Bayik: Berxwedana Kurdan ji bo têkbirina qirkirinê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, desthilatdariya Bahçelî-Erdogan qirkirinê li gelê Kurd û demokratan ferz dike û got, berxwedana heyî tê wateya rabûna li ber vê faşîzm û qirkirinê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik mijarên di rojêv de nirxandin. Cemîl Bayik girîngiya çalakiyên greva birçîbunê, pîlana nû ya li ser qirkirina Kurdan, polîtîkayên Hikumeta-Erdogan- Bahçelî ya bi şerê taybet nirxand. Bayik her wiha li ser dagirkirina xaka Efrînê û guhertina demografik rawestiya.

Hevserokê Konseya Rêvebir ya KCK’ê Cemîl Bayik Hikumeta Iraqê, deshilatdariya Başurê Kurdistanê û partiyên siyasî şiyar kir ku ji bo qirkirina Kurdan bi Erdogan-Bahçelî re hevkariyên nekin. Bayik tevlî bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Enes Yildiz.

174’roj in bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven grevên birçîbunê berdewam dike. Ji bo şikandina tecrîde û hilweşandina faşîzmê divê ev çalakiyên berxwedanê derbasê qonaxekî çawa bibin?

Niha wek tê zanîn em dikevin meha Gulanê. Meha Gulanê meha şehîdan e. 18'ê Gulanê jî roja şehîdan e. Belkî di hemû heyvan de, di hemû rojan de gelek şehadet çêbûne lê belê şehadetên ku di heyva Gulanê de çêbûne piçek taybet in. Di vê heyvê de şoreşgerên pir mezin şehîd ketin. Hem jî bi hejmareke mezin şehîd ketin. Di 18ê Gulanê de Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya û di zîndanan de gelek heval şehîd ketin. Bi vê mûnasebetê ez van şehîdan bi bîr tînim, li ber wan bejna xwe ditewînim, ew soza ku me daye wan şehîdan ez dubare dikim. Di tevgera Apocî de şehîd sebeba ji her alî ve pêşxistina tekoşîna me ye. daxwaziya wan şehîdan, hêvî û armancên wan pêk anîn e. Tevgera Apocî, mîlîtanên wê, dostên wê li ser vê esasê dimeşin û ev meş li ser vê esasê hîn jî berdewam e. Lazim e herkes  vê wer bizanibe. Dîsa 1ê Gulanê li pêş me ye. ew roj roja karker û kedkara ye. ev roj cejna wan e. Ez cezna karkeran û kedkar hemûyan pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim. Şehîdên 1ê Gulanê çi li Kurdistanê bin, çi li Tirkiyê bin, çi li Rojhilata Navîn, çi jî li sahaya navnetewî bin ez hemûyan bi bîr tînim. Niha li Kurdistanê bi pêşengtiya Leyla Gûven de çalakiyeke dîrokî tê meşandin. Li dijî faşîzmê û tecrîdê ev çalakî hatiye pêş xistin. Armanca vê çalakiyê ew e ku tecrîda li ser Rêber Apo rabe, faşîzm têk biçe û li Kurdistanê azadî, li Tirkiyê jî demokratîkbûyîn pêş xistin e. Ev berxwedan berxwedaneke dîrokî ye. ev berxwedana ku hem tevahî Kurdistan, derveyî Kurdistan û di zindanan de tê jiyîn tenê ne ji bo gelê Kurd e. Ji bo gelê Tirkiyê ye, ji bo  hemû gelan e, ji bo însaniyetê ye. ev berxwedan li dijî faşîzmê ye. li dijî qirkirinê ye. Nirxê gelê Kurd, nirxê însaniyêtê parastin e. Ji bo wê ev berxwedan berxwedaneke demokrasî û azadiyê ye. ger li ser gelê Kurd û gelê Tirkiyê, li ser gelê Rojhilata Navîn, li ser nirxên însaniyetê tehlîkeke mezin nebûna ew berxwedan jî ne dihat pêş xistin. Ji ber ku însan bedenên xwe didin holê. Her roj xwe dihelînin. Yanî ger tehlîke mezin nebûna kesekî bedana xwe nediheland. Ji vê tê fêm kirin ku tehlîkeyeke mezin li ser gelê Kurd, li ser nirxên însaniyetê,  li ser tevgera demokrasî û azadiyê heye ji bo wê jî ew însan di bin şertên pir zor û zehmet de ev berxwedan dane ber çavên xwe. Dixwazin bi vê çalakiya xwe gelê Kurd, gelên din û bi vê re nirxên însaniyetê biparêzin. Tehlîke çi qas mezin be, li dijî wê berxwedan jî mezin dibe. Ger ku îro bi hezanan însan di vê berxwedanê de ye. ne tenê Kurd di vê berxwedanê de ne. Derveyî Kurdan ji hin gelên din jî di nav vê berxwedanê de