Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li Qendîl û Xakurkê barandin

HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 19'ê Cotmehê de bi balafirên şer bombe li herêmên Qendîl û Xakurkê barandiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên êrişan wiha ne:

19'ê Cotmehê saet di navbera 16:50-17:30'î de qada Şehîd Harûn, gundên Rejukeryan û Estêrokan ên Geliyê Suredê yên ser bi Qendîlê bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Cotmehê saet di navbera 12:40-14:10'î de qada Kolitê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin."