Başaran: Bi destê dewletê civakeke apolîtîk tê afirandin

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran işaret bi zêdebûna êrîşên zayendî yên li Êlihê kir û got, îstîsmara zayendî li bajarên Kurdan bûye polîtîkayeke dewletê. Başaran got, "Dewlet hewl dide civakeke apolîtîk biafirîne."

Zextên ku bi pêvajoya Rewşa Awarte re giran bû û hîn jî ji aliyê desthilatdariyê ve bi dijwarî li bajarên Bakurê Kurdistanê tên kirin, bûn sedem ku îstîsmara zayendî, şîdet û bûyerên fûhûşê zêde bibin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di vê mijarê de bi taybetî bal kişand ser rewşa Êlihê û destnîşan kir ku zêdebûna bûyerên bi vî rengî li bajarên Kurdan, ji ber polîtîkayên dewletê ye.

'DEWLET HEWL DIDE CIVAKEKE APOLÎTÎK BIAFIRÎNE'

Başaran got, li ser bûyerên fûhûş, îstîsmar û êrîşa zayendî divê analîzên berfireh werin kirin û wiha pê daket: "Divê em îstîsmar û êrîşên zayendî di çarçoveya paradîgmaya xwe de binirxînin. Ji ber ku armanca me afirandina civakeke exlaqî û polîtîk e. Dewlet jî hewl dide civakeke ku li paradîgmaya me nayê biafirîne. Dema ku vê yekê dike, destpêkê berê xwe dide herêmên herî polîtîk. Ji ber ku mirovên polîtîk rêvebirina bi zîhniyeteke zordar qebûl nake. Lewma dewlet ji bo civakeke apolîtîk û ne exlaqî biafirîne, bi taybetî li bajarên Kurdan polîtîkayên kûr dixe dewrê."

'DEWLETÊ JI BO BICIHANÎNA VAN POLÎTÎKAYÊN XWE ÊLIH KIRIYE NAVENDEK'

Başaran diyar kir, dewlet ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bimeşîne Êlih ji xwe re hilbijartiye û got, "Bêguman wateyeke vê heye. Ji ber ku Êlih ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd xwedî cihekî girîng e. Hem ji aliyê pêngavên serdemî, hem di warê şêweyê têkoşînê de, hem jî ji aliyê asta polîtîk ve bajarekî girîng e. Dewleta ku zane bi girtin, zext û komkujiyan nikare gelê Êlihê bitirsîne, hewl dide civakê apolîtîk bike û bi êrîşên îstîsmara zayendî û fûhûşê teslîm bigire."

Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku dewlet di çarçoveya van polîtîkayên xwe de giraniyê dide ser ciwan û jinan û got, "Civak çiqasî bê herimandin wê nerazîbûna civakê jî ewqasî qels bibe. Hewl didin civakê bixin nava vê rewşê. Polîtîkayeke welê tê meşandin ku bi rizandinê dixwazin civakê teslîm bigirin. Rê û rêbaza ku niha li Êlihê li ser kar e ev e."

'ŞÊNIYÊN ÊLIHÊ RÊ NEDA VAN POLÎTÎKAYAN'

Başaran da xuyakirin ku polîtîkayên dewletê li Êlihê bi ser neketine û wiha dewam kir: "Salên 90'î jî hewl dan bi van polîtîkayên gemarî Êlihê teslîm bigirin. Gelê Kurd ev polîtîkayên qirêj ên dewletê pûç kir. Ji ber ku têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî ya li Êlihê pê zane ku sîstem dixwaze çi bike û li dijî vê yekê bi xurtî têdikoşe. Dibe ku bi rêya qeyûman dest danîne ser şaredariyên me, hemû saziyên me, saziyên jin û zarokan girtibin. Lê belê em ê li her qad û kolanan li dijî van êrîşên li ser me û nifşên nû tên ferzkirin derkevin."

'HAYA GEL JI POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ HEYE'

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku haya gel ji polîtîkayên dewletê heye. Başaran gotina 'Carekê bû be, tişt nabe' ya Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê ya berê Sema Ramazanoglû bi bîr xist û got, "Em baş pê zanin bê desthilatdarî bi çi rengî nêzî vê mijarê dibe. Dibe ku Sema Ramazanoglû bêyî haya xwe jê hebe ev zîhniyet raxist pêş çavan, lê bi salane em vê zîhniyetê nas dikin. Haya me ji van polîtîkayên desthilatdariyê heye. Ev polîtîkayeke nû nîne."