Bandora krîza aboriyê zêde dibe

Dikandarên Wanê anîn ziman ku ji ber krîza aboriyê û zemê kar li ber rawestînê ye.

Li Tirkiye û Kurdistanê krîza aboriyê giran dibe, gel xizan dibe û dikandar nema dikarin kar bikin. Tevî ku havîn e û berhemên xurekê zêde ne jî buhayê wan gelekî zêde ye. Li Wanê buhayê zebze û fêkiyan ji 20 heta 60 TL ne. Eger buha bi vî rengî dewam bike, tê gotin ku zivistanê zebze û fêkî dikare zêdeyî 100 TL'yî be.

'MIROV ÊDÎ BI GRAMAN DIKIRIN'

Enver Hedef ku li Wanê dikandariyê dike, anî ziman ku derfetên gel ên ji bo kirînê nîne û bi krîzê re êdî nikare tiştekî bikire. Hedef ragihand ku buhayê berheman gelekî zêde ye û got, "Ji ber zemê û buhayê zêde yê sotemeniyê, mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bikirin. Mirovan berê bi kîloyan zebze û fêkî dikirîn, lê niha bi nîv kîloyî her wiha bi graman dikirin. Sedema vê jî krîza aboriyê û zem e."

'SERÊ HER SAETÊ BUHAYÊ ALAVAN ZÊDE DIBE'

Îzbat Tekîn jî anî ziman ku bi zemê re ew û muşteriyê wan timî têne hemberî hev û got, "Tevî ku sûcekî me nîne jî ji me aciz in. Bi vê krîzê û zemê re em nikarin tiştekî bikirin. Karê me sekinî ye. Par baştir bû. Îsal her tişt biha ye. Serê her saetê buha dibe. Ji ber vê yekê jî muşterî nîne û em nikarin kar bikin. Malên me di destê me de man, em nikarin pereyê heqê kirîna wan bidin. Bi vê krîzê û buhayê zêde em ê çawa malên xwe bifiroşin? Berhemên ku me par bi 15 heta 20 TL'yî difirot, em îsal hewl didin bi 45 TL'yî bifiroşin. Dema ku mirov bi vî buhayî dihesin, nikarin tiştekî bikirin. Eger qezenca me tune be em ê çawa karibin nan bibin mala xwe? Mirov dibêjin 'gelekî biha ye', gelekî mafdar in. Tiştek nîne ku em di vê der barê de bibêjin. Zem wê dewam bikin. Yanî buhayê berheman wê nesekine, wê hîn zêde bibe. Ev yek bi vî rengî dewam nake. Divê teqez çareseriyek bê peydakirin. Hem dikandar hem jî muşterî mexdûr e."