Baydemîr: Wê tu qudret nikaribe dengê me qut bike!

Berdevkê HDP’ê Baydemîr got, “Astengî û barîkat çi dibin bila bibin wê tu hêz û qudret nikaribe wijdanê mirovayetiyê têxe bin ablûqayê.”

Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê piştî Amed û Stenbolê li Wanê hate destpêkirin.

Ji bo Nobeta Wijdan û Edaletê ya ku wê li Parka Mûsa Anter a Wanê were destpêkirin, di destê sibehê de gel li pêşiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Wanê kom bû û polîs bûn asteng. Lê ligel vî tiştî gel heta parkê bi parlementerên HDP’ê meşiyan.

Nobeta Wijdan û Edaletê bi Civîna Komê dest pê kir. Di civînê de berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî.

‘TU HÊZ NIKARE BIDE SEKINANDIN’

Baydemîr got ku:

“Astengî, barîqat û bariyer çi dibin bila bibin lê tu hêz nikare wijdanê mirovatiyê têxe bin ablûqayê. Em bêdeng nebûn em ê bêdeng nebin jî. Vî gelî tu carî stûyê xwe li ber zilmê xwar nekir û ew ê neke jî.”

‘CILÊN YEKCUREYÎ PÊKANÎNA GÛANTAMALAYÊ YE’

‘Bi salan we gazin ji Gûantamalayê kirin lê niha jî hûn pêkanînên Gûantamalayê ferz dikin. Tişta ku cûntayê nikaribûye bike niha li girtîgehê îşkencexaneyê saz dikin. Ev tabloya têkçûnê ye. Bi vê zilmê hûn ê negihêjin tu cihî. Siyaset cihê çareseriyê ye. Heke hûn siyasetê bikin kîn wê nîvê civakê bi çavê nefretê li we binihêre.

‘BANGA ME YA JI MILYONAN RE …’

Em bangî bi milyonan kesan dikin ku, em bêdeng nemînin, em bi hev re faşîzmê bidin sekinandin. Faşîzm herî dawîn wê li kuçeyeke kor bisekine. Kêşeya edalet û wijdanê ya dewletê heye. Yên berê gund dişewitandin û lê hûn bajaran hildiweşînin.”

‘EM Ê LI SER RÊYA MEM Û ZÎNAN BIN’

Destaneke gelê Kurd a bi navê Mem û Zînê heye. Di wir de Mem û Zîn û Beko hene. Em Mem û Zîn in. Bila Beko li te bimbarek be. Em ê li ser rêya Mem û Zînê bin. Di şexsê Bekîr Kaya de em sozê didin gelê xwe, heta ku em aştiyê bînin welat wê têkoşîna me bidome. Em ê 7 rojan li vir bin. Em ê dengê wijdan û edaletê ji Gola Wanê bilind bikin.”