Balafirên şer ên Tirk Qadên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên dewleta Tirkiyê Qendîl, Zap û Xakurkê bomberdûman kiriye. 

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî daxuyaniyê: “Di 28 û 29’ê Çileyê de balafirên artêşa Tirk li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Di 28’ê Çileyê de di navbera saet 02:30 û 03:30’î de balafirên şer herêmên Bêpalan, Bereşê, Enzê, Zergelê, Deştavê, Dola Seyîda, Kozine û Mamê yên girêdayî Qendîlê dane ber bombeyan.

Di 29’ê Sibatê de di navbera saet 15:00 û 16:00’an de balafirên şer qada Çemço û Sîda yên girêdayî Zapê, qontarên gundê Êlê, qada Ermuş a girêdayî Xakurke û girê Kartal ê girêdayî qada Avaşîn dane ber bombeyan.”