Balafirên Tirk gundekî Dihok bombe kir: 3 sivîl birîndar bûn

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombe li gundê Giriyan a girêdayî bajarokê Çemankê ya ser bi Dihok a Başûrê Kurdistanê barandin, 3 sivîl birîndar bûn.

Balafirên şer ên Tirk a dagirker bombe li gundê Giriyan a girêdayî bajarokê Çemankê ya ser bi Dihok a Başûrê Kurdistanê barandin.

Şahidên cihê bûyerê ragihand ku di êrîşê de 3 gundî birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê.

Hate ragihandin ku ziyanên mezin ên madî li herêmê bûne.