Barzanî Erdogan pîroz kir, ji PKK'ê re jî got 'dagirker'

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî bi rêya telefonê li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan geriya û ew pîroz kir. Barzanî PKK jî bi 'dagirkeriyê' sûcdar kir.

Nêçirvan Barzanî piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê bi rêya telefonê li Serokkomarê Tirk Erdogan geriya û ew pîroz kir.

Barzanî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistanê axivî û got, "Hem ji ber operasyonên Tirkiyeyê, hem jî ji ber yên hinekî din, carna gelê sivîl dibe qurban. Ji ber vê yekê em bi guman in." Barzanî bi vê gotinê qebûl kir ku sivîl tên kuştin.

Rêveberiya Hewlêrê heta niha timî li ber komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlan bêdeng ma. Dewleta Tirk ev çend meh in gelek herêm bi rengekî leşkerî dagir kiriye. Hêzên dagirker bi awayekî bê navber bomberdûmanê li cih û warê sivîlan dikin.

Tevî vê yekê jî Barzanî rabû PKK sûcdar kir û got, "PKK'ê beşeke mezin a Herêma Kurdistanê dagir kiriye û ji vê derê êrîşê dibe ser Tirkiyeyê."

Barzanî got, "Em li dijî vê yekê ne. Em li dij in ku ji herêma Kurdistanê êrîş li Îranê û Tirkiyeyê bê kirin." Barzanî di axaftina xwe de gotinek jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk negot.

Nêçirvan Barzanî li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê (ÎKDP) û rêxistina Komala jî axivî. Barzanî ev îdîa kir: "Me gelek caran ji komên mûxalîf ên Îranê û PKK'ê xwest ku ji nava axa Herêma Kurdistanê êrîşê nekin. Ya ku tê kirin yekalî nîne. Divê gel bi vê zanibe."