Balafirên şer ên Tirk Behdînan bombe kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Behdînana barand. Hate ragihandin ji ber bombeyan ziyan gihiştiye zevî û gundên herêmê.

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a adagirker bombe li herêma Behdînan,  gundên dikevin sînorê Batûfa û Dêrelok ên girêdayî Zaxo barand.

Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê ziyan gihiştiye zeviyên çandiniyê û gundên herêmê.