Cenazeyên 2 ciwanên Rojhilatî bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên 2 ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên ji ber bombardûmana balafirên şer ên Tirk di 29'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin veşartin

Di 29’ê Nîsanê de balafirên şer ên Tirk li Xakurkê 2 ciwanên bi navê Faxir Tazewarid (35) û Reşîd Pirûtî (36) yên ji bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê qetil kiribû.

Hate diyarkirin ku ev herdu ciwan ji bo debara xwe li herêma Xakurkê çûne çinîna gihayan, bi şev ji ber ku hewa sar bûye dema agir dadane, balafirê şer ên Tirk bombe li ser ciwanan barandiye.

Hate diyarkirin ku ji ber asêbûna çiyayan û rewşa xerab a hewayê piştî çar rojan cenazeyê ciwanan anîne bajêr û bi merasîmekê li bajarê Şîno hate veşartin.

Hate ragihandin ku her du ciwan jî xwedî 3 zarokan bûne.