Barzanî dîsa Êzîdî hedef nîşan dan!

Serokê Giştî yê PDK’ê Barzanî ku 3’yê Tebaxa 2014’an Êzîdî bi hovîtiya DAIŞ’ê re hiştin, Êzîdiyên li Şengalê dîsa kirin hedef.

Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ji ber salvegera 24’an a vebûna Navenda Çandê ya Laleşê mesajek da û bêyî ku bi nav bike, rêxistiniya Êzîdiyên Şengalê kire hedef.

‘ÊZÎDIYÊN RASTÎN’ ÊN BARZANÎ KÎ NE?

Barzanî ku di 3’yê Tebaxê de, dema ku DAIŞ’ê êrîşa qirker li Şengalê dayî dest pêkirin, bêyî ku yek fîşekê pêşmergeyên xwe ji Şengalê kişandî û gelê Êzîdî bi qirkirinê re hişt, di peyama xwe de dibêje, ‘’ Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi hemû hovîtiya xwe êrîş bire ser Şengalê nikarîbû li ser wan serdest bibe. Gelê Êzîdî bi birayê xwe yê Pêşmerge re berxwedaneke bêhempa nîşan da. Ev nîşana wê ye ku ti hewldan wê nikaribin Êzîdiyan ji Kurdistanê veqetînin.’’

Barzanî diyar kir ku Kurdên Êzîdî wê ji hêla pêşmergeyan ve werin parastin û got, ‘’Êzîdiyên ku koçber bûne wê vegerin ser axa xwe û malên xwe ji nû ve ava bikin. Êzîdîyên rastîn w êli ser siberoja xwe û rêveberiya navçeya xwe biryarê bidin.’’

ÇI BIBÛ?

3’yê Tebaxa 2014’an di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên bi ser Şengalê de nêzî 5 hezar pêşmergeyên girêdayî PDK’ê bêyî ku yek fîşekê biteqînin bi fermanekê ji Şengalê vekişiyabûn. Di lêpirsînan de diyar bibû ku fermana vekişînê ji Hêwlêrê ve hatibû dayin.

Li Şengalê bi destê DAIŞ’ê bi hezaran Kurdên Êzîdî hatibûn kuştin, bi hezaran jin û zarok ji hêla DAIŞ’ê ve hatibûn revandin û li bazarên koleyan ên li Mûsil û Reqayê hatibûn firotin.

Şeva qirkirinê 12 gerîlayên HPG’ê û YJA-Starê bi deh hezaran Êzîdî ji qirkirinê xilas kiribûn û bi xeta berxwedanê ya ku ava kirin pêşî li qirkirineke meztir girtibûn.

ÇAVNEBARIYA ŞENGALÊ YA PDK’Ê

Piştî rizgariya Şengalê PDK’ê bi daxwaza Tirkiyê ferz kiribû ku gerîlayên HPG, YJA Starê ji Şengalê vekişin. Her wiha tesfiyekirina hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî ferz  kir, ku ev yekîne ji hêla Êzîdiyan ve hatine avakirin.

Piştî ku ferzkirinên PDK’ê nehatin qebûlkirin, piştî vegera Barzanî ya ji Tirkiyê 3’yê Adara 2017’an çeteyên çekdar ên PDK’ê bi ser Şengalê, Xanesorê de girtibûn.

Her wiha beriya bi pêlekê balafirên şer ên Tirk êrîşên hewayî bi ser Şengalê û Qereçoxê de anîbûn û piştî êrîşên Serokkomarê Tirk Erdogan gotibû beriya komkujiyê wan agahî dane PDK’ê.