ne. Yên ku piştgirî didin vê berxwedanê her roj berfirehtir dibe. Çima? Ji ber ku dibînin ku tehlîkeyeke mezin di şexsê gelê Kurd de li gelan heye. Ji bo vê yekê di vê berxwedanê de cîh digrin, dibin alîkar. Bi îradeyeke mezin, bi îmaneke mezin, bi armanceke mezin ev berxwedan tê jiyan kirin. Ji bo ku tu bikaribî vê tehlîkeyê ji holê rakî divê tu jî bikeve nav berxwedaneke mezintir. Wer nebe nabe! Lazim e mirov vê wer fêm bike. Bi vê mûnasebetê yên ku di vê berxwedanê de canê xwe dane, şehîd ketine ez bi bîr tînim, hûrmetên wan digrim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Dîsa yên ku di vê berxwedanê de cîh digrin, di vê çalakiyê de israr dikin û dibêjin; ‘heta tecrîd li ser Rêber Apo ranebe, faşîzm têk neçe, bedel çi bibin bila bibin em ê vê berxwedanê bimeşînin. Heta ku em bigihin armancên xwe.’ Ger di vir de armanceke mezin nebe, bawerî û îradeyeke mezin nebe heval vê nabêjin. Ji ber ku her kes dibîne ku îktîdara Devlet Bahçelî û Erdogan li ser zîndanan, li ser gelê Kurd, li ser demokratan, li ser rewşembîr û hûnermendan ku li dijî faşîzmê ye, ku li dijî qirkirinê ye siyaseta faşîzmê dimeşîne. Dibêjin; ‘yan hûnê teslîmî me bibin û bikevin xîzmeta me, yan jî ji bo we em heqê jiyanê nahêlin. Vê eşkere dibêjin. Însan vê qebûl nakin. Dibêjin; ‘em teslîmî faşîzm û qirkirinê nabin. Em ji nirxên însaniyetê dur nakevin û xiyanet nakin. Em ê wan nirxan mezin jiyan bikin û bidin jiyan kirin. Em nahêlin ku faşîzm û siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd bimeşe û armancên xwe pêk bîne. Heta dawî em ê li dijî wê bisekinin.’ Dayikên Kurdistanê li dijî wê siyasetê disekinin. Bi rastî bi cesaret û qehremanî li dijî wê siyasetê disekinin. Her roj çalakî dikin. Her roj li gel zindanan in. Her roj li gel berxwedêrên ku li dijî faşîzm û qirkirinê disekinin cîh digrin. Êrîşên li ser wan dayikan tên kirin her kes dibîne. Bi şeklekî vahşî êrîşî wan dayikan dikin. Halbûkî dayîk pîroz e. Di îslamiyetê de jî pîroz e. Lê belê faşîzma AKP-MHPê û yên ku di xîzmeta wan de ne êrîşkirina ser dayikan ji bo xwe wek vazîfe dibînin. Êrîşa li ser dayikan êrîşa li ser însaniyetê ye. êrîşa jiyanê bi xwe ye. ji ber ku faşîzm li dijî jiyanê ye. li dijî gelan e. Li dijî azadî û demokrasiyê ye. bi taybet li dijî jin e. Ji bo wê yekê ew qas êrîş li ser dayikan dikin. Halbûkî dayîk vazîfeke pîrozî pêk tînin. Yên ku girêdayî jiyaneke azad be, yên ku li dijî faşîzmê be, yên ku hûrmeta wan li dayikan hebe yên biçin destê wan dayikan û wê bibêjin; ‘hûn vazîfeyeke pîroz pêk tînin. Em we pîroz dikin.’ Lê belê em dibînin îktîdara Erdogan û Bahçelî êrîşê dayikan dikin. Hakaretên mezin li dayikan dikin. Di şexsê dayikan de hakaretê li jinan dikin, li jiyanê dikin. Li gelê Kurd dikin, li demokratan dikin. Yên ku dibêjin; ez Kurd im, ez însan im, demokrat im, welatparêz im, sosyalîst im, li dijî faşîzm û qirkirinê me’ nikare vê qebûl bike. Nikarin tehammûlî vê bikin. di gelê Kurd de, di ciwanên Kurd de yek nîne ku hesabê vê bipirse. Pêwîst e hesab werê xwestin. Li pêşiya çavan êrîş li ser dayikan werê kirin, hakaret li wan werê kirin ev tenê ne ji bo wan dayikan tê kirin. Di şexsê wan dayikan de li hemû jinan, li hemû ciwanan, li gelê Kurd, li însaniyetê ev tê kirin. Vê eşkere dikin. Ji ber ku li ser jiyanê, li ser gelê Kurd û hêza demokrasiyê siyaseta qirkirinê dimeşînin. Kî li dijî faşîzmê disekine, kî rastiya faşîzma Erdogan û Bahçelî derdixe holê û dide ber çavan êrişî wan dikin. Dayîk yê herî zêde rastiya wan derdixe holê ne. Ji bo wê êrîş dikin. Lazim e gelê Kurd vê qebûl neke. Bi taybet jî jinên Kurd û ciwanên Kurd vê qebûl nekin. Lazim e hesap werê xwestin. Ya rast ew e.

