Balafirên şer bombe li Heftanînê barandin
HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker roja 5’ê Çileyê bombe li herêma Keşan a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.
HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker roja 5’ê Çileyê bombe li herêma Keşan a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî bombebarana artêşa Tirk a dagirker daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir ku roja 5’ê Çileyê balafirên şer ên artêşa TC’yê saet navbera 06:00’an û 07:00’an herêma Keşan ya herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medya û saet 16:40’an de jî herêma Şehîd Kendal bombebaran kiriye.
HPG’ê diyar kir ku di bombebaranê de tu windahiyên wan çênebûne.