Balefirên şer ên Tirk Heftanîn û Şemzînan bomberdûman kir

Artêşa Tirk a dagirker qadên Heftanîn û Şemzînan ên Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tiş hate diyarkirin:

HEFTANÎN

“Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Tebaxê de li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirker dabû destpêkirin. Hêzên dagirker di 27’ê Tebaxê de tevî firfirokê hewayî yên bêmirov di destê nîvro de Qada Partîzanê bomberdûman kirine. Hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky xwe bera Tepê Keçel û Bêzenikê dane ya ku di navbera xeta sînor û Girê Partîzanê de ye.

Hêzên me li hemberî vê tevgera dagirker li ber xwe dane û li hin qadan şer çêbûye. Wê agahiyên van şeran piştre bi raya giştî re were eşkerekirin.

ŞEMZÎNAN

Di 24’ê Tebaxê saet di 21.00’an de artêşa Tirk a dagirker qada Tûyê ya Şemzînana Colemêrgê bomberdûman kiriye. Piştî van bomberdûmanan di 25’ê Tebaxê de helîkopterên Skorsky leşkerî aniye Girê Spîrêzê. Artêşa Tirk a dagirker saet di 18.00’an de xwe ji qadê vekişandiye û lê yekîneyên wan ên veşartî li qadê kemîn danîne. Di van bomberdûmanan de 3 rêhevalên me şehîd bûne. Em ê piştre nasnameya hevalên xwe yên şehîd eşkere bikin.”