xwe DYA bi awayekî vekirî li ber dagirkirina Efrînê ranebû. Her wiha bi helwesta xwe teşwîq kir."

TEVGERA AZADIYÊ JI DESTPÊKÊ VE XWE DISPÊRE HÊZA XWE

Bayik da xuyakirin ku Kurd vê rewşê dibînin û li gorî vê yekê jî rêxistinbûna xwe, hêzên xwe yên parastinê bi pêş ve dibin û got, "Rêber Apo jî, tevgera me ya azadiyê jî ji destpêkê ve destnîşan kirin ku ji bo Kurdan hêza xwe, têkoşîna bi hêza xwe mecbûrî ye. Tevgereke ku dixwaze xwe bispêre gel û bi vî rengî tevbigere. Tevgera Azadiyê ya Kurd ne tevgereke welê ye ku xwe dispêre dewletekê û bi wî rengî tevdigere. Kurd jî ancax bi polîtîkayeke wiha dikarin li parçeyên din bi ser bikevin. Bêguman Kurd dikarin dîplomasiyê bikin, bi hêzên cihêreng re têkiliyê deynin, lê belê ya esasî ew e ku xwe bispêrin hêza xwe, hêzên xwe yên siyasî, leşkerî û yekîtiya xwe esas bigirin. Her wiha gelekî girîng e ku bi hêzên demokrasiyê yên herêmê re tevbigerin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûnê ya herêmê di zikhev de ne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin demokratîkbûn pêk nayê. Eger pêşketina demokratîk bibe wê pirsgirêka Kurd çareser bibe."

2018 WÊ BIBE SALA ŞIKESTINA FAŞÎZMA AKP'Ê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik ragihand ku êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê wê dewam bikin û ev nirxandin kir: "Ev êrîş wê heta kengî dewam bike? Heta ku bişikê wê ev êrîş dewam bike. Wê bişikê? Bêguman wê bişikê. Nepêkan e ku ev zîhniyet, ev feraset bidome. Zemîn jê re nîne. Ne ji aliyê navneteweyî, ne ji aliyê hêzên herêmî, ne ji aliyê Kurdan, ne jî ji aliyê Tirkan ve zemîneke ku karibe li ser bimeşe, nîne. Êrîşên ewqasî giran û dijwar ancax heta demekê bidome. Piştî wextekê dema encam bi dest nexist wê bişikê. AKP ji vê ditirse. Nikare xwe li mûxalefeteke biçûk jî rabigire. Çima? Dibêje 'Eger ez di demeke kin de encamê negirim ez ê bişikêm, tine bibim'. Lewma ji bo îradeya Kurdan di demeke kin de bişikîne û destketiyên Kurdan tine bike êrîşên xwe zêde dike. Divê Kurd bi vê rastiyê zanibin. Li dijî vê yekê bêguman wê xwe bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin. Nabe ku lê bê temaşekirin. Ev xeterî ji ber xwe ve nayê tinekirin, ji ber xwe ve naçe. Bi têkoşînê wê biçe. Berê jî bû, lê belê bi têkoşînê hate têkbirin. 12'ê Îlonê bi têkoşînê hate têkbirin, ya salên 1990'î bi têkoşînê hate têkbirin. Ev êrîşên mêtinger û talanker ên faşîzma AKP-MHP'ê jî wê bi têkoşînê bên têkbirin. 2018 wê ji vî alî ve bibe sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê."

DI ŞERÊ SÛRIYEYÊ DE WÊ JI NIHA Û PÊ VE BI GIRANÎ DEWLET BIKEVIN DEWRÊ

Cemîl Bayik da xuyakirin ku şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye û ev şer demeke din bidome. Bayik got, "Berê şer dihate kirin ji bo hevsengiyên hêzê bên afirandin. Her kesî hêza xwe nîşan didan. Ji niha û pê ve wê di siyaseta Sûriyeyê de şerê wê yekê bê kirin ku kî dikare çiqasî cih bigire. Di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de wê kîjan hêz çiqasî hebe, bandora xwe ya siyasî çi be, şerê vê yekê wê bê dayin. Lê belê ev qonaxa şer jî wê di demeke kin de neqede. Şerê afirandina hêzê, nîşandana hêza xwe demeke dirêj dewam kir. Şerê cihgirtina di sîstema Sûriyeyê de jî wê bidome. Berê aktorên herêmî hê bêhtir di dewrê de bûn, lê êdî wê bi giranî dewlet bikevin dewrê. Asta nû ya şerê li Sûriyeyê wê bi vî rengî be. Wê bibe şerekî ku hîn bêhtir dewlet ketine dewrê. Ji xwe DYA di dewrê de ye, Rûsya di dewrê de ye, Tirkiye kete dewrê, Fransa dikeve dewrê, Îran di dewrê de ye. Lewma şer derbasî qonaxeke nû bûye."

SÛRIYE BÊYÎ KURDAN AVA NABE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku rola Kurdan a di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de girîng e û wiha dewam kir: "Kurd wê li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe bidin. Efrîn ji çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin. Bi desteka Rûsyayê Efrîn ahte dagirkirin. Lê belê berxwedana li Efrînê wê bidome. Dagirkirina Efrînê wê bi ser nekeve. Gelê Efrînê wê li cih û warê xwe vegere û bi rengekî azad û demokratîk bijî. Li Rojhilatê Firatê jî Kurd wê bi gelên din re timî bi bandor bin. Gelo bêyî dîtina hebûna Kurdan Sûriyeyeke nû dikare bê avakirin? Nepêkan e ku bê avakirin. Heta ku Kurd neyên qirkirin, bêyî Kurdan Sûriye ava nabe. Qirkirineke bi vî rengî jî nepêkane ku li gelemperiya Sûriyeyê were kirin. Sûriye bêyî Kurdan nikare li ser piyan bimîne. Garantiya yekîtiya Sûriyeyê Kurd in. Kurd alîgirê yekîtiya Sûriyeyê ne. Ji xwe ji ber vê yekê bi Ereban re ewqas têkilî danîn. Kurd li Sûriyeyê dikarîbûn tenê li herêmên xwe biman, lê belê ev yek nekirin. Ji ber vê yekê nekirin; jiyana azad û demokratîk a Kurdan bi demokratîkbûna Sûriyeyê dibe. Heta ku welatên herêmê demokratîk nebin Kurd nikarin azad bibin. Lewma Kurdan têkoşîna xwe li gelemperiya Sûriyeyê belav kirin. Ji bo yekîtiya Sûriyeyê wê cihekî bi bandor ê Kurdan hebe."