Baranê li Cizîrê jiyan tevizand
Ji ber barana dijwar a li Cizîrê rê û kolan man di bin avê de.
Ji ber barana dijwar a li Cizîrê rê û kolan man di bin avê de.
Ji ber barana dijwar a li navçeya Cizîr a Şirnexê barî gelek rê û kolan man di bin avê de.
Kolana Nusaybîn ma di bin avê de û ajokaran zoriyên mezin derketin. Dîsa ji ber baranê li gelek cihan rê li trafîkê hatin girti.
Her wiha ji ber xitimîna binesaziyê ya li Rêya Dere û Kirmizi Menderesê jî av ketin dikanan.
Her wiha baranê bandor li hinek gundan jî kir. Her wiha li hinek gundan ziyan li çandiniyê bûn.