Piştî Hilbijartinên 31’ê adarê Hikumeta AKP’ê di deshilatdariya xwe de ji Kurdan û hêzên demokrasiyê derbeyek mezin xwar. Ev binketina Erdogan re mirov dikare bibêjê dixwazin tola ji Kurdan bigrin?

7ê Hezîrana 2015an faşîzma AKP û MHPê derbeyeke mezin xwar. AKP bi taybet jî Erdogan winda kirin, ji îktîdarê ketin.  Derbeya dûyemîn jî di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de xwarin. Derbaya ku li  hilbijartina xwecîhî ya 31ê Adarê xwarin ji ya 7ê Hezîranê mezintir e. Yê ku Stenbol, Enqere, Antalya hwd. winda bike îktîdar jî winda kiriye. Rastî ew e. Yên ku van dera winda bike nikare Tirkiye îdare bike, bi rê ve bibe. Ger di wan de hinek rih û nirxên demokrasî hebûna yê îstîfa kiribana. Li dinyayê de li her derî jî wisa ye. yên ku hilbijartin winda dike, yên ku dikeve îstîfa dike. Lê belê em dinêrin, Erdogan û Bahçelî bihêle îstîfakirinê li pêşiya çavên herkesî wê çawa bi zorê di îktîdarê de bimîne her roj hesabê vê dikin û pêş dixin. Ji hesap kirin zêdetir pêk tînin û li ber çavên her kesî pêk tînin. Yanî dibêjin; ‘hûn me ji îktîdarê bixin jî em dest ji îktîdarê bernadin. Bi zorî em ê li îktîdarê bimînin. Hûnê vê qebûl bikin. ger hûn qebûl nekin em ê bên ser we.’ Ji ber ku hemû îmkanên dewletê di destê wan de ne. Wan îmkanan jî dişûxûlînin. Çi 7ê Hezîranê be, çi 31ê Adarê be ew encamên ku wan girtiye dibêjin; ‘sebeba van encaman Kurd in.’ Kurd me ji îktîdarê xistin. Ji bo wê dixwazin tola xwe ji gelê Kurd, demokratan bigrin. 7ê Hezîranê winda kirin û ji îktîdarê ketin çûn ser Kurdan, çûn ser siyaseta demokratîk. Herkes vê dizane. 31ê Adarê jî darbeyeke hîn mezintir xwarin û winda kirin, gelan gotin; ‘êdî bes e! Lazim e hûn dev ji vê siyasetê berdin.’ Lê belê ew çi dibêjin; ‘em dev jê bernadin û yên û ev bi me dane jiyan kirin jî em ê efû nekin.’ Vê li ser çi esasî dibêjin? Dibêjin; ‘rewşa Tirkiyê ya beka heye, ancex em dikarin Tirkiyê ji vî halî derxin. Em dikarin Tirkiyê bidin jiyan kirin. Derveyî me kes nikare Tirkiyê ji tehlîkeyê derxe. Ger em li îktîdarê bin Tirkiyê heye, ger em nebin Tirkiyê nîn e.’ Di dema xwe de faşîzma Hîtler jî ev tişt digot. Yên ku Hîtler temsîl dikirin ev digotin. Digotin; ‘Hîtler Almanya ye. ger Hîtler hebe Almanya heye, nebe nîn e.’ Niha jî yên AKP û MHPê vê dibêjin. Xulamên Erdogan û Bahçelî vê dibêjin. Dibêjin; ‘ qedera Tirkiyê girêdayî me ye.’ halbûkî yên ku Tirkiyê parçe parçe kir, yên ku civak parçe kirin, yên ku dijminahiya mezin li gelê Tirkiyê kirin Erdogan û Bahçelî bi xwe ne. Tiştên ku dikin dixwazin veşêrin. Dixwazin biavêjin ser gelê Kurd, demokrat û rewşembîrên Tirkiyê. Dixwazin biavêjin ser sosyalîstên Tirkiyê. Karaktera faşîzma Erdogan û Bahçelî çi ye? derew û xapandin in. Dixwazin tiştê ku dikin veşêrin û biavêjin ser hinekî din. Ji xwe yên ku şerê taybet û psîkolojîk dimeşînin pêwîstî bi vê dibînin. Ji ber ku wekî din nikarin li îktîdarê bimînin. Nikarin kesekî bixapînin. Nikarin temenê xwe dirêj