Balafirên şer ên Tirk bombe li gundekî din barandin

Balafirên şer ên Tirk doh bi şev bombe li maleke din a sivîlan a li herêma Qendîlê barandin. Du kes ji ber êrîşê birîndar bûn û zerar gihîşt mal, dar, dehl û rezan.

Balafirên şer ên Tirk doh bi şev saet 21:30'î bombe li gundê Suredê barandin. Di bomberdûmanê de ku li dijî sivîlan hate kirin, zerar li gelek malan, dehl û rezan bûn.

Ji ber êrîşê, gundiya bi navê Hemîn Mamkak û jineke ji heman gundî ya navê wê nehate hînbûn birîndar bûn.

Gundî piştî bomberdûmanê li cihê bûyerê civiyan û nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan.

Hemîn Mamkak ê birîndar bû pirsa "Gelo ez jî PKK'yî me?" kir. Mamkak got, "Binerin, ji ber bomberdûmana dewleta Tirk tevî min, xizmeke min birîndar bû. Camên mala me şikestin. Dewleta Tirk dixwaze me bitirsîne û ji gundê me derxîne. Lê wê nikaribin bi ser bikevin."

Gundiya bi navê Ljna Barana jî diyar kir ku dewleta Tirk bi îdîaya "Em li kampên PKK'ê dixin" bombeyan li malên wan dibarînin û zerarê didin wan.

Barana dewleta Tirk şermezar kir û anî ziman ku du xizmên wan ên birîndar bûne tên dermankirin.

Gundiyê bi navê Hesen Mihemed jî nerazîbûn nîşanî bomberdûmanê da û bi bîr xist, dewleta Tirk bi salan e bombeyan li Qendîlê dibarîne.

Mihemed got, bi bombekirina qadên sivîlan hewl dide gel bitirsîne, lê dewleta Tirk çi dike bila bike ew jê natirsin.

Mihemed anî ziman ku êrîş bi destûra hikumeta herêmî û hikumeta navendî ya Bexdayê tê kirin û bi bîr xist, her du rêveberiyan li ser êrîşê daxuyanî nedane.

Şêniyên gund piştî êrîşê dest bi sererastkirina mal û bexçeyên xwe kirin.