Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Bradostê barandin

Balafirên rejîma Tirk bombe li gundên herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî ajansa Rojnews’ê, êrîş li gorî saeta herêmî saet di derdorî 19:30’î de pêk hatiye. Ji ber êrîşa li ser gundên herêma Bradostê, bi taybet gundiyên Xelîfanê malê xwe terikandin.

Têkildarî detayên êrîşan agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Balafirên şer ên Tirk hema bêje her rojê gundên herêma Başûrê Kurdistanê û deverên di bin kontrola gerîla de ne bomberdûman dikin.

4’ê Mijdarê artêşa Tirk, gundê Dişîş ê girêdayî bajarokê Berwerî yê Amêdiyê bombe kiribû.

30’ê Cotmehê jî di êrîşa hewayî ya li ser gundê Bêdadê yê herêma Çemankê ya girêdayî bajarê Dihokê de mizgef û malên walatiyan hatibûn bomberdûmankirin.

Dîsa heman rojê bombe li gundên Rêkan û devera Nêrwe ya girêdayî Amêdiyê hatibû barandin.

Êrîşên balafiran ên dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de zêde bûne. Lê herêm bi salan in tên bomberdûmankirin. Rêveberiya Hewlêr û Bexdadê li hemberî êrîşan bêdeng in, yekan e mexdûrên êrîşa welatiyên sivîl in. Di salên dawî de gelek welatî bûne qûrbaniyên êrîşên hewayî yên dewleta Tirk.