bikin. ji bo rastiya ku derketiye holê veşêrin, taybet jî tiştê ku li ser gelê Kurd de didin meşandin ji bo veşêrin des bi derewan dikin, des bi hîle û xapandinan dikin. Xwe çawa didin diyar kirin? Xwe weke demokratan didin nîşandan. Xwe weke ku Tirkiyê difikirin didin nîşandan. Xwe wer didin diyar kirin. Wer dixwazin her kesî bixapînin. Êdî nikarin bi vî şiklî kesekî bixapînin. Meseleke Tirkiyeyê ya beka nîn e. Meseleya îktîdara faşîzma AKP û MHPê heye. Ji bo ku li îktîdarê bimînin van derew, hîle, xapandina û zilmê dikin. Pêwîst e her kes vê bibîne. Dibêjin; PKK, Kurd, demokrat, sosyalîst Tirkiye parçe parçe dikin. Tirkiyê ji holê radikin. Ji bo wê em êrîşê wan dikin. Bi vî şiklî dixwazin êrîş û zilma ku dikin bi her kesî bidin qebûl kirin. Erdogan hilbijartin winda kir, divê îstîfa bike. Ji bo ku di îktîdarê de bimîne çi dibêje; pêwîst e em yekîtiya Tirkiyê pêş bixin. Dixwazê bi vê çi bike? Bi vê xîtabî partiyên Tirkiyê dike, gelên Tirkiyê dike. Dibêje; pêwîst e em hemû li dijî Kurdan, li dijî PKKê bibin yek. Dixwaze vê pêk bîne. Ji ber ku ev siyaset darbe xwar. Heta niha ew siyaset dan meşandin û digotin; rihê Yenîkapi. Ew rih çi bû? Li dijî PKK û Kurdan, li dijî hêzên demokratîk sekinîn bû, faşîzm û siyaseta qirkirinê pêş xistin bû. Bi vê ev meşandin. Lê belê di hilbijartinên 31ê Adarê hat xuyakirin ku kes vê siyasetê qebûl nake. Ev siyaset Tirkiyê bi ser naxe. Tirkiyê parçe parçe dike û ji holê radike. Ji bo Tirkiyê tehlîkeyên mezin çêdike. Ji bo jî gel ev siyaset qebûl nekir. Ji bo wê ew ji îktîdarê xistin. Lê belê hê jî dixwazin vê berdewam bikin. ji bo wê van axaftinan dike. Pêwîst e her kes vê bibîne û nekeve dafikan, nekeve bin xîzmeta faşîzmê, nekeve bin xîzmeta siyaseta qirkirinê. Ez eşkere dibêjim; kî alîkarî bide Erdogan û Bahçelî, li Tirkiyê an jî derveyî Tirkiyê xizmeta faşîzmê dike, xîzmeta qirkirina Kurdan dike. Dibe şirîkê wan. Kurd tû caran vê ji bîr nakin. Hele hele di nav Kurdan de di vê seatê şun de yê ku bibêje; AKP baş e, yê ku di nav siyaseta AKPê de cîh bigre, yê ku di partiyê wan de cîh bigre, yê ku di şaredariyê wan de cîh bigre li dijî gelê Kurd xîzmeta siyaseta qirkirinê dike. Pêwîst e her kes vê bibîne. Derveyî vê maneyeke wê nîn e. Belkî berê rastiya AKP û MHPê zêde ne dihate zanîn. Lê belê îro li ber çavan e. AKP û MHP bi temamî li dijî Kurdan in. Ne tenê li dijî Kurdên Bakur in. Li dijî Kurdên dinin jî. Bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe dixwazin ji holê rakin. Vê yeke ku normal bifirike bi rehet dibîne. Kî dikare di nav AKP an jî MHPê de cîh bigre û li Kurdistanê be. Kîjan Kurd, welatparêz, însan e ku di Kurdistanê de wan temsîl bike. Yê ku vê bike dixwaze bila Kurd be jî dijminê Kurd e. Pêwîst e hemû Kurd, demokrat, sosyalîst vê wer fêm bikin. divê êdî van tiştan normal nebînin. Divê bizanibin êdî ew di qirkirina Kurd de cîh digrin. Divê van qebûl nekin û li dijî van bisekinin. Welatparêzî ji me vê dixwaze.

