Baydemîr: Şirîkatiya AKP-MHP'ê ya gur û rovî ye!

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê de axivî û got, polîtîkayên AKP'ê yên li ser gelê Kurd bi ser neketine.

Di roja duyemîn a Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê de civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Osman Baydemîr armanca çalakiyê û pêşveçûnên rojane nirxand.

Baydemîr bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîma AKP/MHP’ê û got, "Dema ku zimanek ji holê were rakirin, civak jî ji holê radibe. Vî gelî tu carî dev ji ziman û çanda xwe berneda û her carê li ber xwe da. Em ji bo hemû gelên bindest têdikoşin. Vê hikumetê di sala 2015’an de dîsa xwîn rijand. Lê di sala 2013’an de hêviya aştiyê pêk hatibû. Rêzdar Ocalan di sala 2013’an de ev tişt deklare kiribû. Niha jî Tirkiye hemû di bin tecrîd û esaretekê de ye. AKP’ê di sala 2002’an de digot 'Em di bin esaretê de ne'. Lê a niha AKP’ê hemû welat xistiye bin esaretê. Li cîhanê hin dewlet hene ku nifûsa wan 50 hezar e lê îro roj 50 hezar girtiyên siyasî yên Kurd hene. Li hemberî vê şîddetê em ê li ber xwe bidin."

LI ZINDANAN ÎŞKENCE TÊ KIRIN

Baydemîr got, "Li Girtîgeha Tîpa Fyê ya li dijî jinan şîddeteke bêexlaq hatiye kirin. Parêzer nikarin biçin wan bibînin. Ev faşîzm bi xwe ye. Li Gundê Şapatanê yê Şemzînanê îşkence hatiye kirin. Ev ji ber şirîkatiya AKP/MHP’ê ya wekî a gur û rovî ye. Îşkenceyê li jinên 80 salî dikin. Heke ev tişt li Fîlîstînê bihata kirin wê Erdogan qiyamet rakira. Divê ne bi tenê HDP, her kesên xwedî wijdan xwedî li vî tiştî derkevin."

BILA ERDOGAN LI AQÛBETA SEDDAM BINIHÊRE

Baydemîr axaftina xwe wisa domand: "DAIŞ’iyên ku qetlîama Amed û Enqereyê kirine serbest hatine berdan lê Selahattîn Demîrtaş ê ku aştî û biratiyê diparêze jî girtî ye. Tekane derê AKP’ê dijminatiya Kurdan e. Lê di dîrokê de tu dijminên Kurdan negihiştine armancên xwe. Aqûbeta Seddam Huseyîn va ye li holê ye. Seddam li Helepçeyê qetlîam kir lê ew bajar ji nû ve ava bû. Cizîr, Gever, Şirnex û Sûra ku Erdogan ev bajar hilweşand jî wê rojekê ji nû ava bibin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."