Balûken: Pêşniyara me ya çareseriyê, xweseriya demokratîk e

Doza li dijî Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Balûken, îro dewam kir. Biryar hate dayîn, ku Balûken girtî bimîne.

Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken ku di Mijdara 2016’an de hat girtin û biryara navberê di 30'ê Çile de hat berdan, li ser îtirazê di 21'ê Sibatê de dîsa hat girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken ku dozger heta 18 salan cezayê girtîgehê xwest li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derket pêşeri dadgehê. Balûken ji girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Sîncanê bi rêya SEGBÎSê beşdarî rûniştina dozê bû. Parezer jî di rûniştina dozê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Mahmût Togrûl, Dîlek Ocalan, Meral Daniş Beştaş, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê DEP'ê yê berê Selîm Sadak û rêveberên HDP'ê amade bûn. Dozger xwest ji bo delîl bên komkirin û agahiyên dosyayê bên temamkirin Balûken girtî bê darizandin. 

MAFÊ QANÛNÎ Û TENDURISTIYÊ HATIYE ÎHLALKIRIN

Parlamenter Îdrîs Balûken jî parastin kir û diyar kir ku mafê wî yê qanûnî û tenduristiyê hatiye binpêkirin. Balûken anî ziman ku ji ber şertên girtîgehê piyê wî yê rastê felç derbas kiriye û dema derket derve jî emeliyat bû, lê hêj dermankirina wî neqediya dîsa hat girtin. 

Balûken diyar kir, zavayê Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş ji ber tenduristiyê hat berdan, lê bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: "Ez doktor im. Naxwazim tu kes ji ber nexweşiyê girtî bimînin. Lê kesek ji ber nexweşiyê bê berdan û bi sedan nexweş neyên berdan ev nakokî ye. Ji roja hatime girtin heta niha li Girtîgeha Sîncanê di bin tecrîde de dijîm. Bi zanebûn 3 meh in pêvajaya min a dermankirinê hat taloqkirin. Niha wekî wekîlekî ku destnedayîma min heye girtî têm darizandin. Hem mafê min ê jiyanê hem mafê min ê zagonî, hem mafê hilbijêran û hem jî mafê tenduristiya min hatiye îhlalkirin. Ez ê heta dawî şopdarê vê yekê bim. 

Balûken hemû sucdariyên der barê xwe de red kir û wiha got: "Min ji bilî bernameya HDP'ê propaganda tu rêxistinên din nekiriye. Di aliyê hiqûqî û zagonî de ti pirsgirêka vê bernameya partiyê tine ye. Partiya me der barê Xweseriya Demokratîk de di rêziknameyê de biryar girtiye û ev biryar hatiye erêkirin. Wekî wekîlekî di çarçoveya rêziknameyê de tevger tiştekî herî demokratîk û zagonî ye. 

Tiştê ku min li meclîsê gotiye û tiştê min li derve gotiye hemû yek e. Merciya ku biryara darizandinê bide meclîs e. 

Gelê me di referandûmê de peyamek gelek girîng da me. Gel diyar kir ku ew siyaseta ku perçe dike û eniyan ava dike qebûl nake. Xwest li şûna vê yekê li ser esasê çareseriyê em tev bigerin. 

Balûken, destnîşan kir ku wekî HDP'ê li ser modela çareseriya xweseriya demokratîk ji bo yekîtî û tevahiya Tirkiye tev geriya ne û bernameya siyasî dane pêş xwe û vê bernameyê diparêzin û wiha got: "Di bingeha bernameya me de Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk heye. Pêşniyara AKP'ê ya li şûna Pergala Parlamenter Pergala Serokdewletî û Serokpartîyî çibe pêşniyara me ya Xweseriya Demokratîk jî heman tişt e. HDP hevparek herî girîng ya KCD'ê ye. Lê dixwazin KCD'ê dijzagoni nîşan bidin. KCD rêxistinek zagonî û hiqûqi ye. Ji ber vê yekê axaftinên min ne sûc in û ez tahliyeya xwe dixwazim. 

'DIVÊ DOZ BIKEVE'

Piştî Balûken parêzeran parastin kirin. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku doz bêîtina hatiye amadekirin û ev îdianame li fatulkeyên hiqûqê dikare bibe tez. Yalçindag destnîşan kir ku muwekîlê wê ji ber axaftinên xwe yên li meclîsê tê darizandin û ji ber xebatên partiyeke siyasî darizandin nabe. Yalçindag wiha axivî: "Jibo vî dosyaya dozê biryare bereatê na divê biryare ku dosya bê xistin bê dayîn."

Parêzer Mesût Beştaş jî bi îdianameya dozê ve tê xwestin HDP bê tasfiyekirin û wiha axivî: "Ger ku hiqûq çog dayne wê hemû kes çog daynin. Rawesatina vê yekê di destê we de ye."

Heyeta dadgehê biryar da ku Balûken girtî bimîne û doz taloqî meha Hezîranê kir.