Di çapemeniyê de bi berfirehî cih digire ku dewleta Tirk bi navê MÎT'ê bi taybet li Başûrê Kurdistanê hewl didin komkujiyan bike, endamên PKK'ê qetil bike. Mewlud Çawişoglu di serdana xwe ya Iraqê de ji rayedarên Iraq û Başûrê Kurdistanê daxwaz dike û dibêje 'divê hûn PKK’ê di nav xaka Iraqê de derbixînin'. Hûn vê siyasetê çawa dinirxînin?

Erdogan û Bahçelî, AKP û MHPê li ser Kurdan siyaseta qirkirinê didin meşandin. Vê venaşêrin. Ji bo wê kî alîkar bibe, xizmeta wan bike di qirkirina Kurd de cîh digre. Kî dibe bila bibe. Dixwaze li Bakur be, dixwaze li Başur be, dixwaze li Tirkiye, Evropa û hwd. li ku derê bibe bila bibe, dewlet, hûkûmet an jî partî dibin ê ku alîkariya Erdogan û Bahçelî bike xîzmeta faşîzm û qirkirina Kurd dike.

Erdogan-Bahçelî-AKP-MHP’e li ser Kurdan pîlana qirkirinê dimeşîne. Vê veşartî nake. Bo kî? alîkariya wan bike xizmetê wan bike di qirkirinê Kurdan de cih digrin. Kî?dibe bila bibe. dixwaze li bakur bibe. dixwaze. Li beşên Kurdistanê yên di bibe. Dixwaze li Tirkiyê bibe. Dixwaze li Ewropa dibe Kûderê dibe bila bibe. Dewlet dibin, Hikumet dibin kî?dibin bila bibin. Yên alikariya Erdogan-Bahçelî dikin. Di qirkirina Kurdan de cih digrin. Ew dibin şirîkê Erdogan-Bahçelî ev aşkera ye. Lazime kes xizmetê qirkirin û faşîzmê neke. Nebe şirîkê wê dîrok ti caran vê qebul nake.Gelê Kurd ti caran vê qebul nake. Hesabê wê dipirse. Lazime her kes vê bizane. Eger kû Erdogan-Bahçelî faşîzmê dimeşîne, li ser Kurdan qirkirinê dimeşîne, sedema wê hinek Kurd an jî hinek dewlet û hikumet ji bo berjewendiyên xwe alîkariyên Erdogan-Bahçelî dikin. Erdogan û Bahçelî jî bi alîkariya wan vê siyasetê dimeşîne. Eger alîkariya Erdogan-Bahçelî nekin quwetekî xwe nîne kû vê siyasetê bimeşînin. Ew li ser piyan dihêlin. Rastî ewe li ser PKK’ê li ser Kurdan bazîrganiyê dikin. Li ser xwîna Kurdan li ser qetlîamên Kurdan bazirganiyê dikin. Lazime ti kes li ser Kurdan liser PKK’ê bazirganiyê neke. Di wir de nikare tiştekî qezenç bike. Belkêm di siyaseta rojane de hinek tiştan qezenç bike.Bêje; ez qezenç dikim. Li dijî PKK’ê li dijî Kurdan êrîş hene. Qetlîam hene. Ez li gel Erdogan-Bahçelî bisekinim alîkariyê bikim. Ez djminahiya Pkk’ê Kurdan bikim ez dikarim ji bo Tirkiyê ji bo hinek berjewendiyan hinek tiştan bi dest bixim belkêm van hesaban bike lê ev hesabekî şaşe. Dibe kû bêjin; PKK lewaz dikeve. Hicûm hene. Konsept hene. Li ser PKK’ê li ser gele Kurd yên bakurê Kurdistanê, em dikarin ji vê sûd wer bigrin. PKK bila derbeyekî bixwe, Kurd bila derbeyekî bixwe, em dimînin. Ev hesabên pir gemarin pir şaşin.Gava kû PKK’ê derbeyek xwar kes nikare jiyan bike. Gava kû PKK derbe bixwe Kurd derbeyekî dixwe, her kes dizane kû yê Kurd dide jiyan kirin yê kû rêzdariya Kurd çêdike, PKK bi xwe ye. Li ser PKK’ê hemî jiyan dikin. Lazime bivir lingên xwe nexin. Berjewendiyên wan ne di tesfiyekirina PKK’ê û gelê  Kurd de ye. Berjewendiyên wan di gele Kurd de ye, di PKK’ê de ye.

