Banga li Eûtelsatê: Nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk

Rojnamevanên li Kerkûkê bang li Eûtelsatê kirin, ku nebe şirîkê sûcên dewleta Tirk û dest ji helwesta xwe ya ji bo girtina 3 qenalên televîzyonên Kurd berde.

Nerazîbûna li şîrketa Fransayê Eûtelsatê dewam dike, ji ber ku dixwaze qenalên televîzyonê yên Kurd Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê bigire. Rojnamevanên Kurd ên li Kerkûkê diyar kirin, dewleta Tirk dixwazin dengê Kurdan li her devera cîhanê bibire û gotin, Eûtelsat jî navbeynkariyê ji vê re dike.

Rojnamevan Ako Hemîd diyar kir, Eûtelsatê ev biryar di encama zextên dewleta Tirk de girtiye û got, "Bêguman li pişt vê biryara Eûtelsatê zextên dewleta Tirk hene. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide ji her alî ve dengê Kurdan bigire û dijberiyê li Kurdan dike. Dewleta Tirk ji bo birîna dengê Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çi ji dest hat kir. Niha jî hewl dide destê xwe bavêje parçeyên din. Li pişt daxwaza girtina van televîzyonan, daxwaza Tirkiyeyê heye."

Hemîd got, "Di vir de lazim e ji Fransayê, ji Eûtelsatê were pirsîn: Hûn qala demokrasî, mafên mirovan, azadiya raman û çapemeniyê dikin. Tevî vê yekê, ku çawa dikarin bikevin nava hewldaneke bi vî rengî?" û wiha dewam kir: "Cîhan tev dibîne ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qetil bike. Di rewşeke bi vî rengî de eger Fransa ya jî Eûtelsat bikeve nava hewldaneke bi vî rengî, wê hingî bibe şirîkê kiryarên Tirkiyeyê. Ji ber ku dewleta Tirk amadekariya operasyoneke mezin a leşkerî li dijî Kurdan dike."

Hemîd destnîşan kir, yek ji qenalên televîzyonê yên tê xwestin bê girtin, dengê şoreşa Rojava Ronahî TV ye û got, "Mînaka Rojava li pêş çavên tevahiya cîhanê ye. Her kes dibîne bê Rojava çawa li dijî terorê têdikoşe û dewleta Tirk jî çawa dijminatiyê li Rojava dike. Fransa jî vê dibîne. Eger ji ber hin têkiliyên bazirganiyê Fransa dixwaze dengê Kurdan bibire, hingî ev ne ya qebûlkirinê ye. Lewma rojnamevanên li çar parçeyên Kurdistanê divê li ber dewleta Tirk rabin."

Rojnamevan Karwan Star jî diyar kir, qenalên navborî dengê gelê Kurd digihînin cîhanê û got, "Dewleta Tirk bi girtina van qenalan re dixwaze dengê Kurdan negihêje cîhanê. Ji bo dengê Kurdan bibire, zextê li van şîrketan dike. Weke rojnamevanên li Kerkûkê em vê biryarê şermezar dikin. Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk vê dike. Em ji şîrketa Eûtelsatê dixwazin ku bersivê nede vê daxwaza dewleta Tirk."