Balafirên şer ên Tirk gundên Qeladizê û Qendîlê bombeberan dike

Balefirên şer ên artêşa Tirk îşev gundên Alye Reş,Bestê û Maradu yên bajarokê Jarawe, herêma Xakurk, Lolan, Tewerte , Bêrte yên herêma Biradost û gundê Bukriska yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îşev bombe li gundê Alye Reş,Bestê û Maradu yên bajarokê Jarawe, herêma Xakurk, Lolan, Tewerte , Bêrte yên herêma Biradost û gundê Bukriska yê Binarê Qendîlê barand.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bombeberana bi gelek balafirên şer ji saet 20:30'an ve didome

Li aliyê din balafirên şer li ser herêma Kurejaro, Metîna û Zapê jî firiyan.