Birêz Bayik; Mirov çawa fêm bike. berî sîh û çil salan jî li hember tevgera we polîtîkayên tesfiye û tunekirinê hebû. Hinek partiyên Kurdan li gel wan cih girtin. Îro jî hewildanek wisa heye. Bi nêrîna we wê ev ber bi encamekî ve biçe, an hîna wêna difikirin?

Bi salan ew siyaset meşandin. Di wê siyasetî de ti encam negirtin. PKK her kû çû mezin bû. PKK bû quwetekî navnetewî ne tene li Kurdistanê, îro tesîrê li ser rojhilatê navîn dike. Bê Kurd bê PKK kes nikare siyasetê bike. Tesîrê li ser siyaseta dinyayê dike, li ser gelê dinyayê dike. Mirov dîrokê lêkolîn bike vê rastiyê dikar bibîne. Berjewendiyê wan ne li gel Tirkiyê ye. Li gel PKK’ê li gel Kurd e. Lazime vê bibinîn. Em ne li dijî eleqetê wanin. Bila têkiliyên xwe bimeşînin. Bi kî? Re dimeşînin. Bila bimeşînin lê belê, divê ti kes aleqetê xwe li ser dijminahiya Kurd û PKK’ê nemeşîne. Di bin navê aleqet divê ti kes nekeve bin faşîzma Erdogan-Bahçelî nekeve xizmetê siyaseta wan yê qirkirinê, dibin şirîkê wan wê piştre hesabê wê bidin. Ew bê hesab namîne. Niha Erdogan-Bahçelî bo deshilatdariya xwe berdewam bikin. Lazime PKK û Kurdan ji holê rakin. Weke din ne mimkune. Bo wê Tirkiyê difiroşin. Tişekî kû ne firotin nema ye. Pir behsa millî dikin nizanim xwe cih dikin van hemî xapandinin. Hemî tişt firohtin. Niha ji bo Iraqê, ji bo Başur jî wê dikin. Mewlû Çawişoglu hatiye. Wê Erdogan were hemî meseleye wan PKK’e ye. Ne tiştek dine. Ji bo dijberiya PKK^’ê alîkariya me bikin. Hûn çi? Dixwazin em amade ne bidin.Pêşkêş dikin. Ji bo wê divê Iraq jî û Başur jî wî neke. Niha ez livir dixwazim bejim; Gelê me tiştekî din bizanibe. Ne ku Mewlût Çawişoglu hatiye Erdogan hatiye wê li dijî PKK’ê hinek biryaran bigre. Berê wî jî ji xwe ev dikirin. Ji xwe ketine xizmetê Erdogan-Bahçelî dijminahiyê ji bo PKK’ê ji bo gelê Kurd dikin. Ev balafirên keşfe yên bi çek derbasê alanê medyayê dibin. Heta Qendîlê jî diçin. Her kes dizane kû ev balafir li Başur ranebin. Li Başur teknîka kû wan îdare dike. Cih bi cih nebe. Ew teyare nikarin heta qendîlê biçin. Ew nikarin teyarê bi çek heta qendîlê bişixulînin. Va ev teyarê bi çek tên û wan dişixulînin. Gelek bingehê wan li Başurin. Hikumeta Li Başur partiyên li ser deshilatdariyê, îcaze û izin dane wan ji bo teknîkê xwe cih bikin. Ew teknîk wan teyaran dixe tevgerê, Ji bo wê bi wan balafiran çek dişixulînin. Millîtanên PKK’ê dixwazin qetil bikin. Eger Tirkiye van teyaran van balafiran bi vî şeklî dişixulîne, Di vir de ne tene Tirkiye gunehbare. Ewên kû xizmeta wan dike jî gunehbarin.Şirîkê wî ne.

Bi taybetî d vir de divê helwesta gelê Başurê Kurdistanê çêbe?

Gelê me yê Başur vê rastiyê baş fêm dike. Şerekî gemar û qirêj li dijî PKK’ê dimeşînin. Belkêm vê aşkera nakin. Di bin de bi neyînî dijminahî mezin dikin. Xizmetê siyaseta Erdogan-Bahçelî dikin. Ew dixwazin PKK’ê li ortê rakin. Ew ji wan re wan derfetan didin. Bi wan derfetan balafirên dewleta tirk qadên parastina medya bomberdiman dike. Lazime gele me vê rastiyê baş fêm bike. Eger partiyên li Başur yên li ixdidarê, dibêje; çi aleqetê me pê nîne. Me bingeh ji wan re neda ye. Teknîkê xwe li vir cih nekirine. Bi wan balafiran livir kordîne nakin nayxin hereketê, em xizmetê vê siyasetê nakin, wê wextê lazime vê aşkera bikin. Heger aşkera nekin tiştê kû em dibêjin; raste lazime gele me jî vê siyasetê qebul neke li dijî wî bisekine.

Birêz Bayik dixwazim behsa Surî bikim. Carekî din hevditînên li Astanayê pûç û vala derketin. Ji bo zagona bingehîn jî ji bo pirsgirêkên li surî bên çareser kirin ti encamek derneketiye. Li Îdlîbê şer berdewam dike. Ji bo Efrînê dixwazim pirs bikim. Hîna guhertina demografîk heye. we bi xwe jî behsa qirkirinê kir. Polîtîkayên dewleta Tirk liwir jî berdewam dike. Bi nêrîna we Efrîn ji bo gelên heremê, ji bo gelên surî tê çi wateyê an divê têkoşînek çawa were meşandin?

Di dîrokê de ji bo qirkirina Kurdan pêkbînin. Li ser wê netew dewletê tirk pêşbixin pîlan pêşxistin. Pîlana Şerq-Î İslahat pêşxistin. Bi wî pîlanê dixwestin bi qirkirinê Kurdan ji holê rakin. Netew dewlet ava bikin. Niha wî pîlanê di roja me ya î ro de dimeşînin. Ev pîlan nû kirin. Her kes dizane pîlana çûng danînê ye. Ev pîlan jÎ; berdewamiya Şerq-î islahatê ye. Di rojê me de ev pêkanîne. Niha dixwazim tiştek din bêjim; Niha pîlanê kû datînin ne tene pîlana çûng danînê ye. pîlanek wan yê neyînî heye. 36 Rupele di wî pîlanê de bi temam wê çawa? Kurdan ji ortê rakin. Ew hatiye nivîsandin. Ti kes zêde wî pîlanê nizane.

Ev pîlana nû ya kû hun dibêjin; Ne tenê  ji bo bakurê Kurdistanê ye. Ev pîlana nû ji bo çar perçeyê Kurdistanê ye?

Divê pÎlanê dibêjin, gere em her deverê Kurdan ji holê rakin. Lazime Kurd neminin. Li aliyê Suriyê li aliyê Tirkiyê, li aliyê Iraq û li aliyê Tirkiyê, li aliyê Îran û li aliyê Tirkiyê, Li sînorê Tirkiyê û her du aliyan ve lazime Kurd nemine. Dewsa wan yê kû ne Kurdin em bînin. Cih bi cih bikin. Em beşan din av xwe de perçe bikin. Hinek cihan yê kû ne Kurdin liwir bi cih bikin. An emê Kurdan fizîkî ji holê rakin an jî em wan bikin Tirk pîlanekî wisa dimeşînin. Eger Tirkan Efrîn dagir kir dixwazin bêxin nav erde Tirkiyê, ew girêdayê vê pîlanê ye. Eger li Tirkiyê rojavayê firatê Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn, Îdlîb kû dagir kir. Li Efrînê dîwaran çê dike. Ew girêdayê vê pîlana ye. Dewleta Tirk ku behsa herema ewle dike dixwaze rojhilatê firatê bi dest bixe nizanim behsa 30 kîlometreyan dike. Divê herema bi ewle be u di bin kontrole min de bibe, girêdayê vê pÎlana ye. dixwaze Kurdan li wan devereran derxe. Çawa?dixwaze li Efrîn derbixe. niha li wan deveran hemiyan wisa dixwaze. Li aliyê surî lazime Kurd nemîne. Ji bo wî ereban bi cih dike Kurdan jî derdixîne. Eger di hilbijartinan de li Eruh, Li Şirnex, li Elkê, li Bêşebap, li Şemzînan, li Esendere, bi quwetê leşkeri bi dest xist kû çeteyên Daiş’ê li wan deveran cih bi cih dike. Ew jî girêdayê vê pîlanê ye. Melazgîrt û Mûş bi zorê bi dest xistin. Ew jî girêdayê vê pîlanê ye.Li Rihayê  qezayên kû di deste HDP’ê de bûn derxistin. Ew jî girêdayê vê pîlanê ye. Eger berî dest danîn ser şaredaran di bin navê qeyuman pişte hilbijartinên 31’ adarê jî; dîsa dest datînin li ser şaredariyan kû yên girêdayê xwe tînin li ser şaredariyan disa namzetên şaredariyan di bin navê KHK’ê em mazbatayan nadinê ew hemî girêdayê vî pîlanê ye. Lazime gele me vê bibîne li ser wan pîlanekî qirkirinê tê meşandin.

Wê çawa? Kurdan ji hev dûr bêxin. Wê têkiliyên çawa? ji holê rabikin. Wê çawa? Kurdan li Kurdistanê koçber bikin. Dewsa wan wê çawa? yên kû ne Kurdin cih bikin. Ewên kû wê çawa? dijminahiya Kurdan wê çawa? wan bi cih bikin. Wê bi navê Kurdistan çi? Heye çawa? ji holê rakin dîrokê wan çawa? tune bikin. Çand û zimanê wan wê çawa? ji ortê rabikin vê siyasetê dimeşînin. Ew 36 rupel  ji bo wê ye. Ew pîlana çûngdanînê cudatir e. Esas siyasetê qirkirinê di wir de heye. Siyaseta çûng danînê li ser wî esasê tê meşandin. Ew girtinê di bin i ser gelê me zilma ku pêktînin. Ji Kurdan re dibêjin; hunê dest ji Kurdatiyê berdin. An jî hûnê teslîmê me bibin bikevin xizmetê me hunê li dijî Kurdîtiyê bisekinin an jî em we nadin jiyan kirin. Heqê we yê jiyanê nîne. Hûn kêjanê qebul dikin. Her dÛ jî xwe înkar kirine. Kurd nikarin vê qebul bikin. Eger her tim operasyonan dikin. Qedekirina ji derve li gundan û li bajaran pêş dixin. Ew girêdayê van pîlanane. Wê şekle wer dikin kû Kurd nikarin jiyan bikin. Divê Kurd dest ji axa xwe nirxê xwe bernede. Wer nebe Kurd nikare jiyan bike. Li hember vê siyaseta tehluke divê gele me bibîne. Eger çalakvan li derve li hundir li dijî vê siyasetê disekinin. Li hember vê canê xwe datînin ortê ji bo vê ye. Ji ber kû di qirkirinê Kurdan de mirovatî tê qirkrin. Kurd ji bo mirovatiyê canê xwe didin. Ewên kû bi mirovatiyê ve girêdayîne lazime vê bibîne lê xwedî derkeve. Vê berxwedanê û van çalakiyan ya xwe bibîne tê de cih bigre. Dewletê faşîst yê dagirker nikaribe wê siyasetê bimeşîne. Niha Erdogan-Bahçelî wê çawa? vê berxwedanê têk bibe li ser wê disekinin. Ewên kû dibêjin; em rewşenbîrin em nivîskarin wana dixe nav tevgerê, bi rêka wan dixwazin çalakvan dest ji grevên birçîbunê berdin. Ewên li ser zindanan disekine wan dixe nav hucreyan de di bin îşkenceyan de digre. Bi rêka malbatan hewl didin kû çalakvan dest ji çalakiyên xwe berdin. xwe bi xwe gelek senaryoyan pêş dixin.

Di Tirkan de meşure senaryo lîstik zehfin. Gellek lîstikan dikin. Bi van lîstikan dixwazin berxwedanê têk bibin. Ev berxwedan ji berk u rastiya wan derdixe ortê çawa? dijminê Kurdan in çawa? dijminê mirovatiyê ne Niha ev çalaki ji bo faşizm bi dawi bibe ji bo tecrîd û îşkence li ser her kesî rabibe ev berxwedanî tê meşandin. Ew mirov ji bo wê her roj xwe dihelînin. Lazime her kes vê bibîne lê xwedî derkeve.Ne kû bikeve di bin siyaseta şerê taybet yê dewleta tirkiyê  Ne kuwê çalakiyê lewaz bike paşde bikşîne. Bê encam bihêle. Lazime ti kes xizmetê Erdogan-Bahçelî neke. Ez dibêjim ew çalakiyên ku tên meşandin wê bi serkevin.Gelê me lazime xwedî van çalakiyan derkeve. Li şaredariyên xwe xwedî derkeve. Nehêle kû AKP’ deste ser bike. Bi zorê hîleyan bi destê xwe xistî bimeşîne Ti kes lazime qebul neke. Lazime eltarnetifê xwe çêbikin. Eger li ser wî esasî kar bikin wê mezintir qezenç bikin. Wê çaxê ji bo Kurdan ji bo Tirkiyê wê demokrasi çêbibe.